Kampanyaya ‘Hevpeymaniya ji bo Azadiya Nêrgiz Mihemedî’ ragihand ku Nêrgiz Mihemedî di 24ê Adarê de li Girtîgeha Zencanê ya Îranê krîza dil derbas kiriye û jiyana wê ketiye metirsiyê.
Kampanyaya ‘Hevpeymaniya ji bo Azadiya Nêrgiz Mihemedî’ derbarê rewşa dawî ya Nêrgiz Mihemedî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Li gorî daxuyaniyê tenduristiya Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye û wiha tê gotin: “Ew di 24ê Adarê de di nav nivînê xwe de bêhiş hatiye dîtin. Li gorî hevalên wê yên hucreyê, ew nêzî saetek ser hişê xwe de ne hatiye. Girtiyên hucreyê de ew di betaniyekê de pêçane û birine nexweşxaneya beşa jinan, li wir derman dan wê da ku wê bênin ser hişê xwe. Ruxmê viya jî rayedaran red kirin ku Mihemedî bişînin nexweşxaneyê.”
Rewşa tenduristiyê encama îşkenceyê ye
Her wiha di daxuyaniyê de tê gotin ku Nêrgiz Mihemedî her di vereşe, êşa wê ya serî giran dibe û çavên wê jî kêm dibîne. Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku Nêrgiz Mihemedî di 12yê Kanûna 2025an de li Meşhedê di bin çavan de îşkenceyek giran dîtiye û rewşa niha ya tenduristiyê encama van îşeknceyan e.
Hevdîtina malbatê tê astengkirin
Li gorî daxuyaniyê, dozgerê girtîgehê têkiliya Nêrgiz Mihemedî tenê bi sê deqeyan bi xwişk û birayên wê re sînordar kiriye û hemû têkiliyên bi parêzerên wê re qedexe kiriye. Her wiha ji hêla rayedaran ve tê ferzkirin ku hemû serdan di bin çavdêriya rayedaran de werin kirin.
Kampanyayê di daxuyaniya xwe de bang li rayedarên Îranê kir ku tavilê Nêrgiz Mihemedî û hemû girtiyên siyasî serbest berde. Her wiha bing li raya giştî ya nevneteweyî jî hate kirin ku li hemberî vê rewşê hîstiyar bin.













