Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir bi hêza xwe ya leşkerî dikarin êrişên Tirkiyeyê bişikînin.”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê têkildarî êrişên artêşa Dewleta Tirk a li ser kantonê daxuyanî da. Endamên Rêveberiya Xweser, nûnerên partiyên siyasî, meclisên olî û meclisên sivîl û rûspiyên eşîran, li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kom bûn û daxuyanî dan. Rêveberê Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Rojhilat a Minbicê Husam El Şewax daxuyanî da. Husam El Şewex anî ziman ku ew ji bo ewlehiya gelê xwe kar dikin û wiha got: “Herêm ji ber rûdan û geşedanên li qada cîhanê, herêma Rojhilata Navîn û li Sûriyeyê ber bi çarenûseke nezelal ve diçe.”
Husam El Şewax anî ziman ku êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser kantonê, bêçarebûna hêzên hikumeta Şamê xeteriye zêde dike û got: “Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê; ji gelê xwe yê Minbicê û tevahî niştecihên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî pêkhate û beşên wê re dibêjin, em ne şerxwaz in. Em aştî û avakirinê dixwazin. Armanc ji van rewşan re ku welatê me tê re derbas dibe, jiholêrakirina meşa avakirin, pêşketin û rizgarkirinê ye, di heman demê de ji bo xirabkirina têkiliyên xwişk û biratiyê yên di navbera me de ye. Em amade ne li hemberî êrişan bisekinin. Bi qehremaniya hêzên xwe yên leşkerî yên ku ji bo parastina gel û xaka me bûne mertal, bi hevgirtina gelê me û piştevaniya wî ya bi hêzên xwe yên leşkerî re ya di çarçoveya xeta şer ê şoreşgerî, bi guhnedana li şerê taybet, em dikarin bersiva êrişan bidin.”
Husam El şewax herî dawî bang li dewletên aktîf ên li herêmê û desteyên mafên mirovan kir û wiha got: “Bi me re bisekinin, êrişan şermezar bikin, sivîl, zarok, pîr û jin, milkên gel biparêzin. Di meşa avakirin û belavkirina azadî û demokasiyê de piştgiriyê bidin me.”