TJAyê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên li Parîsê û Fatma Ûyar, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir ên li Silopiyayê hatibûn kuştin bi bîr anî.
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku di 9ê Çileya 2013an de li Parîsê hatibûn kuştin û endama Meclîsa Partiyê ya DBPê Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiya Pakîze Nayir ku di 4ê Çileya 2016an de li Silopiyayê hatibûn kuştin li avahiya DEM Partiyê ya Enqereyê bernameya bîranînê li dar xist. Endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk jî tevlî bîranînê bûn. Li eywanê pankarta ku wêneyê jinan li ser bû “Ji Sarayan heta Sêvêyan jinên jiyanê diafirînin nemirin” hat daliqandin.
Bîranîn bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevseroka DEM Partiyê ya Enqereyê Tatligul Gul axivî û anî ziman ku komkujiya li Silopiya û Parîsê li dijî jinan pêkhatiye encama heman hişmendiyê ye û wiha got: “Ew êrişên li dijî xeta jina azad pêkhatine ne tenê êrişên kesayetî ne û di heman demê de êrişên li dijî aştî û demokrasiyê ne. Di pêvajoya em di nav re derbas dibin de wateya hedef girtina jinan behtir tê fêmkirin. Ji ber ku aştiyeke mayînde ji bilî rêxistina jinan û gotina jinan nepêkan e. Ji ber wê jî hedef girtina jinên Parîsê û Silopiyayê li dijî vê îdîaya jinan bû. Kuştina jinan têkoşîna me qels nekir berovajî wê mezintir kir. Îro ew ne tenê bîranîneke di heman demê de tê wateyê têkoşîna jinan derbasî nifşên nû bikin. Ji ber ku jinên jiyanê bi rêxistin dikin di heman demê de avakarên aştî û azadiyeke mayînde ne.”
Piştî axaftinê sînevîzyona qala jinên şoreşger dike hat temaşekirin.
‘Xwedî derketina mîrateya wan bilindkirina ala azadî û demokrasiyê ye’
Piştî sînevîzyonê aktivîsta TJA Sebahat Tuncel axivî û bi lêv kir ku ew ê xwedî li mîreteya têkoşîna jinên li Parîsê û Silopiyayê hatine qetilkirin derbikevin û ev tişt gotin: “Dema Parîsê her 3 jinên şoreşger hatin qetilkirin birêz Abdullah Ocalan got ev 2yemîn komkujiya Dêrsimê ye. Wê rojê heta niha têkoşîna çarseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd berdewam dike. Hedefgirtina Sakîne Cansiz jî sembolîk bû û êrişa li dijî xeta jina azad bû. Xwedîderketina mîrateya wan bilindkirina ala azadî û demokrasiyê ye. Jinên di têkoşîna xwe rêveberinê de hatin qetilkirin jî bi heman awayî ye. Kujerên wan jî nehatin cezakirin. Ya ku di bingeha van komkujiya de tunehesibandina nasnameya kurd heye. Lê gelê kurd bi têkoşîna xwe ev polîtîka jî têk bir. Niha em di pêvajoyeke nû de ne. Ji ber şert û mercên cîhanê û guherînan dewlet mecburî destpêkirina pêvajoyeke kir. Niha û şûnve ya ku dikeve ser milê ne weke birêz Abdullah Ocalan dibêje; ‘Hebûn mîsoger bû êdî dora azadiyê ye’. Ew jî bi têkoşîna siyaseta demokratîk pêkan e. Lê ji ber ku stratejiyeke dewletê ya aştiyê tuneye hertim hebûna Rojava hincet nîşan dide. Hê jî dixwazin bila destkeftiyên kurdan tune bin. Êrişên li Helebê jî bi Tirkiyeyê ve giredayî ne. Komkujiya niha li Helebê pêktê û komkujiya li dijî jinên şoreşger pêk hatine heman in. Ji bo kurd nebin xwedî rêxistin ev komkujî pêk hatin.”
Piştî axaftinê bîranîn bi dawî bû.
















