Walîtiya Îzmirê ji Şaredariyê mohrkirina Komeleya Ziman Û Çandê ya Avestayê xwest. Şaredariyê jî deriyê komeleyê mohr kir. Dijminatiya Kurdan wekî van herdu hevokan xwerû ye? Gelo kê kir?
1ê Tebaxê bi fermana Walîtiya Îzmîrê, Şaredariya Konakê deriyê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê mohr kir. Komeleya Avestayê ji sala 2018an ber bi îro ve perwerdeya zimanê Kurdî da hezaran xwendekaran. Ev sepan tevî ‘pêvajoya’ hatiye destpêkirin pêk hat. Herwiha ev gav polîtîkayên 100 salên dawî ên li hember zimanê Kurdî careke din zindî kir. Bîra me ji me re rastiyeke wiha tîne ziman. Tu hikûmetên dewleta Tirkiyeyê wekî hikûmeta AKPê dijminatiya Kurdî nekir, AKPê gelek sazî û dezgehên Kurdî dan girtin.
Tenê Kurdî qedexe ye
Ji rojên ji ber axaftina Kurdî ceza dihat birîn, ber bi îro ve li cîhanê gelek tişt hatin guhertin lê belê polîtîkayên li hember zimanê Kurdî yên li Tirkiyeyê qet neguherîn. Ji ber axaftina Kurdî Kurd hatin qetilkirin, rastî îşkenceyên mezin hatin, hatin revandin, tune hatin hesibandin, zimanê wan hate qedexekirin, ji mal û milkên xwe hatin dûrxistin, ji kar û barên xwe bûn. Li Tirkiyeyê her zimanek bi rehetî dikare were axaftin lê belê Kurdî her rastî qedexe û êrişan tê.
Bêtehamuliya Kurdî dijminatî ye
Li gel ‘pêvajoya’ hatiye destpêkirin dê ev gava mohrkirina deriyê saziya zimanê Kurdî, çawa were niexandin. Hikûmeta AKPê di sala 2016an de bi biryara KHKê tevî 37 şaxên xwe Komeleya Lêkolîn û Pêşvexistina Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) da girtin. Bi destê darazê derbarê hevserok, rêveber û endamên Kurdî-Derê de doz hatin vekirin, gelek ji wan bi cezayên demdirêj ên hepsê hatin cezakirin. Tevî van gelek kanalên Televîzyonê, radyo, ajansên nûçeyan, kovarên wêjeyî, rojname hatin girtin. Derbarê rêveber û rayedarên van saziyan de doz hatin vekirin. Ji gelek rêveberên van saziyan re cezayên giran ên hepsê hatin birîn. Vê jî têr nekir, gelek çalakiyên hunerî yên wekî, sînema, şano, konser ên ku bi Kurdî dê bihatana lidarxistin, hatin qedexekirin. Mixabin piraniya van êrişên li ser zimanê Kurdî, bêceza hatin hiştin, herwiha êrişên li ser sazî û dezgehên Kurdî bi bêcezahiştinê hatin teşwîqkirin. Gelo em ê vê mohrkirina dawî ji êrişên berê çawa cuda bikin. Gelo AKP di vê pêvajoyê de ji dil e? Walîtiyên ku wek şaxên AKP’ê dixebitin ma qey ev yeka bêyî AKPê kir? Kê kir? AKPê kir!
Aştî bi gavên şênber pêk tê
Di vê pêvajoyê de ger aliyê PKKê ger aliyê dewletê ji bo helwest nîşan bidin peyamên erênî dan. Herwiha PKKê biryara berdana çekan da û komek ji kadroyên PKKê çekên xwe li Silêmaniyeyê şewitandin. Tevî van ji parlamenterên partiyên di meclisê de cih digirin komîsyonek hat avakirin û qaşo dê derbarê pêvajoya heyî de qanûnan amade bikin yan jî dê pêşniyarên qanûnan pêşkeşî Meclisê bikin. Heke em bala xwe bidinê yê ku qaşo piştgiriyê dide vê pêvajoyê AKP ye lê em baweriya xwe ji kîjan AKPê bînin. Ya ku bi çavan tê dîtin sepanên faşîzmeke xwerû ye lê gotin û kirin bi qasî dinyayê ferq dikin. Heger em pirsa van êriş û gefên li ser ziman ji aqlê xwe bipirsin, em ê bersiveke hêsan û zelal bigirin. Her tiştekê AKP dike. Ev çi destmêj e, ev çi nimêj e?
Bêdengî hevkarî ye
Îro jî dema parlamenterên DEM Partiyê li ser kursiya meclisê du gotinên Kurdî dikin ev gotin di girtekên meclisê de wek ‘Zimanê nayê zanîn’ tê qeydkirin. Gelo yên ku li hember zimanê Kurdan ewqas bêtehemûl bin dê çawa mafên Kurdan nas bikin, dê çawa pêşerojeke hevpar bi Kurdan re ava bikin. Mebest ‘pêvajoya’ tê domandin sabote kirin nîn e, lê em ê van sepanan ji kê bipirsin? Tevî van sepanên dijminane ku her Kurdek sedemên vê yekê bi awayekî eşkere pê hesiya lê ev bêdengiya sazî û dezgehên Kurdan tê çi wateyê? Tevî van gelek saziyên sivîl, saziyên kedê, saziyên maf û hiqûqê hene lê çima bêdeng in. Qey bêdengî bû merîfet?
AKP hêzên aştîxwaz diceribîne
Ne AKPyî ne jî CHPyî vê sepana faşîzane digirin ser xwe. Nexwê ev Walîtî û Şaredarî girêdayî kê ne. Gelo şaredarî li dijî CHPê, Walîtî jî li dijî AKPê tevgeriyane. An ev operasyoneke faşîst a ku tifaqa xwe ji salan girtiye ye. Kê kir? AKP’ê kir, lê CHPê jî şirîkatî kir. Li vî welatî her xirabî li gor polîtîkayekî tên kirin lê belê her kirin bî tifaqên vekirî û veşartî tên kirin. Her welatiyê li ser vê axê dijî, şahidiya vê dijminatiyê kir. Bêhelwestî jî geh bi dîtin be, geh bi temaşekirin be, geh bi bêdengî be, şîrîktiya vê bûyerê ye. Heke deng dernekeve sibê ev mohr dê bandora xwe li ser devê her Kurdekê/î zêdetir bide hîskirin. Divê em rê nedin ku faşîstî wek ji rêzê were sepandin. Yên ku vê yekê dikin sûcên xwe dizanin. Kê kir? AKPê kir! Kê bêdeng in, ew jî şirîkên veşartî ne!