Senatorê Partiya Komarparêz ya Amerîkayê Lîndsey Graham gotibû ku dê pêşnûmeya bi navê “Pêşnûmeya Yasaya Parastina Kurdan” pêşkêşî Senatoya Amerîkayê bê kirin. Kurdên Amerîkayê ji bo vê pêşnûmeyê kampanya îmzeyan da destpêkirin.
Senatorê Partiya Komarparêz ya Amerîkayê Lîndsey Graham diyar kiribû ku dê pêşnûmeya bi navê “Pêşnûmeya Yasaya Parastina Kurdan” pêşkêşî Senatoya Amerîkayê bê kirin. Senator Graham ku çend roj e êrişên li ser Rojava bi bîr dixe, destnîşan kiribû ku dê pêşnûmeyek pêşkêşî Senatoyê bike û piştgiriyek xurt ji her du partiyan ankû Partiya Komarparêz û Partiya Demokrat heye.
Li gorî pergala DYAyê hikûmet neçare ku yasayên senatoyê çêkirine di pêkanîna polîtîkayên xwe de li ber çavan bigire.
Ji bo ku ev pêşnûme were pêşkêşkirin û qebûlkirin, Konfederasyona Dîasporaya Kurdistanî jî li ser malpera chance.com kampanyaya îmzayê da destpêkirin. Heta niha bi deh hezaran kes ev kampanya îmze kiriye.













