Şirnex- Danişîna doza Kazanhan hat dîtin. Dadgehê piştî 2 salan biryara desteserkirina lezgîn a kujer da.
Nihat Kazanhan ê 12 salî di 14ê Çileya 2015an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê polîsê tîmê taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez ve hatibû kuştin. 13emîn danişîna doza Nihat Kazanhan li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat lidarxistin. Dayik û bavê Nihat Kazanhan û parêzerên malbatê, Baroya Şirnexê û Navenda Bîrdariyê ya Stenbolê beşdarî danişînê bûn. Danişînê bi tespitkirina nasnameyê dest pê kir. Piştre bavê Nihat Kazanhan Mehmet Emîn Kazanhan axivî û got hûn çima tişta hewce dike nakin? Zarokê min çima hat kuştin, bila bêjin ji me re çima kujer nayê girtin.
Dayîka Kazanhan, Ayşe Kazanhanê jî bertek nîşanî sekna dadgehê da û wiha axivî; “Çima heta niha nayê dîtin. Bila sedemekî ji me re bêjin. Dewlet dizane li ku ye. Pereyê wî didin û vedişêrin. Ji ber ku kurê min Kurd bû hate kuştin. Bi hezaran kesên bêsûc di zindanê de ne lê kujerê kurê min derve digere.”
Parêzerê Malbatê Rojhat Dîlsîz jî destnîşan kir ku vaye 11 sal in em heman tiştê dibêjin û wiha axivî; “Em nizanin heya kengî em ê werin û gotinên xwe dubare bikin. Ev kes hê li Tirkiyeyê ye û dadgeh û dewlet nikare vî kesî bigire. Divê dadgeh daxwazên me pêk bîne.”
Piştî 12 rûniştinan dadgehê biryara bi awayekî lezgîn desteserkirina Mehmet Nûrbakî Goçmez da. Her wiha derbarê kesê bi navê Serkan ku telefona kujer Goçmez bikar dianî biryara bi zorê anîna danişînê da.
Dadgehê biryara lêkolîn û tespîtên derbarê telefona kujer Goçmez de da.
Danişîn taloqî 12ê berfanbara 2025an hate kirin.