• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xwediyên cafeyên li Pira Dehderî êrişî rojnameger Akyol kirin

    Xwediyên cafeyên li Pira Dehderî êrişî rojnameger Akyol kirin

    Keskîn Bayindir: Heke niyeta we aştî be rê diyar e

    Keskîn Bayindir: Heke niyeta we aştî be rê diyar e

    Polîsan li Sêrtê bi ser gelek malan de girt

    Polîsan li Sêrtê bi ser gelek malan de girt

    MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    Li Bedlîsê Dayika Aştiyê jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin

    Li Bedlîsê Dayika Aştiyê jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin

    KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

    KNK: Em ê hewl bidin konferansek berfireh li dar bixin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Mûş / AW

25 ADAR 2026 - 14:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Mûşê agirê Newrozê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat geşkirin. Hevsrokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir xîtabî gel kir û got: “Heke niyeta we biratî û aştî be, rêya wê diyar e. Dawî li dijminatiya li dijî Kurdan bînin, bila Rêber Ocalan azad bibe. “

Li Mûşê bi şîara “Azadî û Yekitiya Demokratîk” li Qada Garê ya Trenê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Qada ku bi alên rengîn hat xemlandin, bi hatina gel a bi kincên neteweyî tije bû. Di pîrozbahiyê de Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û gelek welatî amade bûn.

‘Newroz e te pîroz be Serok Apo’

Ciwan û jinan bi nîşaneyên serkeftinê û bi rengên kesk, sor û zer pîrozbahiya Newrozê bi coş xistin. Di pîrozbahiyê de herî zêde dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e gelê Kurd yek e” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Gel bi dirûşmeyên “Newroz e te pîroz be Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” Newroza Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di rêzgirtinê ya ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Her wiha nirxandinên Abdullah Ocalan ên derbarê Newrozê de bi dengê wî hatin guhdarkirin.

‘Em ê teqez bi ser bikevin’

Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê Çîçek Tûtûş di axaftina xwe de diyar kir ku agirê Mazlum Dogan bi sê darikên kibrîtê pêxistiye tarî ronî kiriye û Newroza Abdullah Ocalan pîroz kir. Hevserok İlyas Aslan jî got: “Ev Newroz mîladek e. Bila bibe wesîleya aşitiyê. Gelê Kurd bi hêz e, em ê teqez bi ser bikevin.”

Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan û Hevserokê DBPê Umut Yılmaz jî daxwaz kirin ku ev Newroz bibe wesîleya azadiya girtiyên siyasî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

‘Azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêberê wan ve girêdayî ye’

Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Bozê diyar kir ku Newroz berxwedan û vejîna gelê Kurd e û wiha got: “Ev Newroz Newrozeke cuda ye. Azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêberê Gelê Kurd ve girêdayî ye. Newroza 2026an wê bibe Newroza azadî û yekîtiyê. Avakirina civaka demokratîk wê bi têkoşîna jin û ciwanan pêkan be. Têkoşîna ku jin tê de nebe, nikare bi ser bikeve. Civaka demokratîk di heman demê de parastina xwezayê û azadiya jinê ye. Ji ber vê yekê em ê li hemberî her tiştî parastina xwezayê bikin. Gimgim ne tenê ye, em ê wê radestî kapîtalîzmê nekin. Em ê ji bo azadiya gelan, azadiya xwezayê û azadiya jinê têkoşînê bimeşînin. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Bila Newroz bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd, bibe wesîleya vekirina deriyên girtîgehan û vekirina rêya siyaseta demokratîk.”

‘Heke niyeta we biratî û aşitî be, rêya wê diyar e’

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir jî diyar kir ku agirê Newrozê ji roja yekem ve her ku diçe geştir dibe û got: “Newroza 2026an, azadbûna Rêber Ocalan û gelê Kurd e. Ez Newroza girtiyan jî pîroz dikim. Heke em îro dikarin vê Newrozê pîroz bikin, bi saya têkoşîna hatî dayîn e. Gelê Kurd bi rojan e Newrozê pîroz dike û dixwaze qedera xwe bi destê xwe tayîn bike. Em jî ji bo vê têkoşînê dikin. Duh girtiyekî siyasî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Di dema ku Devlet Bahçelî digot ‘hûn nikarin Kurd û Tirkan ji hev veqetînin’, hevalê me yê girtî jiyana xwe ji dest da. Heke niyeta we biratî û aşitî be, rêya wê diyar e. Dawî li dijminatiya li dijî Kurdan bînin, bila Rêber Ocalan azad bibe. Azadiya Rêber Ocalan azadiya gelê Kurd e. Bila baş bizanibin ku gelê Kurd li hemberî zaliman serî netewandiye û wê netewîne jî. Em baweriya xwe bi vê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengiya wê dike, tînin. Em ji bo statu, ziman û rûmeta xwe têkoşînê dikin û em ê berdewam bikin.”

Piştî axaftinan, agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê, siyasetmedar û gel ve hat pêxistin. Pîrozbahî bi stranên stranbêj Denîz Esmer berdewam kir û bi gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn BayindirNewrozNewroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di Newroza îsal de daxwaza mîsogeriya azadî û yekîtiyê hat kirin’

‘Di Newroza îsal de daxwaza mîsogeriya azadî û yekîtiyê hat kirin’

25 ADAR 2026
Li Amedê 18 kes hatin girtin: We çima şala kesk, sor û zer girê da?

Li Amedê 18 kes hatin girtin: We çima şala kesk, sor û zer girê da?

24 ADAR 2026
Gelê Agiriyê bi dilsozî Newroz pîroz kir: Kurd azadiya rêber û zimanê xwe dixwazin  

Gelê Agiriyê bi dilsozî Newroz pîroz kir: Kurd azadiya rêber û zimanê xwe dixwazin  

24 ADAR 2026
Li Silopiya Newroz bi beşdariya deh hezaran pêk hat

Li Silopiya Newroz bi beşdariya deh hezaran pêk hat

24 ADAR 2026
Newroza Colemêrgê: Bi ruhê yekitiyê dê bi agirê Newrozê bêtir geştir bibe

Newroza Colemêrgê: Bi ruhê yekitiyê dê bi agirê Newrozê bêtir geştir bibe

24 ADAR 2026
Li Agiriyê dayîka Sema Yuce agirê Newrozê pê xist

Li Agiriyê dayîka Sema Yuce agirê Newrozê pê xist

24 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Stenbolê yek jê zarok 10 kes hatin girtin

    Li Stenbolê yek jê zarok 10 kes hatin girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Agiriyê dayîka Sema Yuce agirê Newrozê pê xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê 18 kes hatin girtin: We çima şala kesk, sor û zer girê da?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di Newroza îsal de daxwaza mîsogeriya azadî û yekîtiyê hat kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 15 jinên têkoşer li Hezoyê hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amerîkayê 15 şertên xwe da ber Îranê lê Îranê îro jî êrişên Siûdî û Kuweytê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Klîba ‘Firtona Ji Agirin’ hat weşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîsan li Sêrtê bi ser gelek malan de girt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (987)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne