Meclisa Civaka Kurd a Kanadayê kadroyên damezrîner ên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Torontoyê bi bernameyekê bibîr anîn.
Meclisa Civaka Kurd a Kanadayê kadroyên pêşeng ên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li bajarê Toronto yê Kanadayê bi merasîmeke girseyî bi bîr anîn. Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a li Torontoyê bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Kanadayê pêk hat. Nûnerên gelek saziyan û bi sedan kes tevlî bûn. Salona bîranînê bi wêneyên Altûn û Kaytan û kulîlkan hate xemilandin. Merasîmê di şexsê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Kanadayê di destpêkê de axivîn. Hevserokan diyar kirin ku bersiva herî mezin a li şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn xwedîderketina li mîrateya wan e. Di bîranînê de sînevîzyon li ser jiyan û têkoşîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate nîşandan.
Di bîranînê de bênavber dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.