Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û diyar kir ku pêvajo diqonaxeke girîng de ye û got : “Ev qonax qonaxa azadiya birêz Ocalan û azadiya gelê Kurd e.”
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi şîara, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li qada fûtbolê pîrozbahî hate lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, Dayikên Aştiyê û bi deh hezaran welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatiyên Geverê bi cil û bergên neteweyî û rengên kesk, sor û zer hatin qada Newrozê. Li qadê coş û kelecaneke mezin xwe raxist ber çavan û dirûşmeyên, “Bîji Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” bênavber hatin berzkirin. Gelê Geverê daxwazên xwe yên ji bo ziman û çanda Kurdî bi pankarta “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” li qada Newrozê anîn ziman.
Posterên Ocalan hatin vekirin

Di pîrozbahiyê de ciwanên Geverê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Pîrozbahiyê ji bo cangoriyên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji destdane bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Navçeya Geverê Abdullah Kirmizigul axivî û Newrozê li gel pîroz kir. Abdullah Kirmizigul da zanîn ku Newroz roja serhildan û berxwedanê ye û wiha got: “Em jî Kawayê Hesînkar heta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Newroza hemû şehîdên Kurdistanê pîroz dikin û bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin.”
‘Gelê Kurd li çar aliyê Kurdistanê yek e’

Parlamenter Oznûr Bartin jî Newroza 2026an li hemû gel û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kîr û wiha axivî: “Hêzên hegemonîk dixwazin gelê Kurd bêsatatû, bênasname bihêlin û me ev rewş herî dawî li Rojava dît. Lê gelê Kurd bi yekitiya xwe bersiv da van hêzan. Gelê Rojava bi Paradîgmaya birêz Ocalan li berxwe da û bi serket. Gelê Kurd li çar aliyê Kurdistanê yek e. Em ê bi nasnameya xwe, çand û zimanê xwe li mîrateya şehîdan xwedî derkevin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Dem dema azadiya Birêz Ocalan e’
Keskîn Bayindir jî Newroza gel pîroz kir û got ku Newroza 2026an li qada berxwedanê Geverê li Rêberê Gelê Kurd pîroz dike. Bayindir Newaroza çar aliyê Kurdistanê pîroz kir û wiha pê de çû: “Em hatine qonaxeke girîng û ev qonax qonaxa azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Dixwazin pîrozbahiya Newrozê asteng bikin, li hember astengiyan Zekîyeyan bi bedena xwe agirê Newrozê pêxîst, hûn nikarin Newrozê asteng bikin.”
‘Gelê Rojhilat dê biser bikeve’

Bayindir bal kişand ser şerê li Îranê û ev tişt gotin: “Gelên li Îranê bi salan in di bin zilm û zordariyê de ne. Niha jî li dijî Rejîma Sêdare di nav têkoşîneke de ye. Em bawer in gelê Rojhilat dê bi paradîgmaya Rêzdar Ocalan li berxwe bide û bi ser bikeve. Kesa nikare pêşiya têkoşîna me bigire. Gelê Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nake. Ji ber ku Serokatiya me heye, fikir û felsefeya wî heye. Kurd dê heta ku azad bibin li ber xwe bidin.”
Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxist û gel li dor agir govend gerand. Piştre hunermend Sîpan Xelat û Senar Renda bi stranên xwe gel coşandin.




















