Dosye: Botanê bê xweza û bê nefes dihêlin
Şirnex – Xweza hêlîna gund, navçe û bajaran e û her dever di nav xwezaya xwe de xwe vedişêrê. Lê li Şirnexê bi salane bi birîna daran û lêgerîna petrol û madenan xweza tê talankirin û Şirnex bê hêlîn tê hiştin.
Her bajar bi xwezaya xwe û dîroka xwe tê nasîn. Çiya, daristan, zozan û deşt xwezaya gund, navçe û bajaran in û weke hêlîneke her cihî di nav xwe de dihewînin. Dema daristanên bajarekî bên tune kirin û çiyayên wê bên talankirin ew bajar jî vediguhere çolistanê, mirovên li wê deverê û bajarî jî ji wir bar dikin û ew der dibe bajarekî bê mirov. Weke ku hêlîna wî bajarî hildiweşe hêlîna mirov û sewalên li wî bajarî dijîn jî hildiweşe. Bajarê Şirnexê ku bi salan e bi birîna daran, lêgerîna petrol, kanên komir, maden, kevir û qûmê xwezaya wê tê talankirin û gelek deverên vî bajarî bi bê hêlîn mayinê re rû bi rû ye.
Li Şirnexê bi destê cerdevanan birîna daran bi salan e berdewam dike. Li gor daneyên Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê ku 4 sal berê berhev kiribûn daristanên Şirnexê ji sedî 8 hatine tunekirin. Di van 4 salan de hejmara tunekirina daristanan tê gotin ku 2 qat zêde bûye. Ji aliyê din ve jî li hemû navçeyên Şirnexê ji aliyê şîrketên nêzî desthilatê ve kanên komir, maden, qûm û keviran hatine vekirin û xesar û ziyanek mezin didin xwezaya gund, navçye û Şirnexê. Her wiha li Çiyayê Gabarê jî ji sala 2022yan vir ve lêgerîna petrolê berdewam dike û host bi host her devera çiya hatiye kolandin û rûxandin. Ji ber bendavan jî av kêm dibin û newal û mesîl ziwa dibin. Ev yek bandorê li ser xwezayê, sewalan, rawiran û mirovan dike. Em wekî Ajansa Welat (AW) ketin pey talankirina xwezaya Şirnexê çawa tê kirin, ev yek bi destê kê tê kirin û kî ji vê talanê berjwendiyê sûd werdigire, me tomar kir.
Daristanên Şirnexê bi destê cerdevanan tên talankirin
Li Şirnexê ji sala 2017an vir ve birîna daran bê navber berdewam dike. Birîna daran ku bi hinceta ewlehiyê li Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gabarê û Herêma Bestayê dest pê kir, veguherî herêmeke berfireh û niha jî li navçeya Elkê û Qilebanê dar tên birîn. Dar ji aliyê cerdevanan ve tên birîn û leşker jî ewlehiya cerdevanan digrin. Her wiha şîrketên ku li Şirnexê kanên komir, maden û keviran vedikin jî îhaleyê didin taşeronan û bi destê wan taşeronan jî dar tên birîn. Di nav 8 salan de bi hezaran donim qadên bi dar û ber ên Şirnexê hatin tunekirin û cihên ku dar lê hatine birîn veguheriye çol û çolistanê û her tişt li wir hişk bûye. Darên ku tên birîn jî bi traktoran dibin bajarên cuda difiroşin. Darên ku bi hinceta ewlehiyê dihatin jêkirin ji bo bazirganiyê tên bikaranîn.
Pezkovî û gelek sewal tune dibin
Li Şirnexê bi tevahî 40 ruhsatên kanên maden, komir, qûm û keviran hatine dayîn. Bi taybetî li çiyayên Cûdî û Gabarê bûne navendên kanên madenê. Li navenda Şirnexê, navçeyên Cizîr, Silopiya, Elke û Qilebanê jî faliyetên kanên madenê, komir, kevir û qûmê berdewam dikin. Kanên madenê ku bi destûra rayedarên desthilatê ango bi rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) hewce nake vebûne û dibin sedema qirêjiya hewayê û xerakirina sîstema ekolojiyê. Li gorî rapora Platforma Mafên Hewaya Paqij; bajarê Şirnex di nav 10 bajarên ku hewaya wan qirêjin de cih digire. Her wiha ji ber kanên madenê her derê çiyayê Cûdî û Gabarê hatiye kolandin û bandoreke neyînî li ser xwezayê û sewalan dike. Hinek kanên madenê jî li cihê leşkerî hatine vekirin û ew cih ji ber ku qedexe ne çavdêrî û lêkolîn li wir wan deran nikare bê kirin û ev jî dibe sedema ku talankirina xwezayê bêkontrol berbelav bibe. Li aliyê din jî ji ber kanên madenê bi taybetî li Çiyayê Cûdî sewalên weke pezkovî, hirç û weşeq qediyan û gelek cih bê sewal mane.
Çiyayên Şirnexê pêşkeşî şîrketan tên kirin
Kanên madenê ji aliye şîrketên Cengîz Holdîng, Kolin Înşaat, Şîrketa Anonîm a Ceyranê ya Silopiyayê, Çaytaş Madencilik a Koma Cînerê, Gelîş Madencilik û Global Enerjî, Standart Teknolojî A. Ş, Kaan ÎŞ Makineleri A.Ş û Acar Înşaat ên ku nêzî desthilatê ne ve hatine vekirin. Di sala 2024an de li tevahiya Tirkiyeyê ji bo 47 projeyên madenê 196 milyar lîra hatibûye amadekirin. Li Şirnexê jî van şîrketan bi îhaleyan ku raporên ÇEDê hewce nake wergirtin, kanên madenê vekirin e.
Xwezaya Çiyayê Gabar bi lêgerîna petrolê tê talankirin
Li Çiyayê Gabarê di sala 2017an de ji aliyê Hevkariya Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) xebatên tespîtkirina petrolê dest pê kir û ji sala 2022yan vir ve jî xebatên derxistina petrolê berdewam dike. Ev kar ji aliyê TPAOyê û şîrketa Turkish Petroleum International Company (TPIC) ve tên kirin. Ji ber vekirina bîrên petrolê bi hezaran dar hatin birîn û ji bo sondajên petrolê rê hatin vekirin. Ji ber lêgerîna petrolê li her bi hostek Çiyayê Gabarê hatiye kolandin û dar û ber li gelek deveran hatine tunekirin. Her wiha ji ber teqandina dînamîtan li gelek cihên çiya hilweşîn çêbûne û qadên jiyanê ya sewalên kovî xesar dîtin e. Pezkovî û gelek sewalên din ji ber lêgerîna petrolê tune bûn e. Lêgerîna petrolê bandoreke neyînî li ser xwezayê û jiyana mirovan û sewalan dike.
Ji ber bendavan av û jiyan di xeterê de ye
Saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) li ser Çemê Dîcleyê heta niha 9 bendav çêkirin. Bendava 10emin jî tê plankirin ku di navbera bajaroka Qesrîk a bi ser navenda Şirnexê ve û gundê Misûriyê ya bi ser navçeya Cizîrê ve bê çêkirin. Her wiha li navçeya Qilebanê jî heta niha 6 bendav hatine çêkirin. Ji ber çêkirina bendavan cihên ku daristan bûn e darên li wir hatine birîn. Ji aliyê din ve jî bendav dibe sedema çem ziwa dibin û newal û mesîl bê av dimînin. Li gelek cihan av kêm bûn e. Her wiha ji ber bendavan gelek gund û cihên dîrokî jî di bin avê de dimînin. Bi taybetî li bendava 10emîn ku tê plankirin li ser Çemê Dîcleyê bê çêkirin wê gelek cihên dîrokî û dever di bin avê de bimînin. Li cihê ku bendav bê çêkirin çend meh berê xebat hat destpekirin. Wê li vir hem xweza hem jî dîrok noqî avê bê kirin. Peykerê Bûk û Zava yê li ser kevirekî li ser çem hatiye çêkirin û Pira Xan Mehmûd wê di bin avê de bimînin.