• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darvekir

    Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darvekir

    Balafira veguheztinê ya leşkerî ya Iraqê hat îmhakirin

    Balafira veguheztinê ya leşkerî ya Iraqê hat îmhakirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darvekir

    Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darvekir

    Balafira veguheztinê ya leşkerî ya Iraqê hat îmhakirin

    Balafira veguheztinê ya leşkerî ya Iraqê hat îmhakirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir: Ev rêya têkoşîn û heqîqetê ye

Navenda Nûçeyan /AW

9 SIBAT 2025 - 17:06
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di mitînga Mêrsînê de diyar kir ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyan dike û wiha got: “Em bi Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bawer in. Gel bi sekna xwe ya li vê qadê piştgiriyê dide peyama wî. Ev rê rêya têkoşîn û heqîqetê ye.”

Mitînga “Ji bo aştiyê azadî” ku bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Mêrsînê hat lidarxistin, bi coşeke mezin domiya. Hevserokê Giştî yê DBPê Partiyê Keskîn Bayindir di mitîngê de axivî û gel silav kir. Keskîn Bayindir, diyar kir ku bi hezaran kes tenê ji bo armancekê hatine gelhev û wiha got: “Em ji bo azadî û aştiyê hatin gelhev. Her kesên li vir evîndarên azadiyê ne, ev qad qada azadiyê ye. Bijî kesên azadîxwaz û aştîxwaz. Berxwedana me ya bi dehan sal piştî gelek zehmetiyan gihişt qonaxeke girîng. Em îro ji her demê bêhtir nêzî çareseriyê ne. Dîktatorên li Rojhilata Navîn yek bi yek diçin û dewlet hildiweşin. Tenê gelê Kurd û têkoşîna wan têk neçûye. Îktîdaran, zaliman xwestin gelê kurd bêstatu bihêlin, bêziman bihêlin. Lê ev îktîdar û zalime yek bi yek çûn û hilweşiyan. Niha hemû dinya qala têkoşîna gelê Kurd û dostên wan dike. Ev têkoşîna têkoşîna Mazluman, têkoşîna heqîqetê ye. Li pêşiya me ji bilî serkeftinê tu rêyên din nînin. Bawer bikin serkeftin nêz e. Em ê bibin xwedî statu û azad bibin.”

Rojava ji bo her kesî hevî ye

Keskîn Bayindir, anî ziman ku bi saya qudreta têkoşîna îro li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir û wiha pêde çû: “Li Enqereyê dibêjin ‘em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin’ lê xweziyan bi Derbeya Kenan Evren tînin. Her roj derbeyan li gelê kurd dikin. Li dijî Rojava û çar aliyên Kurdistanê êriş hene lê dibêjin ‘em ê aştiyê bikin.’ Ev dereweke mezin e, ev qad dê bi van derewan nexape û qebûl neke. Li Rojava rejîma Baasê hilweşiya û dinya qala Sûriyeyeke nû dike. Hemû dîktator ji bo Rojava dibêjin ‘gef e’ lê kesên jinan, elewiyan qetil dikin ji bo wan gef nîne. Li Rojava 13 sal in hemû gel bêyî rastiyê cihêkariyê bên bi hev re dijîn. Lê ev pergal ji bo wan xetere tê. Rojava gef nîne, ji bo her kesî hêvî ye. Destên xwe ji ser Rojava bikişînin. Ji bo pêşeroja Sûriyeyê tekane modêl, modêla Rojava ye û ji bilî vê tu rêyên din nînin. Ji bilî Sûriyeyeke demokratîk tu rêyên din nînin. Em li Mêrsînê bang dikin, terka vê zîhniyeta yekperest bikin û hûn çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin. Wezîrê Karên Derve welat bi welat digere û ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd di nava hewldanan de ye. Çawa ku ji qesaban berber çênebin, ji devê misteşarê MÎTê jî gotina aştiyê dernakeve. Em bi siyaseta wan a sedan salan baş dizanin, bi sedhezaran ciwan ketin bin axê. Em ê nehêlin ew vê meseleyê îstîsmar ibkin. Em ê her tim li kolanan bin û li ber xwe bidin. Em ê daxwaza xwe ya azadî û aştiyê li her derê belav bikin.”

‘Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê amade ye’

Keskîn Bayindir bal kişand ser peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: “Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 3 hevdîtin hatin kirin. Di van hevdîtinan de ji bo gelê kurd û gelên cîhanê peyamên girîng hatin dayin. Birêz Ocalan, got; ‘Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade me, bila mafên gelê kurd bên naskirin û di destûra bingehîn de bên çareserkirin û ez ji bo vê amade me.’ Got; ‘ji bo bidawîkirina şer amade me.’ Ji bo çareseriyeke demokratîk bar kete ser milê me tevan. Di çarçoveya peyama birêz Abdullah Ocalan de hewceye em tevek piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Ev qad, piştgiriya ji bo vê peyamê ye. Divê îro li vir dengê me bigihije Îmraliyê. Duh li Amedê, îro jî li Mêrsînê. Bila dinya baş li van meydanan binêre. Sekna aştî û çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan li vê meydanê ye. Çendek rê ceribandin lê armancên wan hasil nebûn û li berxwedana me qelibîn. Em ne ji îktîdaran lê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah ji bo çareseriyê amadekariya nexşerêyekê dike. Ji bo aştiyeke birûmet amadekariyan dike. Birêz Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyan dike, em dipirsin, gelo îktîdar ji bo çi amadekariyan dike? Gel; çareseriya we mereq dike. Operasyon, girtin û komkujî didomin. Azîz Koyluoglû hate qetilkirin. Li Tişrîn û gelek cihên din komkujî didomin. Ev komkujî, zîhniyeta îktîdarê nîşan didin. Birêz Abdullah Ocalan amadekariya çareseriyê û îktîdar jî amadekariya operasyoneke mezin dike. Gelê Kurd û dostên wan dê rê nedin operasyonên we yên şer. Em ê li her derê aştî û îradeya azadiyê birêxistin bikin. Roj roja azadiyê ye. Ev pêvajo ne tenê pêvajoya şopandinê, guhdarîkirin û rûniştinê ye. Dema wê ye ku em rabin ser pêyan û heta azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk tê bimeşin. Serkeftin dê ya me be. Serkeftin, serkeftin, serkeftin.”

Mitîng, bi axaftina Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari berdewam kir.

 

Etîket: Keskîn Bayindir
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

23 ADAR 2026
Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

Pîrozbahiyên Şirnex û Gimgimê bi coşeke mezin dest pê kirin ZINDÎ

23 ADAR 2026
Newroza Îzmîrê: Azadiya Gelê Kurd azadiya Rêber Apo ye

Newroza Îzmîrê: Azadiya Gelê Kurd azadiya Rêber Apo ye

22 ADAR 2026
Newroza Îzmîrê: Kurd dê bi Rêberê xwe ve azad bin

Newroza Îzmîrê: Kurd dê bi Rêberê xwe ve azad bin

22 ADAR 2026
Kemal Kurkut li cihê ku lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn

Kemal Kurkut li cihê ku lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn

21 ADAR 2026
Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

18 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îşkenceya polîsan: Lêdan û gotin ji derenceyê ketiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bawerîya me ji pevajoyê nemaye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stûneke wêjeya Klasîk a Kurdî: Şêx Evdirehmanê Axtepî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Ne li Îmrali, li Amarayê’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Haya ku dinya hebe dê 3 roj û 3 şev Serhivde bê lidarxistin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1128)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne