KCKê êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî şermezar kir û ev yek got: “Divê aliyên pêwendîdar ji bo rawestandina van êrişan bi erk û berpirsyariya xwe rabin.”
Komîteya Peywendiyên Derve ya KCKê bi daxuyaniyekê êrişa ku doh bi droneyan li dijî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê pêkhatî şermezar kir.
Daxuyaniya KCKê ya derbarê bûyerê de bi vî rengî ye:
“Rojhilata Navîn bûye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn. Hêzên navdewletî û herêmî ji bo parastin û pêşxistina berjewendiyên xwe her cihî vediguherînin qada şer. Tevî ku gelê Kurd nebûye beşek ji vî şerî, lê siyaset û helwestek herêmî û navdewletî heye da ku Kurdistan bibe yek ji navendên vî şerî. Ji destpêka şer ve Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bûne armanca êrişan. Bi taybetî Başûrê Kurdistanê bûye armanca êrişên dron û moşekan. Di vê çarçoveyê de êrişî ser hêzên pêşmerge, saziyên aborî û fermî û herî dawî jî mala Serokê Herêma Kurdistanê hat kirin.
Em wek Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê van êrişan şermezar dikin. Daxwaz dikin ku hemû aliyên peywendîdar ji bo rawestandina van êrişan erk û berpirsyartiyên xwe yên siyasî û exlaqî bicih bînin. Her wiha em sersaxiyê ji malbat û kesûkarên kesên ku di van êrişan de jiyana xwe ji dest dane re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”













