KCKê têkildarî peymana Rêveberiya Xweser-HSDê daxuyaniyek da û got: “Peymanek hatiye îmzekirin. Lê belê bi demê re wê diyar bibe bê ev agirbest û peyman mayînde ye yan na. Em bi yekîtiya neteweyî ya demokratîk bi erka xwe rabin. Heta ku rewşa li Rojava zelal bibe, mafên gelê Rojavayê Kurdistanê mîsoger bibe divê xwedîderketin bidome.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê geşedanên li Rojava-Sûriyeyê û peymana di navbera Rêveberiya Xweser-Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de hate ragihandin, daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Daxuyaniya KCKê ya derbarê mijarê de bi vî rengî ye:
“Di hevdîtina 4ê Çileyê de ya navbera heyeta Rêveberiya Xweser û heyeta Şamê lihevkirineke girîng pêk hatibû, lê belê Wezîrê Karên Derve yê Şamê dest li civînê werda û civîn beriya ku daxuyaniyek bê dayin hate bidawîkirin. Di 5ê Çileyê de li Parîsê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Fransa, HTŞ û Tirkiyeyê lihevkirinekê dikin. Di 6ê Çileyê de jî bi çekên giran êrişê dibin ser taxên Kurdan ên li Helebê. Di berdêla ku başûrê Sûriyeyê ji Îsraîlê re bê hiştin, komployeke navneteweyî ya ji bo tasfiyekirina rêveberiya xweser a Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixin meriyetê. Êrişa ji bo belavkirina sîstema civakîparêziya demokratîk didin destpêkirin ku Kurdan li Sûriyeyê bi Ereb, Suryan, çerkez, Tirkmen û gelên din re ava kirin. Ev yek komployek e wan hêzan e ku demokratîkbûna Rojhilata Navîn li berjewendiyên xwe nabîne û li dijî gelên Rojhilata Navîn xistin meriyetê. Êrişa li ser demokratîkbûnê bi esasî veguherî êrişek li ser Kurdan. Bi vî rengî polîtîkaya kontrolkirina Rojhilata Navîn a li ser neçareseriya pirsgirêka Kurd careke din kete pratîkê. Ev êriş ne tenê li ser Rojava-Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye, di heman demê de êrişek li ser destketiyên hevpar ên hemû Kurdan û gelan e.
Bi vê komployê re hate xwestin ku şerê Kurd-Ereb bê destpêkirin. Lê belê ji bo pûçkirina vê provokasyonê ku komploya li hemberî gelan bû, HSDê xwe ji Dêrazor, Reqa û Tebqayê vekişand. Bi vî awayî hêzên ku xwestin şerê Kurd-Ereban bidin destpêkirin negihîştin armanca xwe.
Li hemberî HTŞ û çeteyên pê re tevdigerin yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike û dixwaze sîstema civaka demokratîk belav bikin û Kurdan qir bikin HSD û gelê Rojavayê Kurdistanê dest bi berxwedanê kir. Êrişkar li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê hatin rawestandin. Vê berxwedanê bang li gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê kir ku weke berxwedana Kobanê ya 2014an rabe ser piyan. Li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ji rabûna sala 2014an mezintir bi girseyî û hîn bi biryar rabûn ser piyan. Vê serhildanê hêzeke mezin da berxwedêran. Raya giştî ya demokratîk a cîhanê li hemberî vê êrişê sekinî ku ev êriş li dijî demokratîkbûnê û destketiyên gelê Kurd bû. Welê lê hat ku raya giştî ya wan welatan jî rabû ser piya ku di nava vê komploya navneteweyî de bûn; zext li ser hikumetên xwe kirin û jê xwestin ku êrişan bisekinînin. Berxwedana HSDê û gelê Rojava, rabûna gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û hêzên demokrasiyê kir ku di 30ê Çileyê de lihevkirinek pêk were.
Rêber Apo beriya 4ê Çileyê di çarçoveya entegrasyona demokratîk de projeyeke çareseriyê pêşkêşî rêveberiya Rojava kir; di vê çarçoveyê de 4ê Çileyê lihevkirinek pêk hatibû. Pitşî ku ev projeya çareseriyê ya Rêber Apo hate sabotekirin, Rêber Apo hewl da ku bi her rê û rêbazê lihevkirinekê pêk bîne ku şer bi dawî bike. Vê hewldana wî li gel hêmanên din kir ku lihevkirina 30ê Çileyê pêk were.
Li gel berxwedana şervanên HSD, YPG û YPJê, gelê Rojava bi pêşengiya jin û ciwanan rahişt çekê û vê yekê di astengkirina armancên hêzên qirker de bi roleke girîng rabû. Şoreşa jinê ya li Rojava ruhê azadîparêziyê yê li nava civakê hîn kûr kir û kir ku berxwedana azadiyê têk neçe.

Kurdan nîşanî dinyayê da ku bûye netweweya demokratîk
Li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê gelê me beşdarî seferberiyê bû ku li Rojava hate ragihandin. Gelê me li her cihî bi rengekî yekpare rabû ser piyan. Ev rabûn encama berxwedana sed salî û rastiya gel a ji şerê azadiyê yê dehan salan bû. TêkoŞîna ku me bi berdêlên giran li çar parçeyên Kurdistanê di çarçoveya xeta Rêber Apo de meşand ji bo gelê me yekîtî afirand; vî ruhê yekîtiyê di çalakiyên xwedîderketina li Rojava de xwe di asta herî bilind de nîşan da.
Gelê Bakurê Kurdistanê weke serhildana xwedîderketina li Kobanê ya bêhempa ya 6-7-8ê Cotmeha sala 2014an de pêk anî, li her derê rabû ser piyan. Di serî de Amed, Wan, Êlih, Cizîr, Nisêbîn, Qoser, Şirnex, Gever û metropolên Tirkiyeyê gelê me yê Bakurê Kurdistanê bi rojan rabû ser piyan, bi xurtî piştgirî da berxwedanê. Careke din hate dîtin ku têkoşîna bi pêşengiya PKKê di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de tê meşandin, gelekî berxwedêr ê ji bo azadiyê afirandiye.
Gelê Başûrê Kurdistanê bi coş û welatparêziyeke mezin bi rolan qad dagirt û li hemberî êrişên qirkirinê yên li Rojava sekneke bi biryar nîşan da. Bi zanebûna ku qonaxa duyemîn a vê êrişa qirkirinê wê tinekirina desketiyên li Başûrê Kurdistanê be û qirkirina Kurdan derbasî Başûrê Kurdistanê bike, ne tenê daket qadan; ciwanan berê xwe dan Rojava, rahiştin çekê û li dijî çeteyên qirker şer kirin. Em ewladê hêja yê Kerkûkê Ehmed Omer ê li Rojava şehîd bû careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku Kurdistana azad a ku xeyalê wan bû li çar parçeyên Kurdistanê bi cih bînin.
Gelê Silêmaniyeyê û Kerkûkê bi hişmendiya kûr a hesreta ji jiyana azad ku bi Şêx Mehmûd Berzencî destpê kir timî herikî qadan û bû dengê bi biryar ê yekîtiya neteweyî ya demokratîk. Gelê Başûrê Kurdistanê li her bajar û bajarokî rabû ser piyan û sekneke xurt a pêkhatina yekîtiya neteweyî ya demokratîk a li ser zemîna gel nîşan da.
Li Ewropayê jî ku ji her çar parçeyên Kurdistanê gelê me lê ye, weke her carê timî li ser piyan bû; mînaka herî bedew a bingeha civakî ya yekîtiya Kurd raxist pêş çavan. Gelê me yê ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê li Ewropayê dest bi dest bi rojan li ser piyan bû; bi dengekî bilind qîriya ku wê rê nede qirkirina Kurdan. Hêzên demokrasiyê, sosyalîst û ciwanên enternasyonalîst ên li Ewropayê jî tevlî vê rabûnê bûn û wijdanê mirovahiya cîhanê û raya giştî ya Ewropayê xistin nava liv û tevgerê.
Gelê Rojhilatê Kurdistanê jî li gel ku di nava serhildanên li Îranê de berdêlên giran da; di nava têkoşîna demokratîkkirina Îranê de ye, gelek ciwanên xwe tevlî seferberiya berxwedanê ya li Rojava kir. Ciwanên Rojhilat rahiştin çekê û beşdarî seferberiyê bûn. Bi vî rengî tevlî têkoşîna li dijî komploya navneteweyî bû ku polîtîkayeke qirkirina li ser Kurdan e.
Gelê me yê li Şengal, Mexmûr û Ermenistanê jî li dijî êrişên li ser Rojava rabû ser piyan, nîşan da ku yekîtiya neteweyî ya demokratîk li ser zemîna civakî pêk hatiye. Ji Awûstralyayê heta bi Kanadayê li her devera cîhanê Kurd rabûn ser piyan û beşdarî benda li dijî hêzên qirker ên dijminê Kurdan bûn.
Gelê me yê li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat, Ewropa, Şengal, Mexmûr, Ermenistan û her devera cîhanê rabû ser piyan hêjayî pesindayinê ye û nîşanî dost û dijmin her kesî da ku Kurd veguherîne neteweyeke demokratîk a xurt. Afirandina rastiyeke bi vî rengî ya gel gelekî girîng û dîrokî ye. Eger bi pêşengî û rêxistiniyeke rast bê kirin, gelê me yê li çar parçeyên Kurdsitanê wê bigihêje jiyaneke demokratîk û azad.
Di vê pêvajoya xwedîderketinê de gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat ne tenê daket qadan, her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêk û tengaviya gelê me yê Rojava kampanyayeke xurt a alîkariyê jî meşand. Vî ruhê piştevaniyê raxist pêş çavan ku hesta yekîtiya neteweyî çiqasî xurt e. Hêzên siyasî yên Kurd hemû jî di vê pêvajoyê de bi berpirsyarî rabûn.
Ji bo yekîtiya neteweyî em bi erk û berpirsiyariya xwe rabin
Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên li çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û her devera cîhanê nîşan dan ku yekîtiya demokratîk a neteweyî ya Kurd li qada civakî pêk hatiye. Her wiha çapemeniya Kurd bi giştî jî di vê pêvajoyê de bi roleke girîng rabû. Ev sekna yekîtiyê ya gelê me ji bo hêzên siyasî yên Kurd hemûyan bû banga yekîtiya neteweyî ya demokratîk. Berpirsyariya hêzên siyasî yên Kurd hemûyan e ku vê yekîtiya li ser zemîna civakî ava bûye li ser zemîna siyasî û li nava saziyên neteweyî li ser bingeha demokratîk pêk bînin. Em di wê baweriyê de ne ku hêzên siyasî hemû wê guh bidin vê banga gelê me û li ser bingeha yekîtiya neteweyî ya demokratîk hewl bidin. Weke tevgera azadiyê ya Kurd em amade ne ku di her astê de beşdarî vî karî bibin. Em ê hewl bidin berpirsyariya xwe bi cih bînin.
Heta ku mafên Rojava bên mîsogerkirin divê em xwedî derkevin
Li Rojava agirbestek û lihevkirinek pêk hatiye. Lê belê bi demê re wê diyar bibe bê ev agirbest û peyman mayinde ye yan na. Lewma divê bala gelê me û hêzên demokrasiyê timî lê be; heta ku rewşa li Rojava zelal bibe, mafên gelê Rojavayê Kurdistanê garantî bibe li her derê xwedîderketin bê daîmîkirin.
Em careke din gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û hêzên demokrasiyê pîroz dikin ku nîşan dan ew bi berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê re ne. Vê berxwedana bi heybet ev yek careke din derxist holê; gelekî ku xwe bispêre hêza xwe û yekîtiya xwe pêk bîne dikare her cûre êriş û astengiyan ji pêşiya xwe rake û teqez azad bibe.”













