Mêrdîn – Şîrketa Oz-Ege Tûtinê ku li Îzmîrê û navçeya Qoserê şîrketên wê hene li Îzmîrê rojane hezar û 200 lîre dide karkeran lê li Qoserê 710 lîre dide karkeran. Ev yek jî nîşan dide ku keda karkerên Kurd tê xwarin.
Li Kurdistanê ji her alî ve mafê gel tê binpêkirin û ji vê yekê herî zêde karker para xwe digirin. Li bajarên Tirkiyeyê heman kar bi mûçeyek baş û bi razandina sîgorteyê karker tên xebitandin lê heman kar dema li bajarên bakurê Kurdistanê tê kirin destheqek hindik û bêyî ku sîgorte were razandin karker tên xebitandin. Li gundên Qeraşîkê, Xerabkûrka, Tilnişir, Aqziyaret, Boqatêr, Qildûman û Cûanê yên girêdayî navçeya Qoserê ya Mêrdînê Şîrketa Oz-Ege Tûtinê zêdetirî 15 hezar donim zevî îcare girtine û di van zeviyan de tûtinê diçîne. Di van zeviyên tûtinê de zêdetirî 200 karkerên ku piraniya wan jin in tên xebitandin û karmend di her alî de mêtîngeriyê li ser karkeran pêk tîne. Ev karker ji navçeyên Dêrik, Qoser ên Mêrdînê û ji navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ji bo karê tûtinê tên.
2 sal in keda karkerên jin dixwe
Xwediyê Şîrketa Oz-Ege Tûtînê Mahmût Ozgener e û li navçeya Torbali ya Îzmîrê bi salan e ji bo şîrketa Phîlîp Morrîs a Amerîkayê tûtinê berhev dike. Phîlîp Morrîs piraniya markayên cigareyan çêdike û Oz-Ege Tûtîn ji bo vê fîrmayê her roja diçe bêtir tûtinê berhev dike. Di sala 2024an de Şîrketa Oz-Ege Tûtinê 2 sal in bi pereyek pir kêm û di şert û mercên giran de karkerên jin ên berê xwe dan Qoserê dide şixulandin.
Li Îzmîrê îcare 10 hezar lîre ye li Qoserê 5 hezar û nîv lîre ye
Şîrketa Oz-Ege Tûtinê tenê ne ji ber kedxwarina karkerên Kurd di heman demê de ji ber erzanbûna îcareya zeviyan jî ev gav avêtiye. Dema me li ser kar û barê şîrketê yê li Torbaliyê lêkolîn kir, em hîn bûn ku li Torbaliyê donumek erd salê bi 10 hezar lîre îcare digire û li Qoserê bi 5 hezar û nîv lîreyan îcare digire. Her wiha DEDAŞ ceyrana erzan ku nade cotkarên herêmê dide Şîrketa Oz-Ege Tûtinê.
‘Pereyê ku rojane tê dayîn ne li gorî dilê me ye’

Ji bilî kêmdayîna pereyê karkeran û îcare girtina zeviyan a erzan di dema kar de jî jinên di karê tûtinê de dixebitin gelek zehmetiyan dikêşin. Karkera bi navê Selma Tîmûr diyar kir ku pereyê ku rojane ji wan re tê dayîn ne li gora dilê wan e û wiha axivî: “Em serê sibê saet di 06.00an de dest bi kar dikin. Dema em dixebitin cihê nimêjê tune ye û cihê destavê li her derê tune ye û zehmetiyê dikêşin. Em dayîk in û zarokên me hene, dema em ji kar diçin malê jî em kevanetiyê dikin. Ev jî zehmetiyê dide me. Destheqê em distînin lê ne li gor dilê me ye. Ya rastî pereyê em distînin kêm e.”

Xebatkara bi navê Tûba Temel bal kişand ser cudahiya karkerên li aliyê Tirkiyeyê û Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Li hela Tirkiyeyê pere zêde didin lê li hêla me kêm didin. Ew karê ew li wir dikin em jî li vir dikin. Çima pereyê me kêm didin.”
Platforma 4 kesan 3 kesan didin xebitandin

Selma Sayan ku li ser platforma traktorê dixebite da zanîn ku li ser platforma berhevkirina tûtinê kêm kesan didin xebatandin û wiha got: “Li şuna 4 kes li ser platformê bixebitin 3 kesan didin xebitandin. Ev jî dibe sedem ku em bêtir biwestin.”

Fatma Olmez jî bi lêv kir ku ji ber ku ew mecbûr in bixebitin karmend jî pereyekî hindik dide wan û anî ziman ku lê bi pereye hindik be jî ne neçar in ku ji bo debara mala xwe bixebitin.
Di rojên havînê de ava tankeran a qirêj didin me

Kezîban Taş ku ji gundê Warga Xensê yê navçeya Dêrikê tê kar, anî ziman ku karê ew dikin ne karekî ku rojê 700 lîre bigirine û got: “Em tên kar û zarokên me li malê dimînin. Ev karê em dikin zehmet e û ne karê rojê 600-700 lîreyî ye. Li gundên kêleka me karker îsotan diçinin, rojê hezar lîre didin wan. Em saet di 02.30an de ji xew radibin heya saet di 14.00an de dixebitin 700 lîre didin me. Havîn bi ser me re derbas bû ew ava tankêran a qirêj didin me. Halê me wisa ye. Dema baran bibare û em nekarin bixebitin jî pereye nîv rojê didin me.”
Li metropolên Tirkiyeyê û vir cuda ye

Jina bi navê Katîbe Erkan jî da zanîn ku sala borî ew li metropolên Tirkiyeyê dixebitî û wiha axivî: “Sala borî ez li metropolan dixebitîm û pereyek baş didan me. Her wiha sîgorta me jî dirazandin. Lê li vir pere kêm e û sîgorteya me jî narazînin. Zarokên min diçin dibistanê û em mecbûr in bixebitin.”



























