• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Siwêda bi çekên giran hat topbarankirin

    Siwêda bi çekên giran hat topbarankirin

    Nûredîn Ehmed û Ahmed Şara li hev civiyan

    Nûredîn Ehmed û Ahmed Şara li hev civiyan

    Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    Li Rihayê lêhî rabû: Mal û kargeh di bin avê de man

    Li Rihayê lêhî rabû: Mal û kargeh di bin avê de man

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Siwêda bi çekên giran hat topbarankirin

    Siwêda bi çekên giran hat topbarankirin

    Nûredîn Ehmed û Ahmed Şara li hev civiyan

    Nûredîn Ehmed û Ahmed Şara li hev civiyan

    Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    Li Rihayê lêhî rabû: Mal û kargeh di bin avê de man

    Li Rihayê lêhî rabû: Mal û kargeh di bin avê de man

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinên ku parsekiyê dikin di bin çavan de rastê tecawizê tên

Navenda Nûçeyan / AW

30 MIJDAR 2024 - 17:01
Kategorî: JIN
A A
Talîban bi yasayên ku derxistiye hem nahêle ku jin bixebitin hem jî jin û zarokên ku parsekiyê dikin digire. Jinên ku ji ber parsekiyê tên girtin di bin çavan de rastê tacîz û tecawiza talîbaniyan tên.

Talîban di Tebaxa 2021’an de dest danî se rêveberiya Afganistanê. Talîban di destpêka desthilatdariya xwe de hin biryarên li dijî jinan ragihand û van biryaran her roj berfirehtir kir. Niha li Afganistanê jin nikarin bixebitin. Jinên ku nikarin debara xwe bikin neçarê parsekiyê dibin.

Zehraya* dayika 3 zarokan ku 32 salî ye da zanîn ku hevjînê wê yê ku di nav hikûmeta berê de leşker bûye ji wenda bûye. Ew jî piştî wendabûna hevjînê xwe neçar maye ku parsekiyê bike. Zehra di axaftina xwe ya ku bi The Guardianê re kiriye de bûyera hatiye serê wê bi van gotinan tîne ziman: “Ji bo kesek tiştek bide min ez li ber firineke rûniştim. Talabaniyek hat kurê min girt û kir erebeyê û got tu jî were. Ez neçar mam ku herim. 3 roj û şev min di bin çavan de hiştin û karên xwe yên paqijî û xwarinê bi min dan kirin. Piştre ji min re gotin em ê navê te wek parsek qeyd bikin da ku tu carek din parsekiyê nekî. Dema li dijî vê yekê derketim heta ji ser hişê xwe biçim li min dan û tecawizê min kirin. Ji roja ku min berdane heta niha min gelek cara biryara xwe kuştinê daye lê hebûna zarokên min min ji vê biryarê dûr dixe. Ji tirsa ku ez ê bêm girtin ez nikarim giliyan jî bikim.”

Jineke din ya bi navê Parwana* jî got ku piştî hevjînê wê dev ji wan berda ye bi keça xwe ya çar salî re neçar maye ku parsekiyê bike û wiha got: “Min û keça min li Kabîlê binçav kirin û birin Girtîgeha Badam Bagh. Zarokên ku li kolanan sola boyax dikirin jî dianîn wir. Li wir 15 roj mam. Di girtîgehê de bi du jinan re rastî tecawizê hatim. Êdî ji tirsa wan nikarim herim parsekiyê bikim. An jî cihek ku em karibin serî lê bidin. Em tenê hatine hiştin.”

Ji bilî kesên ku bûyerên hatine serê wan vedibêjin girtiyên berê yên ku ji ajansa nûçeyan a Afganistanê Zan Tîmesê re axivîne dibên ku zarokên ku tên binçavkirin tên îstismarkirin. Jineke ku di girtîgehê de maye got ku du zarok bi lêdanê hatine kuştin.

*Ji bo ewlehiya kesên ku axivîne bê parastin navê wan ê rastîn nehatiye bikaranîn.

Çavkanî: The Guardian û Zan Tîmes

Etîket: afganistanThe guardianzan times
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Berdevkê Hikûmeta Afganistanê: Di êrişa Pakistanê de 400 kes hatin kuştin

Berdevkê Hikûmeta Afganistanê: Di êrişa Pakistanê de 400 kes hatin kuştin

17 ADAR 2026
Di navbera Pakistan û Efxanistanê de şer dest pê kir

Di navbera Pakistan û Efxanistanê de şer dest pê kir

27 SIBAT 2026
Li Pakistanê teqîn û pevçûn: 14 mirî 27 birîndar

Li Pakistanê teqîn û pevçûn: 14 mirî 27 birîndar

17 SIBAT 2026
Li Afganistanê di êrişa Pakistanê de jinek û 9 zarok hatin kuştin

Li Afganistanê di êrişa Pakistanê de jinek û 9 zarok hatin kuştin

25 MIJDAR 2025
Li Afganistanê erdhej: Zêdetirî 600 kesî mirin

Li Afganistanê erdhej: Zêdetirî 600 kesî mirin

1 ÎLON 2025
Abdullah Ocalan: Çareserî Modernîteya Demokratîk e

Abdullah Ocalan: Çareserî Modernîteya Demokratîk e

15 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Stenbolê wêneyên bi heybet: Erd û esman bû Newroz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Îzmîrê: Kurd dê bi Rêberê xwe ve azad bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newrozên Dîlok, Mêrsîn û Edeneyê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dawî bûn HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê bi hezaran kes tê qada Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Rojeva sereke ya civînên me serkeftin û serhildana Wanê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Cizîrê bi govend û dîlanê dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 22yê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (905)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne