Amed – Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat diyar kir ku di sedsaliya serhildan û darvekirina Şêx Seîd û hevrêyên wî de peymanên ku Kurdan kirin çar parçe bêwate bûn e û Kurd ji bo rûmeta xwe li ser pêya ne û aktorên siberojê ne.
Şêx Seîd Efendî û hevrêyên xwe di meha Sibata 1925an de ji bo mafên neteweya Kurd dest bi serhildanê kirin. Serhildan di encama xiyanetekê de naçe serî û ev xiyanet dike ku Şêx Seîd û hevrêyên xwe ji aliyê dewleta Tirk ve werin girtin. Şêx Seîd û hevrêyên xwe di 29ê Hezîrana 1925an de li Meydana Deriyê Çiyê ku niha navê wê Meydana Şêx Seîd e tên bidarvekirin.
Di ser serhildan û bidarvekirina Şêx Seîd û hevrêyên wî de 100 sal derbas bûn. Her çiqas Şêx Seîd û hevrêyên xwe hatin bidarvekirin jî lê gelê Kurd netewiya û têkoşîn û berxwedana wan heta roja me ya îro anî. Her çiqas cenaze û cihê gora Şêx Seîd ne diyar be jî lê gelê Kurd doza wan kêliyêk bi tenê nehişt û her tim li ber xwe da.
Bi pêşengiya Komeleya Şêx Seîd a li Amedê xebatên xwe bi rê ve dibe dê 29ê Hezîranê li Meydana Şêx Seîd merasîma bîranîna Şêx Seîd û hevrêyên wî li dar bixe.
Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat ku di heman demê de neviyê Şêx Seîd e bi rasthatina salvegera 100emîn a darvekirina Şêx Seîd ji Ajansa Welat re axivî.
‘Doza neteweya Kurd kirin’
Kasim Firat diyar kir ku sed sal berê Şêx Seîd û gelek pêşdehatên herêmê (hevrêyên xwe) xeteke neteteweyî ya Kurd çêkirin û got: “Şêx Seîd û hevrêyên xwe ji bo gelê Kurd û mezlûman têkoşiyan û doza neteweya Kurd kirin. Heyata xwe ji bo mafên gelê Kurd dan. Şêx Seîd û hevalên xwe gotin em hazir in hemû heyata xwe fedayî gelê xwe bikin. Şêx Seîd Efendî û hevrêyên xwe li dijî pergala yekperestiyê ku Kurdan tune dihesiband rabûn. Ji bo doza Kurdayetiyê ketin nav welat û xwestin meseleya Kurdbûnê ji bo gel rave bikin.”
‘Dest ji rêya xwe bernedan’
Kasim Firat anî ziman ku “Heyf û mixabin di vê doza pîroz de provokasyonek çêbû û hat xwestin serhildanê têk bibin” û axaftina xwe wiha domand: “Her çiqas ev provokasyon pêk hat jî lê belê Şêx Seîd û hevrêyên xwe ji rêya xwe venegeriyan û dest ji têkoşîna xwe bernedan. Şêx Seîd destê hemû kesî da hev û xetek pîroz a neteweyî meşandin.”
‘Kurd berxwedana rûmeta xwe didomînin’
Kasim Firat diyar kir ku îro jî zîhniyeta ku Kurdan tune dihesibîne li ser kar e û wiha got: “Zîhniyeta hov îro jî li ser kar e. Di çanda Tirkan de daîmî dagirkerî heye. Çûne kîjan welatî xerab kirin e û dagir kirin e. Ev hezar sal e li vî welatî zîhniyeta wan a wisa didome. Ji sala 1920an vir ve xwestin Kurdan îmha bikin. Lê Kurdan ev îmha qebûl nekirin û gotin em xwediyê vî welatî ne. Kurdan got em dixwazin xwe bi xwe îdare bikin. Kurdan deriyê xwe ji bo her kesî vekiribû û vekirî ye. Kurd dixwazin bi awayek wekhev bi her kesî re bijîn. Lê belê tu rabî bêjî, ‘tu tuneyî, tu Kurdê min î, tu bindestê min î’ helbet wê Kurd viya qebûl nekin. Ev sed sal in li ser feraseta îmhakirinê, Kurdan dikujin û Kurd jî her li ber xwe didin. Serê Kurdan bilind e. Çawa ku Şêx Seîdan serê xwe netewand, îro jî Kurd serê xwe natewînin. Kurd hene, wê doza xwe bidomînin û Kurd heqîqeta herêmê ne.”
‘Divê dinya yekbûna Kurdan bibîne’
Kasim Firat da zanîn ku Kurd wê siberojê bibin aktorê herî berbiçav ên Rojhilata Navîn û got: “Ji ber ku bandora Kurdan û erdnîgariya wan li ser gelek aliyan û welatên din heye. Kurdistan di dinyayê de xwedî erdnîgariyek gelek muhîm e. Lewma îhtiyaca dinyayê bi Kurdan heye. Bes dinya yek tiştekî ji me dixwaze; dibêjin bibin yek. Yek xetî çêkin û bi hev re tevbigerin. Divê Kurd tehamûlî hev bikin û wê dinya vê yekbûna Kurdan bibîne.”
‘Em tu carî netewiyan’
Kasim Firat destnîşan kir ku di roja îro de peymana Qesrî Şîrîn jî û peymana Lozanê jî û heta peymana Sewrê jî êdî bêwate dimînin û di dawiyê de ev yek anîn ziman: “Van peymanan maneya xwe winda kirin e. Îro wê ji nû ve, tiştekî teze dest pê bike, navê wê ew çi lê dikin nizanim, û di vê tişta nû-teze de Kurd hene. Kurd aktorê heqîqî ne. Divê Kurd viya bizanibin. Em wekî mîsyona Şêx Seîd ji hemû hizbên Kurdna re dibêjin; bi hev re minasebetê daynin, tehamûlî hev bikin, di nav xwe de edaletê tesîs bikin û bi rûmet bisekinin. Bila serê we bilind be. Êdî bes e. Kurd pirr şehîd bûn e. Ji vê saetê şûn ve xwe bitewînî nabe. Belkî dem bi dem em hatin şikestin, lê em netewiyan e. Divê em ji niha şûn ve jî natewin. Em ji Kurdan re dibêjin bibin yek.”