Piştî salên dirêj ên koçberiyê karwanê duyemîn a koçberên Efrînê li navenda bajarê bi awayek coş, bi çepik, tîlîlî û stranan hate pêşwazîkirin.
Di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê de duyemîn koma vegera koçberên Efrînê duh ji Qamişloyê derket û di seatên dereng ên şerê de gihişte Efrînê. Efrîniyan bi çepik, tîlîlî û stranên neteweyî pêşwaziya malbatên xwe kir.
200 malbat vegeriyan ser milkên xwe
Koma duyemîn ku ji nêzîkî 200 malbatan pêk dihat, piştî rêwîtiyek bi kelecan gihiştin ser axa xwe. Koçberan bi 80 wesayîtên taybet, 48 wesayîtên barkirî û 14 otobusan kelûpelên xwe hildan û berê xwe dan navçeya Raco û navenda bajarê Efrînê.
Rêwitiya bi kelecan
Malbatên ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê û êrişên çeteyên wê heşt sale ji axa xwe dûr in, derketin rêwitiyek bi meraq û kelecan. Welatiyan tevahiya rojê di wesatîtan de stran gotin, bi tîlîlî û çepikan hestên xwe anîn ziman.
Pêşwaziyeke têr hezkirin
Berî koçber bigihin bajar bi hezaran welatî li kolanan kom bûn û li benda xizmên xwe man. Welatiyan anîn ziman ku vegera her malbatekê, hêviya wan a ji bo azadî û rûmeta axa Efrînê hîn geştir dike. Wetiyên demek dirêj e xizmên xwe nedîtin, bi hembêzkirinê hestên xwe dan de.
Dê komên nû derkevin rê
Hêjayî bibîrxistinê ye ku karwanê yekemîn a koçberan di 9ê Adarê de gihîştibû Efrînê û ji nêzîkî 400 malbatan pêk dihat. Tê payîn ku di rojên pêş de, karwanên nû yên vegera li mal û milkên xwe berdewam bikin.













