Wan – Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, li Wanê jî hatin bibîranîn û di bîranînê de wiha hate gotin: “Jinên kurd dê her tim şopdarên Sakîneyan bin. Divê jinên kurd têkoşîna xwe bilind bikin.”
Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9ê Çileya 2013an de li paytexta Fransayê Parîsê, Emîna Kara (Evîn Goyî) a li Parîsê û Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn qetilkirin bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Şano Wanê ya li Wanê bi bernameyekê hatin bibîranîn. Nûnerên partiyên siyasî û saziyan tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de ewilî sînevîzyon hate nişandan û pişt re helbest hat xwendin.
‘Divê hemû jinên Kurd bi têkoşîna xwe bilind bikin’
Dû re endama TJAyê Felek Erden da zanîn ku jinên pêşeng li Kurdistanê tovên azadiyê çandin û got: “Em jî niha bi têkoşîna xwe ew tovên hatin çandin av didin. Dixwazin ev tov her tim mezin bibin. Sekna heval Sara her tim ji me re dibe mînak û rêya me ronî dike. Çawa ku komployeke qirêj li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêk hat ev komkujî jî berdewamiya vê komployê bû. Heval Sakîne ji bo jiyaneke azad û jineke azad têkoşîna xwe meşand. Divê hemû jinên Kurd bi têkoşîna xwe bilind bikin û ji bo jiyanaeke azad vê berpirsiyarê hildin ser mile xwe û hesab bipirsin.”
‘Jinên Kurd ê her tim bibin şopdarên Sakîne Cansizê’
Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Wanê Gonul Ûzûnay jî jinên ku hatin qetilkirin bibîranî û wiha axivî: “Di dîrokê de her tim jinan pêşengtî kiriye û li dijî netewdewletî û mêrsalariyê sekna xwe nîşan dane. Desthilatdariyê xwest di şexsê hevala Sakîne, Leyla û Fîdanê de têkoşîna wan têk bibin. Lê Jinên Kurd ê her tim bibin şopdarê sekna Sakîne Cansiz a li hemberî Esat Oktay Yildiran li ber xwe da.”