KJAR Ewropa encamên yekemîn konferansa bi şîara, ‘Li ser bingeha wekheviyê ji nûve avakirin’ ragihandin û banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bilindkirina têkoşînê kir.
Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR-Ewropa) di 31ê çile de li bajarê Kolnê yê Elmanya bi beşdariya nûner û endamên komîteyên KJARê yên li Ewropayê bi diruşmeya, “Li ser bingeha wekheviyê ji nû ve avakirin” yekemîn konferansa xwe li dar xist. Encamnameya konferansê bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku nîqaş li ser bingeha xebata zayendî û rêxistinbûna jinan pêk hatine. Daxuyaniya balkişand ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:
“Konferansa me di demeke Kurdistan di rewşek pir dijwar re derbas dibe, pêk hat. Li gel vê rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî li Îlam, Kirmaşan, Melekşahî û tevahiya Îranê jenosîd pêk aniye. Her wiha jenosîdeke navneteweyî li dijî Rojavayê Kurdistanê tê kirin. Di vê konferansê de hem sîstema nû ya KJARê li Ewropayê hate damezrandin û hem jî biryarên girîng hatin girtin. Komînên KJARê li Ewropayê xwe hem di asta herêmî û hem jî di asta Ewropî de birêxistin kirin. Her wiha biryar hat dayîn ku xebat û têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê li Ewropayê, jinên ji neteweyên din li Îranê û di asta neteweyî de were xurtkirin.
Di konferansa yekem a KJARê de li Ewropayê, me pêşî li ser hinek mijarên girîng ên siyasî, civakî û rêxistinî nîqaş kir. Sê blokên dewlet-neteweyî, kapîtalîzm û îndustriyalîzmê êrişeke mezin dane destpêkirin da ku pirrengiya civakan ji holê rakin, wateya jiyanê û têkiliya di navbera mirov û xwezayê de têk bibin. Bi hevberkirina mantiqa şer û teknolojiyê, wan jiyana mirovan û xweza wêran kirine. Tenê bi pêşengiya jinên azad û di şexsê jinên azad de civakek azad û demokratîk dikare were bidestxistin. Ji ber vê yekê, hinek ji nîqaşên di konferansê de li ser xurtkirina xeta ramana jin û civakê bûn. Divê em pergalê baş nas bikin û li dijî pergala mêran a nijadperest ku ji zêdetirî danzde hezar salan ve bandor li ser raman, wêje, kiryar û jiyana me kiriye, şer bikin. Îro nijadperestî êdî ne pirsgirêkek takekesî ye, pirsgirêkek gerdûnî ye.
Her wiha di konferansê de rewşa giştî ya Kurdistanê, êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin nîqaşkirin. Serhildanên li Îranê, bi taybetî şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşan da ku şoreşa jinan çavkaniya pêvajoya guhertinê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye. Ji ber vê yekê, cîhan careke din şahidê derketina holê ya potansiyeleke mezin ji bo şoreşa jinan re, hem li Rojhilatê Kurdistanê û hem jî li seranserê Îranê kirin. Li ser vê rastiyê, me biryar da ku em rêxistina xwe bi jinên ji neteweyên din ên li Îranê yên li Ewropayê re pêş bixin. Bi xwerêxistinkirinê, emê pêşî li komkujiyên din ên li ser jin û civakê bigirin.”
Di encamnameyê de konferans wekî destpêkek nû hate pênase kirin û banga rêxistinbûnê hate kirin.













