• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gelê Riha û Êlihê ji bo banga Ocalan guhdar bikin gihişt Amedê

    ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê têgeha neteweya demokratîk xurt bibe

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê têgeha neteweya demokratîk xurt bibe

    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Gelê Riha û Êlihê ji bo banga Ocalan guhdar bikin gihişt Amedê

    ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê têgeha neteweya demokratîk xurt bibe

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê têgeha neteweya demokratîk xurt bibe

    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kê kir? AKPê kir!

Racî Abî / AW

4 TEBAX 2025 - 10:59
Kategorî: ÇAND Û HUNER, FORUM, MANŞET
A A
Walîtiya Îzmirê ji Şaredariyê mohrkirina Komeleya Ziman Û Çandê ya Avestayê xwest. Şaredariyê jî deriyê komeleyê mohr kir. Dijminatiya Kurdan wekî van herdu hevokan xwerû ye? Gelo kê kir?

1ê Tebaxê bi fermana Walîtiya Îzmîrê, Şaredariya Konakê deriyê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê mohr kir. Komeleya Avestayê ji sala 2018an ber bi îro ve perwerdeya zimanê Kurdî da hezaran xwendekaran. Ev sepan tevî ‘pêvajoya’ hatiye destpêkirin pêk hat. Herwiha ev gav polîtîkayên 100 salên dawî ên li hember zimanê Kurdî careke din zindî kir. Bîra me ji me re rastiyeke wiha tîne ziman. Tu hikûmetên dewleta Tirkiyeyê wekî hikûmeta AKPê dijminatiya Kurdî nekir, AKPê gelek sazî û dezgehên Kurdî dan girtin.

Tenê Kurdî qedexe ye

Ji rojên ji ber axaftina Kurdî ceza dihat birîn, ber bi îro ve li cîhanê gelek tişt hatin guhertin lê belê polîtîkayên li hember zimanê Kurdî yên li Tirkiyeyê qet neguherîn. Ji ber axaftina Kurdî Kurd hatin qetilkirin, rastî îşkenceyên mezin hatin, hatin revandin, tune hatin hesibandin, zimanê wan hate qedexekirin, ji mal û milkên xwe hatin dûrxistin, ji kar û barên xwe bûn. Li Tirkiyeyê her zimanek bi rehetî dikare were axaftin lê belê Kurdî her rastî qedexe û êrişan tê.

Bêtehamuliya Kurdî dijminatî ye

Li gel ‘pêvajoya’ hatiye destpêkirin dê ev gava mohrkirina deriyê saziya zimanê Kurdî, çawa were niexandin. Hikûmeta AKPê di sala 2016an de bi biryara KHKê tevî 37 şaxên xwe Komeleya Lêkolîn û Pêşvexistina Zimanê  Kurdî  (Kurdî-Der) da girtin. Bi destê darazê derbarê hevserok, rêveber û endamên Kurdî-Derê de doz hatin vekirin, gelek ji wan bi cezayên demdirêj ên hepsê hatin cezakirin. Tevî van gelek kanalên Televîzyonê, radyo, ajansên nûçeyan, kovarên wêjeyî, rojname hatin girtin. Derbarê rêveber û rayedarên van saziyan de doz hatin vekirin. Ji gelek rêveberên van saziyan re cezayên giran ên hepsê hatin birîn. Vê jî têr nekir, gelek çalakiyên hunerî yên wekî, sînema, şano, konser ên ku bi Kurdî dê bihatana lidarxistin, hatin qedexekirin. Mixabin piraniya van êrişên li ser zimanê Kurdî, bêceza hatin hiştin, herwiha êrişên li ser sazî û dezgehên Kurdî bi bêcezahiştinê hatin teşwîqkirin. Gelo em ê vê mohrkirina dawî ji êrişên berê çawa cuda bikin. Gelo AKP di vê pêvajoyê de ji dil e? Walîtiyên ku wek şaxên AKP’ê dixebitin ma qey ev yeka bêyî AKPê kir? Kê kir? AKPê kir!

Aştî bi gavên şênber pêk tê

Di vê pêvajoyê de ger aliyê PKKê ger aliyê dewletê ji bo helwest nîşan bidin peyamên erênî dan. Herwiha PKKê biryara berdana çekan da û komek ji kadroyên PKKê çekên xwe li Silêmaniyeyê şewitandin. Tevî van ji parlamenterên partiyên di meclisê de cih digirin komîsyonek hat avakirin û qaşo dê derbarê pêvajoya heyî de qanûnan amade bikin yan jî dê pêşniyarên qanûnan pêşkeşî Meclisê bikin. Heke em bala xwe bidinê yê ku qaşo piştgiriyê dide vê pêvajoyê AKP ye lê em baweriya xwe ji kîjan AKPê bînin. Ya ku bi çavan tê dîtin sepanên faşîzmeke xwerû ye lê gotin û kirin bi qasî dinyayê ferq dikin. Heger em pirsa van êriş û gefên li ser ziman ji aqlê xwe bipirsin, em ê bersiveke hêsan û zelal bigirin. Her tiştekê AKP dike. Ev çi destmêj e, ev çi nimêj e?

Bêdengî hevkarî ye

Îro jî dema parlamenterên DEM Partiyê li ser kursiya meclisê du gotinên Kurdî dikin ev gotin di girtekên meclisê de wek ‘Zimanê nayê zanîn’ tê qeydkirin. Gelo yên ku li hember zimanê Kurdan ewqas bêtehemûl bin dê çawa mafên Kurdan nas bikin, dê çawa pêşerojeke hevpar bi Kurdan re ava bikin. Mebest ‘pêvajoya’ tê domandin sabote kirin nîn e, lê em ê van sepanan ji kê bipirsin? Tevî van sepanên dijminane ku her Kurdek sedemên vê yekê bi awayekî eşkere pê hesiya lê ev bêdengiya sazî û dezgehên Kurdan tê çi wateyê? Tevî van gelek saziyên sivîl, saziyên kedê, saziyên maf û hiqûqê hene lê çima bêdeng in. Qey bêdengî bû merîfet?

AKP hêzên aştîxwaz diceribîne

Ne AKPyî ne jî CHPyî vê sepana faşîzane digirin ser xwe. Nexwê ev Walîtî û Şaredarî girêdayî kê ne. Gelo şaredarî li dijî CHPê, Walîtî jî li dijî AKPê tevgeriyane. An ev operasyoneke faşîst a ku tifaqa xwe ji salan girtiye ye. Kê kir? AKP’ê kir, lê CHPê jî şirîkatî kir. Li vî welatî her xirabî li gor polîtîkayekî tên kirin lê belê her kirin bî tifaqên vekirî û veşartî tên kirin. Her welatiyê li ser vê axê dijî, şahidiya vê dijminatiyê kir. Bêhelwestî jî geh bi dîtin be, geh bi temaşekirin be, geh bi bêdengî be, şîrîktiya vê bûyerê ye. Heke deng dernekeve sibê ev mohr dê bandora xwe li ser devê her Kurdekê/î zêdetir bide hîskirin. Divê em rê nedin ku faşîstî wek ji rêzê were sepandin. Yên ku vê yekê dikin sûcên xwe dizanin. Kê kir? AKPê kir! Kê bêdeng in, ew jî şirîkên veşartî ne!

Etîket: AKPAvestaGirtinKomele
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê hejmara girtiyan derket 103 kesan

Li Enqereyê îro jî 55 kes hatin girtin

26 HEZÎRAN 2026
Li Enqereyê hejmara girtiyan derket 103 kesan

Li Enqereyê hejmara girtiyan derket 103 kesan

25 HEZÎRAN 2026
Erdogan: Em li ser qanûneke çarçoveyê dixebitin

Erdogan: Em li ser qanûneke çarçoveyê dixebitin

24 HEZÎRAN 2026
Îran pergala Tengava Hurmuzê diguherîne

Îran Hurmizê girt: DYA û Îran li Swîsreyê tên ba hev

21 HEZÎRAN 2026
Heyeta Îmraliyê ji bo çêkirina qanûnan bi AKPê re hevdîtin pêk anî

Heyeta Îmraliyê ji bo çêkirina qanûnan bi AKPê re hevdîtin pêk anî

5 HEZÎRAN 2026
Îranê êrîşî Komelayê kir

Îranê êrîşî Komelayê kir

3 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Repbêj Serhedo hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê: Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya 13 sal in didome: Pere nayê şandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (732)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne