Xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê li Amedê di Newroza 2017an de ji aliyê polîs ve hate kuştin, li cihê lê hate kuştin hate bibîranîn. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir got: “Êdî em naxwazin ciwanên me werin qetilkirin.”
Xwendekarê Zanîngehê Kemal Kûrkût ê di dema pîrozbahiyên Newroza 2017an a Amedê de tevî tazî bû jî li noxteya ketina qadê bi îdiaya bombeyê zindî ye ji aliyê polîsekî ve hate kuştin, li cihê ku lê hate kuştin hate bibîranîn.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, şandeyên ji Başûr û Ewropayê, gelek siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl tev li bîranînê bûn.
‘Em Newroza îsal diyarî Kemal Kûrkût dikin’
Di biranînê de Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di bîranînê de axivî û wiha got: “Êdî em naxwazin ciwanên me werin kuştin. Em Kemal Kûrkût bi rêzdarî bi bîr tînin, em Newroza îsal diyarî wî dikin û cejna malbata wî û hemû gelê Kurd pîroz dikin.”
Pişt re beşdarvanan qûrnefîl danîn cihê Kûrkût lê hate kuştin.