• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê Roja Şanoyê ya Cîhanî pîroz kirin

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê Roja Şanoyê ya Cîhanî pîroz kirin

    Mardîn de xeylê kesî ameyê destbendkerdene

    Polîsan li Stenbol û Şirnexê herî kêm 46 kes binçav kirin HATE NÛKIRIN

    Marco Rubîo bi telefonê ji malbatên pêşmergeyan re sersaxî xwest

    Marco Rubîo bi telefonê ji malbatên pêşmergeyan re sersaxî xwest

    ROJEVA 6ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 27ê ADARA 2026an

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAKê lihevkirina neteweyî silav kir

    Serdar Şîtîlay ku piştî 33 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    Serdar Şîtîlay ku piştî 33 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê Roja Şanoyê ya Cîhanî pîroz kirin

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê Roja Şanoyê ya Cîhanî pîroz kirin

    Mardîn de xeylê kesî ameyê destbendkerdene

    Polîsan li Stenbol û Şirnexê herî kêm 46 kes binçav kirin HATE NÛKIRIN

    Marco Rubîo bi telefonê ji malbatên pêşmergeyan re sersaxî xwest

    Marco Rubîo bi telefonê ji malbatên pêşmergeyan re sersaxî xwest

    ROJEVA 6ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 27ê ADARA 2026an

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAKê lihevkirina neteweyî silav kir

    Serdar Şîtîlay ku piştî 33 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    Serdar Şîtîlay ku piştî 33 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Kaniya wêjeya niviskî wêjeya devkî ye’

Besna Edîş / AW

27 ADAR 2026 - 10:02
Kategorî: ÇAND, JIN, MANŞET
A A
Wan – Nivîskar û berhevkara Kurd Elîf Gemîcîoglu Yavîçê derbarê wêjeya niviskî û wêjeya devkî axivî û got: “Em ankû civak, giringiyê didin wêjeya niviskî lê belê li gorî min kaniya wêjeya niviskî, wêjaya devkî ye. Jina Kurd di nava kar û barê xwe yê gund û çiyayî de wêjeya devkî afirandiye.”

 

Di dîroka mirovahiyê de wêje cihekî pir kevnar û girîng heye. Helbet wekî tê zanîn wêje ne tenê ya nivîskî lê wêjeya devkî jî hatiye afirandin. Wêjeya devkî di nava civaka Kurdan de ji aliyê dayikên Kurd ve bi çîrok, çîvanok, lorik, çarin, biwêj û dengbêjiyan pêk tê. Lê wekî gelek qadan di qada wêjeyê de jî ji ber têgihiştina baviksalariyê hejmara jinan an kêm e an jî jin na yên dîtin. Lê belê li beramberî têgihiştina baviksalariyê jî di giştî cihanê û di civaka Kurdan de jinên ku mohra xwe li wêjeya niviskî û devkî xistin jî hene. Elîf Gemîcîoglu Yavîç di derbarê wêjeya devkî ya Kurdî û berhemên xwe de ji bo ajansa me re axivî.

Têgihiştina baviksalar rêng û dengê jinê temirandiye

Elîf Gemîcîoglu Yavîçê derbarê rola jinê di wêjeyê de da zanîn ku wekî her qada jiyanê li qada wêjeyê de jî jin rastî astengiyan hatine û got: “Li welatên mîna Îngîlîstan û Fransayê jî bi salan romanên ku jinan nivisandin li ser navê mêran dihatin weşandin. Piştî eşkere bû ku nivîskara pirtûkê jinek e, xwendina pirtûkê pir kêm dibû. Sedema vî tiştî têgihiştina baviksalarî ye ku dibêje mêr her tiştî baştir dizane. Her wiha ev rewşa ku li gelemperî cihanê de heyî li Kurdistanê jî heye. Helbet rewşa Kurdan ji ber ku perwerdeya bi zimanê Kurdî nîne bêtir zehmet dibe. Her çi qas medrese, dibistan an cihê Quran xwendin jî hebe li wan deran jî ji bo jinan astengî derxistine. Lê helbet hinek dem û cihên cuda yên cihanê ku rewşên politik hebûn û jinan li hemberî hinek tiştan serî hildidan jî hebûn. Yek ji wan di pirtika bi navê Xezal de derbas dibe ku li Sovyetê dema Lenîn de qewimiye. Jinan li hemberî qelenî serî hildane lê wî demî ev tişt li Kurdistanê ne bûye mijara niqaşê jî. Her wiha mijareke din ya civakî jî bawerî ye. Di bin navê baweriyê de her tişt ji bo jinan heram û qedexe kirine.”

‘Jinên Kurd jî mohra xwe li wêjeyê xistîne’

Elîf Gemîcîoglu Yavîçê anî ziman ku beramberî hemû rewşên neyînî jî jinên Kurd yên wêjekar derketine û ev tişt anî ziman: “Jinên Kurd ên mohra xwe li wêjeya Kurdî xistin yek jî Mestûre Kurdistanî ye ku ji sinorên Kurdistanê derbas bûye. Her wiha ji ber ku baweriya wan Zerdûştî bû di Terîqata Yariyan de jin û mêran di heman diwanê de bi hevra huner afirandine. Ji vê tarîqatê 16 jin gehiştine roja me ku ji van jinan ya sereke Celale Xanima Loristanî ye. Celale Xanima Loristanî weke Dayika Meryem jî tê penasekirin. Ew dayika Şaxeşîn ê ku weke 2yemîn pêxemberê Zerdûştiyan tê zanîn e. Helbestên Celale Xanima Lorîstanî heta roja me jî hatine.”

‘Kaniya wêjeya nivîskî, wêjeya devkî ye’

Elîf Gemîcîoglu Yavîç bi lêv kir ku kesên baweriya Îslamê li hemberî jinê bi kar anîne hemû qad li jinan girtine û wiha pêde çû: “Gotine ‘dengê jinê herame’ û ev tişt heya roja îro jî berdewam dike. Dema ku ew qad li jinan hatine teng kirin jinan berê xwe da ‘wêjeya devkî’. Em ankû civak giringiyê didine wêjeya niviskî lê belê li gorî min kaniya wêjeya niviskî, wêjaya devkiye. Taybetmendiya wêjeya devkî ew e ku di nava jiyana rojane de bi awayekî xwezayî tê afirandin. Lê ji bo wêjaya niviskî serekî rehet joreke xweser an jî tenêbûn pêwîst dike. Jina Kurd di nava kar û barê xwe yê gund û çiyayî de wêjeya devkî afirandiye. Di dema meşk kiyanê de stranek bi mêşkê gotine, dema cohnî qutane çarînek bi cohnî gotine. Her wiha destar bi serê xwe bûye mijareke şevbêrkan. Di dema pez dohtinê de jî stranekê ji mih an jî bizinê re gotine ku sewalên wan rehet be û bikare karê xwe bike. Her wiha jinan parzûnê xwe dida pişta xwe, gora xwe çêdikir û êş û kulên xwe bi stranekê an jî bi hevala li gel xwe parve dikir. Du jinên Kurd yên ku wêjeya devkî afirandine dapîrên min bûn. Dema em zarok bûn û dilîstin em li tayê teşiya wan diketin, dapira min dihat teşiya xwe hêdîka li me di xist û piştre di got ‘teşiya minê, şola destê minê, çeka mile minê’. Ev çarîn an jî gotina lihevhatî di wê gavê de bi awayekî xwezayî,di nişka ve derdikete holê.

‘Tov di bin axê de namîne’

Di berdewamiya axaftina xwe de Elîf Gemîcîoglu Yavîçê da zanin ku zarokatiya wê li gel her dû dapîrên wê derbas bûye û bîranînên xwe wiha vegot: “Tiştên ku dapirên min afirandine, min weke emanet wergirtin û di roja îro de bi rêya wêjeya niviskî xwest nemir bikim. Di zarokatiyê de me gelek caran guhdariya dayikên xwe nedikir û wan jî xwe aciz dikir. Dapîra min jî ji dayika min re digot di got ‘tiştek nabe tov di bi axê de namîne’. Ev gotineke wisa ye ku derûnnas jî piştî xwendinên bilind dizanin û digihînine civakê. Ez jî li ser vê gotina dapirên xwe ketim rê û min berhemeke çîrok û çirvanokê ya bi navê ‘Tov Di Bin Axê de Namîne’ nivisand. Ev çîrok û çîrvanok li derdorê çiroka ku dapirên min ji min/me re digotin honandiye.”

‘Nifşê me di navbera dapîrên me û zarokên me de pireke’

Elîf Gemîcîoglu Yavîçê di derbarê çend nivîsên xwe yên ji bo kovaran nivisandine de jî ev tişt anî ziman: “Dema dayika min zarok dirazandin li ber landikê lorik digotin. Min ew lorika dayika xwe jî di Kovara Destarê de nivisandiye. Dapîrên min gelek behsê destarî jî dikirin. Min destar jî qasî ku li bira min de mayî û ji derdorê xwe jî pirsî berhevkir û di bin navê ‘Li Geverê Şeverok Çawa Hatine Kirin’ di kovara Destar de nivisand. Tişta herî balkêş ya min di vê nivisêde nivisandî ew e ku jinan û mêran destê xwe dana ser destê hev û genim dihêran. Jinan li ser mêran, mêran ji li ser jinan stran digotin. Wêjeyê di navbera wan de wekhevîyek ava dikir. Her wiha dema em zarok piştî nan pehtinê em diçûne ser tenûrê, me pîyên xwe di tenûrê de dadan û dapîra me dihat ji bo me çîrok digotin. Min ev tişt jî ji bo kovareke hûnerê ku li Awrupa tê weşandin nivisandiye lê hêj ne gehiştiye destê min.”

‘Pirsên Rêzimana Kurmancî’

 

Di dawiyê de Elîf Gemîcîoglu Yavîçê di derbarê berhema xwe ya bi navê “Pirsên Rêzimana Kurmancî” de wiha axivî: “Pirtûk her çiqas meteryala perwerdeyê be jî min gelemperî pala xwe daye wêjeya devkî ya Kurdî. Qasî ji destên min hatî min nav, biwêj û gotinên pêşiyan yê li her çar hêlên Kurdistanê bi kar anîne. Ne tenê yên Kurmancî di heman demê de min peyvên zaravayên Soranî û Dimilkî jî bikar anîne.”

Etîket: BerhemkarîBerhevkarîDîrok û Wêjeya DevkîElîf Gemîcîoglû YavîçWêjeya Nivîskî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Leyla Zana: Her der ji bo me qada têkoşînê ye

SOZDER: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li ser aştiyê ye

22 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Merasîma cenazeyê Helbestvan Ehmed Huseynî dê sibê li Çand Amedê bê lidarxistin 

    Merasîma cenazeyê Helbestvan Ehmed Huseynî dê sibê li Çand Amedê bê lidarxistin 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ber strana kurdî cezayên mezin li tîma Manîsayê hat birîn 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşegul Dogan: Gel daxwaza azadiya birêz Ocalan dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azad Zal: Em tev li merasîma Cenazeyê Ehmed Huseynî bibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serdar Şîtîlay ku piştî 33 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bûyera Havîn Aşkanê ne xwekujî ye cînayet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Elkê: Ev agir dê heta serketinê geş be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 27ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHD: Girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Çam demildest berdin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1033)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne