Enqere – Kesê li pêşiya Meclîsê tîşortê Muhsîn Yazicioglu li xwe kiribû û wesayîta bi marka “Torosê” şewitand, bi sedema “Bi zanebûn ewlehiya giştî xistina xeterê” hat girtin.
Kesê bi navê M.E.F. duh li Enqereyê di danê sibehê de li pêşiya Deriyê Çankayayê yê Meclisê ku tîşortê Serokê BBPê yê berê Mûhsîn Yazicioglû li xwe kiribû, wesayîteke spî ya bi marka “Torosê” şewitand. M.E.F. piştî bûyerê hate binçavkirin, piştre jî birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, têkildarî mijarê daxuyanî da. Serdozgeriyê diyar kir ku der heqê M.E.F. de bi sedema sûcê “Bi zanebûn xetere li ser ewlehiya giştî çêkiriye” lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hat gotin ku ev kes bi heman sedemê ji hêla 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ve hatiye girtin.