• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi 77 meşaleyan Artemêtan ronî kirin

    Bi 77 meşaleyan Artemêtan ronî kirin

    Li Êlihê li sê cihan agirê Newrozê hate vêxistin

    Li Êlihê li sê cihan agirê Newrozê hate vêxistin

    Li Çîgîliya navçeya Îzmîrê agirê newrozê hat pêxistin

    Li Çîgîliya navçeya Îzmîrê agirê newrozê hat pêxistin

    Dê sibe dê komek din a dîlgirtiyan were berdan

    Ciwanên Amedê Newroza Abdullah Ocalan pîroz kirin

    Dê sibe dê komek din a dîlgirtiyan were berdan

    Dê sibe dê komek din a dîlgirtiyan were berdan

    Li navçeyên Stenbolê Newroz: Bijî Serok Apo

    Li navçeyên Stenbolê Newroz: Bijî Serok Apo

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bi 77 meşaleyan Artemêtan ronî kirin

    Bi 77 meşaleyan Artemêtan ronî kirin

    Li Êlihê li sê cihan agirê Newrozê hate vêxistin

    Li Êlihê li sê cihan agirê Newrozê hate vêxistin

    Li Çîgîliya navçeya Îzmîrê agirê newrozê hat pêxistin

    Li Çîgîliya navçeya Îzmîrê agirê newrozê hat pêxistin

    Dê sibe dê komek din a dîlgirtiyan were berdan

    Ciwanên Amedê Newroza Abdullah Ocalan pîroz kirin

    Dê sibe dê komek din a dîlgirtiyan were berdan

    Dê sibe dê komek din a dîlgirtiyan were berdan

    Li navçeyên Stenbolê Newroz: Bijî Serok Apo

    Li navçeyên Stenbolê Newroz: Bijî Serok Apo

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kesayetên misrî piştgirî dan berxwedana Rojava

Navenda Nûçeyan / AW

27 ÇILE 2026 - 09:50
Kategorî: CÎHAN
A A
Kesayetên ji Misrê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên Sûriyeyê yên li ser Rojava şermezar kirin û diyar kirin ku êriş sûcek li dijî mirovahiyê ye.

Zêdetirî sed rewşenbîr û kesayetên Misirî bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rakirina dorpêçê, parastina gel û mafên pêkhateya Kurd destwerdana lezgîn bê kirin. Kesayet û tevgerên siyasî yên ji Misrê nerazîbûn nîşanî dorpêç û êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser Rojavaayê Kurdistanê dan û bang lezgîn a destwerdanê li hêzên navneteweyî kir.

Wezareta Karên Derve ya Misrê der barê agirbesta ku hikumeta demkî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandine de daxuyaniyek weşand. Wezaretê agirbest pêşwazî kir û hêvî kir ku bibe gaveke cidî ber bi destpêkirina proseyeke siyasî ya giştî ve ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bigire nava xwe.

Sîsî: Diyalog û beşdariya siyasiya giştî aramiyê tîne

Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî anî ziman ku divê tu alî ji proseya siyasî neyê dûrxistin û got: “Diyalg û beşdariya siyasî ya giştî rêya yekane ya avakirina dewleta Sûriyeyê û mîsogerkirina aramiya wê ye.”

‘Lêkolîna navneteweyî ya serbixe destpêbike’

Her wiha misrî jî di nav de kesayetên Erebî nerazîbûn li dijî êrişên li ser herêmên Kurdan dan û got ku divê tavilê tundî were rawestandin, lêkolîneke navneteweyî ya serbixwe were destpêkirin û li diyaloga siyasî vegerin.

Sed rewşenbîrê misrî êrişan şermezar kirin

Li aliyekî din jî zêdetirî sed rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedar û hunermendên Ereb ku misrî jî di nav de ne, daxuyaniyek hevbeş dan. Di daxuyaniyê de êrişên li ser Kurdan şermezar kirin û diyar kir ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê berpirsê rageşiyê ye. Her wiha îşaret pê kirin ku “Sûriye bi dûrxistinê ava nabe û bi tundiyê nabe yek, lê bi edalet û tevkariya siyasî ava dibe.” Kesayetan ji bo tevahî Sûriyeyan edalet û azadî xwestin.

‘Êriş koçberiyê mezin dike’

Rêveberê Navenda Qahîreyê ya Lêkolînên Kurdî Seyîd Ebdulfetah, ji ajansa ANHAê re diyar kir ku êriş û dorpêça li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşek ji planên derve ne ku xizmeta gelê Sûriyeyê nakin. Ebdulfetah got ku êriş bibe sedema koçberbûna hejmareke mezin a sivîlan û xirabûna xizmetguzariyên bingehîn.

‘Şer û êriş derfetê jiyanê ji holê radike’

Akademîsyen Elî Sabit hişyarî da ku operasyonên sîstematîk ên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li dijî Kurdan sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirinên bêhempa li dijî jinên Kurd in. Elî Sabit anî ziman ku dorpêç û hilweşîna binesaziyê jiyana sivîlan dixe xetereyê û dibe ku destê hikumeta demkî bixe nav komkujiyekê .

‘Helwesta sar û bêdengî parçeyeke şer e’

Sabit got ku helwesta sar û bêdeng a navneteweyî di çarçoveya lihevkirinên teng ên li dijî gelên li Sûriyeyê de têne kirin û diyar kir ku ev helwest aloziyê gurtir dike.

Etîket: Berxwedana Rojavaçeteyên Hikûmeta Demkî ya ŞamêMisirPiştgiriya Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

Şam peymanê pêk naîne: Dorpêça Kobaniyê didome

5 SIBAT 2026
Xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên xwe meşiya

Xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên xwe meşiya

4 SIBAT 2026
Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

4 SIBAT 2026
Delîl Zîlan: Bi pêşengiya Ocalan li Rojava wê Kurd xwe bi rê ve bibin

Delîl Zîlan: Bi pêşengiya Ocalan li Rojava wê Kurd xwe bi rê ve bibin

3 SIBAT 2026
Keskîn Bayindir: Keziyên jinan dê HTŞê jî têk bibe

‘Baweriya gelê Kurd bi Hikûmeta Demkî ya Şamê nayê’

3 SIBAT 2026
Saziyên wêjeya Kurdî: Rojava çavkaniya yekîtiyê ye

Saziyên wêjeya Kurdî: Rojava çavkaniya yekîtiyê ye

2 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

    Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyama Abdullah Ocalan dê li Newroza Amedê bê xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cudahî û hemaniyên Newrozên Kurdistanê: Li Rojhilat dîrok û çand e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gundî pirr ji rojnamegeriyê hez dikir û xwedî seknek şoreşger bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Geverê: Bila Newroz bibe wesîleya azadî û serketinê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (703)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne