• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MKGê li Wanê şaxa xwe vekir

    MKGê li Wanê şaxa xwe vekir

    HSDê civîna xwe ya asayî li dar xist

    HSDê civîna xwe ya asayî li dar xist

    Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê meclis ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe

    Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê meclis ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe

    ‘Heta deriyê Îmraliyê neyê şikandin ev gel nasekine’

    ‘Heta deriyê Îmraliyê neyê şikandin ev gel nasekine’

    Ahmet Temîz piştî 30 salên girtî hat berdan

    Ahmet Temîz piştî 30 salên girtî hat berdan

    Bi hezaran welatî meşiyan: HSD vîna me ye

    Bi hezaran welatî meşiyan: HSD vîna me ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    MKGê li Wanê şaxa xwe vekir

    MKGê li Wanê şaxa xwe vekir

    HSDê civîna xwe ya asayî li dar xist

    HSDê civîna xwe ya asayî li dar xist

    Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê meclis ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe

    Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê meclis ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe

    ‘Heta deriyê Îmraliyê neyê şikandin ev gel nasekine’

    ‘Heta deriyê Îmraliyê neyê şikandin ev gel nasekine’

    Ahmet Temîz piştî 30 salên girtî hat berdan

    Ahmet Temîz piştî 30 salên girtî hat berdan

    Bi hezaran welatî meşiyan: HSD vîna me ye

    Bi hezaran welatî meşiyan: HSD vîna me ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

Navenda Nûçeyan /AW

19 TÎRMEH 2025 - 10:05
Kategorî: ROJANE
A A
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi wesîleya salvegera 13an a Şoreşa 19ê Tirmehê daxuyanî da û got: “Şoreşa 19ê Tirmehê ji bo tevahiya Sûriyeyê modela çareseriyê ya herî rast e. Çareserî neteweya demokratîk û rêveberiya xweser e.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi wesîleya salvegera 13an a Şoreşa Rojava daxuyaniyek weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Bi ser Şoreşa Rojava ya 19ê Tîrmehê ku yek ji geşedanên girîng ê dîrokê ye, 13 sal derbas bûn. Îro salvegera 13emîn a vê şoreşa dîrokî tê pîrozkirin. Em jî Şoreşa 19ê Tîrmehê ya dîrokî di serî de li gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemû gelên Kurdistan û Sûriyeyê, gelên Ereb, Ermenî, Durzî, Tirkmen, Suryanî, Elewî, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, jin, ciwan û hemû hêzên sosyalîst, şoreşger, demokratîk û azadîxwaz pîroz dikin. Her wiha li hevrêyên enternasyonalîst ku rolekî mezin di pêşketin û parastina vê şoreşê de lîstin, pîroz dikin. Em vê geşedana dîrokî ku şoreşa hevpar a gelan e, silav dikin. Careke din hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.

Şoreşa Rojava nirxên nû daye dîroka me ya mirovahiyê. Ji beriya her tiştî hişt ku civaka ku ji aliyê pergala netew- dewletê ve hatî qelskrin, ji hêzê hatî xistin û bêyî parastin hatî hiştin ji nû ve bikeve ferqa hêza îradeya xwe. Rê li ber dînamîkên civakî yên bingehîn ku mafên wan ji dest hatine girtin, hatine bindestkirin, keda wan hatiye xwarin, vekir ku bi rêxistinbûn û hişmendîbûnê re îradeya xwerêvebirinê qezenc bike. Cudahiyên ziman, ol, mezheb û etnîkî yên gelan ji bûyîna sedema pevçûnê derxist û rê li ber vekir ku weke dewlemendiya civakî were dîtin. Hişt ku gel, bawerî û çand di çarçoveya vê têgihiştina demokratîk de ji nû ve bi xwişk-biratî bijîn. Rê li ber vekir ku jinên ber bi quncikên herî kur û dûr ên jiyana civakî hatine dehfdan, bi hişmendî û ronîbûnê, bi rêxistinbûn û rabûna ser piyan di veguherîna civakî ya demokratîk de û di parastin û avakirina şoreşê de asta pêşengiyê qezenc bike. Şert û mercên ji bo gihandina nîfşekî ciwanan a hişyar, rêxistinkirî û ronak afirandiye.

Bi kurtasî Şoreşa Rojava bi têgihiştina xwe ya neteweya demokratîk û azadîxwaziya jinê bûye çareseriyeke girîng. Di pratîka xwe ya 13 salên derbasbûyî de xwe di gelek aliyan de îspat kiriye. Ji aliyekî ve li hemberî êrîşên ji bo ji holê rakirina şoreşê bi gel û hêzên şoreşê re berxwedaneke mezin daye û şoreşê parastiye, ji aliyê din ve jî pêşketina pergala demokratîk, azadîxwaz û komunal domandiye. Di vî aliyê de Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêpingeke dîrokî ya girîng bi serkeftî derbas kiriye. Şoreşên di dîrokê de ji ber êrîşên hundir û ji derve nekarîne ku xeta berxwedan û şoreşê bi hev re pêş bixin, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev yek hatiye bi ser xistin.

Şoreşa 19ê Tîrmehê ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pratîk dibe, di heman demê de ji bo tevahiya Sûriyeyê modela çareseriyê ya herî rast e. Îro rewşa pevçûnê ya li Sûriyeyê, vê rastiyê bi awayekî zelal eşkere dike. Çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê û pêkanîna yekîtiyê encax bi têgihiştina neteweya demokratîk, rêveberiya xweser a demokratîk û azadîxwaziya jinê ku rêgezên Şoreşa 19ê Tîrmehê ne, bibe. Sepandinên yekparêz, mezhebî û neteweperest wekî ku pevçûn û komkujiyan kûrtir bike, ji bo yekrêziya Sûriyeyê jî gefa herî mezin e.

Em careke din Şoreşa 19ê Tîrmehê ya dîrokî li hemû gelan pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku bi tifaqa demokratîk, rêxistinbûn û têkoşîna ku gelan li ser xeta Şoreşa 19ê Tîrmehê pêş bixin re wê aştî, jiyana demokratîk û azadiya ku li Rojhilata Navîn tê xwestin pêk were.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

MKGê li Wanê şaxa xwe vekir

MKGê li Wanê şaxa xwe vekir

18 ÎLON 2025
HSDê civîna xwe ya asayî li dar xist

HSDê civîna xwe ya asayî li dar xist

18 ÎLON 2025
Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê meclis ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe

Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê meclis ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe

18 ÎLON 2025
Civîna komîsyonê ya vê heftê bi dawî bû

Civîna komîsyonê ya vê heftê bi dawî bû

18 ÎLON 2025
Civîn a 11an a Komîsyonê: Divê mafê ziman û wekhevî di mekazagonê de be mîsogerkirin

DEM Partiyê civîn terk kir

18 ÎLON 2025
Civîn a 11an a Komîsyonê: Divê mafê ziman û wekhevî di mekazagonê de be mîsogerkirin

Civîn a 11an a Komîsyonê: Divê mafê ziman û wekhevî di mekazagonê de be mîsogerkirin

18 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (303)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne