• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Wan ji bo Rojava meşiya: Taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer

    Hemwelatiyên Wanê: Li pişt êrişan dewleta Tirk heye

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 9ê ÇILEYA 2026an

    Tom Barrack: Em li Helebê ji bo agirbestek mayînde hewl didin

    Tom Barrack: Em li Helebê ji bo agirbestek mayînde hewl didin

    YPJ: Heke gelê me bixwaze em ji bo parastinê amade ne

    YPJ: Heke gelê me bixwaze em ji bo parastinê amade ne

    Tom Barrack: Êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestînin

    Tom Barrack: Êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestînin

    Ebdî: Ger xeteriya li ser gelê me zêde bibe em ê bêdeng nemînin

    Ebdî: Ger xeteriya li ser gelê me zêde bibe em ê bêdeng nemînin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Wan ji bo Rojava meşiya: Taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer

    Hemwelatiyên Wanê: Li pişt êrişan dewleta Tirk heye

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 9ê ÇILEYA 2026an

    Tom Barrack: Em li Helebê ji bo agirbestek mayînde hewl didin

    Tom Barrack: Em li Helebê ji bo agirbestek mayînde hewl didin

    YPJ: Heke gelê me bixwaze em ji bo parastinê amade ne

    YPJ: Heke gelê me bixwaze em ji bo parastinê amade ne

    Tom Barrack: Êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestînin

    Tom Barrack: Êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestînin

    Ebdî: Ger xeteriya li ser gelê me zêde bibe em ê bêdeng nemînin

    Ebdî: Ger xeteriya li ser gelê me zêde bibe em ê bêdeng nemînin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCKê bang li Şamê kir: Divê êriş bisekinin û muzakere bidomin

Navenda Nûçeyan / AW

8 ÇILE 2026 - 12:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê têkildarî êrişên li ser Taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Em bang li Şamê dikin ku êrişan tavilê bisekinîne, bang li aliyan dikin ku ji bo çareseriyê agirbestê ragihînin, aramiyê pêk bînin û jinûve li maseya muzakereyê vegerin.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê têkildarî êrişên li ser Taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê daxuyaniyek da û bang li aliyên siyasî hemûyan kir ku ji bo bicihanîna Mutabaqata 10’ê Adarê hewl bidin û li dora maseyê vegerin. Di daxuyaniya KCKê ya di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hate weşandin de berxwedana li dijî êrişên hêzên hikumeta Demkî ya Şamê ya li Helebê hate silavkirin û bang li hêzên siyasî hemûyan hate kirin ku ji bo bicihanîna Mutabaqata 10ê Adarê hewl bidin. KCKê her wiha bang li hêzên navneteweyî yên ku li Sûriyeyê aştî û aramiyê dixwazin kir ku bi rola xwe rabin.

Daxuyaniya KCKê bi vî rengî ye:

“Di demekê de ku li Tirkiyeyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê nîqaşkirin û bi navê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta Demkî ya Şamê heyet hevdîtinan dikin, destpêkirina êrişên li Helebê rewşeke cidî ye. Eşkere ye ku êrişên hêzên çekdar ên ser bi hikumeta Şamê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yekser li dijî Kurdan e. Ev êriş di heman demê de hewldaneke ku gefê li paşeroja civak û gelên Sûriyeyê, gelê Ereb ê li Helebê dixwe. Tê xwestin, êrişên qirkirinê yên beriya niha li hemberî civaka Durzî û Elewî hate kirin li Helebê bêne dubarekirin. Ev êriş işaretê bi planeke metirsîdar dike ku armanca xwe jinûve geşkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ye. Di vê demê de ku hevdîtin bi Şamê re dihate kirin, destpêkirina van êrişan bi hevdemî li Helebê nêta Şamê radixe pêş çavan. Di hevdîtinên 4ê Çileyê yên navbera heyetan de li gel ku nêzîkatiyeke wisa hate nîşandan ku muzakere dewam bikin, destpêkirina şer nîşan dide ku planeke stratejîk di dewrê de ye. Lewma piştî hevdîtina 4ê Çileyê ya di navbera Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz a Şamê de destpêkirina êrişên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, nîşan dide ku Şam ji bo şer amadekariyan dike. Hêzên li dijî avakirina Sûriyeya demokratîk a bi rêbaza muzakere û diyalogê ne, şer sor dikin û hewl didin serweriyê li Sûriyeyê pêk bînin û berjewendiyên xwe garantî bikin. Dixwazin vê yekê bi qurbanîkirina gelan bikin. Têkiliya dewleta Tirk a bi hikumeta Şamê û hin komên çekdar ên li qadê re li pêş çavan e. Eger dewleta Tirk dest ji siyaseta xwe ya gefxwarin û şerkirinê berde û nêzîkatiyeke çêker û çareseriyê nîşan bide, wê xizmetê ji aştiya herêmê re bike. Eger dewleta Tirk ji bo bicihanîna peymana 10ê Adarê bi roleke erênî rabe, bandora xwe ya li ser komên çekdar ji aliyê erênî ve binirxîne, zimanê xwe û polîtîkaya xwe ji aliyê çareseriya siyasî ve bi kar bîne wê tevkariyê li rawestandina şer û afirandina atmosfera aştiyê bike.

Em di wê baweriyê de ne ku Kurdên li Helebê dê bi sekna Tişrînê taxên xwe biparêzin

Kurdên li Helebê li dijî DAÎŞê û gelek komên çete yên faşîst li dijî êrişan bi berdêlên mezin bi salan li ber xwe dan, heta roja îro li ber xwe dan û karîbûn xwe biparêzin. Ji bilî berxwedana li dijî êrişan û parastina hebûna xwe Kurd li ser hikumeta demkî ya Şamê yan jî li ser hêzeke din ti carî nebûne gefek. Li Helebê gelê Kurd-Ereb xwedî çanda jiyaneke hevpar a bi hev re ye. Êrişên li ser Kurdan ji bo koçberkirina bi zorê ya gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye, paqijkirina Helebê ji Kurdan e, sorkirina nakokiyên Ereb û Kurd e. Lewma êriş li dijî sivîlan, jin û zarokan tê kirin. Di serî de Kurd û Ereb, gelên Sûriyeyê wê li dijî vê zordariyê mafê xwe yê berxwedana rewa bi rengê herî bi bandor bi kar bînin. Wezîfeya welatparêziyê ye ku gelê me li ser bingeha yekîtiya neteweyî li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, bi ruhê Kobanê tevli vê berxwedanê bibe û seferber bibe. Em di wê baweriyê de ne ku Kurdên li Helebê wê bi sekna Tişrînê taxên xwe biparêzin û kevneşopiya berxwedanê dewam bikin. Di serî de Kurdên li Helebê li ber xwe didin, em gelê xwe û raya giştî ya demokratîk a ku piştgiriyê bi berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin, silav dikin.

Em bang li mirovahiyê dikin ku ji bo çareseriya pirsgirêkê bi lezgînî bi rola xwe rabin

Em bang li Şamê dikin ku êrişan tavilê bisekinîne, bang li aliyan dikin ku ji bo çareseriyê agirbestê ragihînin, aramiyê pêk bînin û jinûve li maseya muzakereyê vegerin. Hewldanên hêzên siyasî yên ji bo bicihanîna Mutabaqata 10ê Adarê wê tevkariyê li berjewendiyên gelên Sûriyeyê û aramiya Sûriyeyê bike. Em bang li mirovahiyê û hêzên navneteweyî dikin ên ku aştî û aramiyê li Sûriyeyê dixwazin, ku li ber vê zordariyê rabin, ji bo çareseriya pirsgirêkê bi rêbaza aştiyane û diyalogê û pêkanîna agirbestê ya bi lezgînî bi rola xwe rabin.”

Etîket: daxuyanîÊrişên çeteyanKCKTaxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tom Barrack: Êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestînin

Tom Barrack: Êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestînin

8 ÇILE 2026
Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê demildest dawî li pevçûnan were

Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê demildest dawî li pevçûnan were

8 ÇILE 2026
Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

Mazlûm Ebdî: Em ji bo rawestandina êrîşan dixebitin

8 ÇILE 2026
Rêxistinên Jinên Kurd: Pêşengên serhildanê jinên Kurd in

Rêxistinên Jinên Kurd: Pêşengên serhildanê jinên Kurd in

8 ÇILE 2026
‘Li Helebê êriş, li bakurê Kurdistanê aştî nabe’

‘Li Helebê êriş, li bakurê Kurdistanê aştî nabe’

8 ÇILE 2026
Wan ji bo Rojava meşiya: Taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer

Wan ji bo Rojava meşiya: Taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer

8 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (258)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne