• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Enqereyê Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin

    Li Enqereyê Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin

    Abdullah Ocalan: Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, bi Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe

    Ocalan: Qonaxa yekem qediya, ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye HATE NÛKIRIN

    Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

    Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

    Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê dê bi CHP û EMEPê re bê cem hev

    Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Enqereyê Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin

    Li Enqereyê Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin

    Abdullah Ocalan: Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, bi Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe

    Ocalan: Qonaxa yekem qediya, ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye HATE NÛKIRIN

    Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

    Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

    Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê dê bi CHP û EMEPê re bê cem hev

    Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kerem Canpolat: Divê Abdullah Ocalan azad be û gotina xwe bêje

Navenda Nûçeyan / AW

25 ÎLON 2025 - 09:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat destnîşan kir ku Tirkiye erênî nêzî mafê hêviyê nabe û wîha got: “Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê azad be, hevdîtinê bi civakê re bike û gotina xwe parve bike.”

 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 27 sal in di bin tecrîdeke girankirî de li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin. Dadgaha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) cezayê heta hetayê yê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn wek îşkence pênase kir û di sala 2015an de derbarê cezayê heta hetayê yên li Tirkiyeyê tên dayîn wek ‘binpêkirina mafan’ pênase kir û ji Tirkiyeyê xwest ji bo mafê hêviyê were hin qanûnan amade bike. Tirkiye ev 12 sal in ji bo mafê hêviyê hêj tu gav neavêtine. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di navbera 15 û 17ê Îlonê de civiya û ji bo mafê hêviyê pêk bîne, heya Hezîrana 2026an mohlet da Tirkiyeyê.

Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê Ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat di derbarê ‘mafê hêviyê’ de ji ajansa me re axivî. Kerem Canpolat pêkneanîna mafê heviyê wek binpêkirina hiqûqê pênase kir û wiha got: “Dewleta Tirkiyê dixwaze girtî heya dawiya jiyana xwe di zindanan de bê ragirtin. Bi rastî ji bo girtiyan û malbatên wan ev weke işkenceyê tê dîtin. Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê rewşa girtiyên 20 an 25 salan di girtîgehan de mane berçav derbas dike û heke rewşa girtiyan erênî be ji bo wan mafê hêviyê pêk tîne. Li Ewropayê mînakên bikaranîna mafê heviyê hene. Lê mixabin hêj jî li Tirkiyeyê mafê hêviyê pêk nehatiye.”

‘Heke hêviya derketinê tune be, girtin mirin e’

Kerem Canpolat anî ziman kû Tirkiyeyê ji bo mafê heviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erênî nêz nabe û wiha berdewam kir: “Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê azad be, hevdîtinê bi civakê re bike, gotina xwe parve bike. Divê teqez mafê hêviyê bikeve meriyetê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan temsîliyeta rêxistina xwe û gelê xwe dike. Em dixwazin dewlet gav biavêje û mafê hêviyê pêk bîne. Bi hezaran girtî ji ber vê rewşê mexdur bûne. Ev girtî her roj zextê dibînin. Heke hêviya derketinê tune be, ew rewş mirin e.”

‘Divê dewlet zagonên xwe biguherîne’

Di dawiya axaftina xwe de Kerem Canpolat diyar kir ku di serî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên ku cezayên giran li wan hatine birîn, divê mafê hêviyê bi kar bînin û got: “Divê teqez dewlet zagonên xwe biguherîne. Tirkiye divê Mafê Hêviyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bîne, berdana girtiyan têxe meriyetê, li gorî berpirsayariya xwe gavan biavêje. Lê mixabin Tirkiye hêj jî ji aliye siyasî ve gavên şênber neavêtiye.”

Etîket: Kerem CanpolatMafê HêviyêMED TUHAD-FEDRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Fetî Yildiz: Ez ê biçim Îmraliyê

Fetî Yildiz: Mafê heviyê dê teqez hebe

16 SIBAT 2026
Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

16 SIBAT 2026
Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

15 SIBAT 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Roj roja xîretê ye, dermanê me yekîtî ye

Beşa duyemîn a hevpeyvîna li gel Veysî Aktaş hate weşandin

15 SIBAT 2026
DBP: Kobanê sey rûmetê însanîyetî payra ya!

DBP: Divê îradeya çareseriyê birêz Ocalan azad bibe

15 SIBAT 2026
Gelê Bismilê: Dem dema azadiya Rêber Ocalan e

Gelê Bismilê: Dem dema azadiya Rêber Ocalan e

15 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan: Qonaxa yekem qediya, ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên şandeya Rojava di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Talîban: Amerîka êrişî Îranê bike em ê piştgiriya Îranê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (620)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne