Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê li dijî tayinkirina qeyûm li ber şeredariya Sêrtê daxuyanî dan û diyar kirin ku dê li dijî sepana qeyûm têkoşîna xwe bidomînin.
Platforma Kêd û Demokrasiyê ya Şirnexê, li dijî tayinkirina qeyûm li ser şeredariya Sêrtê li qada Cumhuriyetê ya Şirnexê daxuyanî dan. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyan wê û nûnerên saziyên sivîl ên Şirnexê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Rêze ji vîna gelê Sêrtê re bigirin û dev jî sepanên qeyûm berdin” dinivisî hat hilgirtin.
Nûnerê Egitim-Senê Yaşar Taşdemir daxuyanî da û got: “Desthilat mafê hilbijartinê yê gel nas nake. Li aliyekî behsa pêvajoya çareseriyê û pêdiviya aştiyê dikin. Li aliyê din şaredariyên ku hatine hilbijartin ji wezîfeyê tên girtin. Tayînkirina qeyûman li şûna wan, di warê rewabûna demokratîk de nakokîyeke mezin çêdike. Em bang li hemû saziyên mafên mirovan û demokrasiyê dikin ku li dijî vê nêzîkatiya darbeyê ya dijdemokratîk dengê xwe bilind bikin. Divê desthilat dev ji vê helwesta xwe berde. Têkoşîna me ya li dijî desthilata darbekar dê bidome.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.