Karwanê duyemîn ê koçberên Efrîn ku ji 200 malbatên ji navçeya Raco û navenda Efrîn pêk tê, berê xwe dane cih û warê xwe.
Karwanê duyemîn ên koçberên Efrîn di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê ji bo vegera Efrînê bi rê ket. Ji saetên sibehê ve koçber li Çerxerêya Yûsif Gulo ya li bajarê Qamişlo kom bûn. Welatiyên li wesayîtên hatine amadekirin siwar bûn, ber bi bajarê xwe ve bi rê ketin.
Zêdeyî 200 malbat derketin rê
Li gorî agahiyên ku Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê dan, karwan ji 200 malbatan, 80 erebeyên gel ên taybet, 48 seyarên ku eşya hilgirtine û 14 basan, pêk tê. Koçberên ku berê xwe dane cih û warên xwe ji navçeya Raco û navenda bajarê Efrînê ne.
Welatî bi meraq rêketin
Malbatên bi salane bi boneya dagirkeriya Tirkiyeyê û zordariya çeteyên wê ji ser axa xwe veqetiya bûn, piştî demek dirêj cardin digihin mal û milkên xwe. Malbatên piştî demek dirêj diçin malên xwe hem bi meraq hem jî bi heyecan derketin rê.
Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekarya Hundirîn ê Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl li ser hesabê xwe yê Xê bi postekê vegera karwanê duyemîn eşkere kir. Xelîl da zanîn ku dê karwan li ser rêya M4 bighêjin Efrînê.
Karwanê yekemîn ê ku ji 400 malbatan pêk dihat, di 9ê Adarê vegeriybû Efrînê.













