Komelgeha Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), bi daxuyaniyekê hişyarî da ku girtiyên jin ên siyasî li Îranê her kêliyê bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne. KJARê bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî vê siyaseta qirkirinê gavên lezgîn bavêjin.
‘Darvekirin navgîna bêdengkirinê ye’
KJARê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser dîroka 47 salên desthilatdariya rejîma Îranê û diyar kir ku darvekirin wekî navgîneke ji bo bêdengkirina dengê azadiyê tê bikaranîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Darvekirin ne dadperwerî ye, ew siyaseteke li dijî rûmet û mafê jiyanê ye.”
‘Fikar li ser jiyana sembolên berxwedanê heye’
Di berdewama daxuyaniyê de KJARê destnîşan kir ku têkoşerên jinên mîna Zeyneb Celaliyan, Pexşan Ezîzî, Spîde Qûliyan, Nêrgiz Mihemedî û Şerîfe Mihemedî bûne sembola vîna jina azad û ji ber vê yekê rejîm dixwaze bi darvekirinê tolê ji wan hilîne. Hate diyarkirin ku ev jin her kêliyê di bin metirsiya darvekirinê de ne.
‘Di bin siya şer de cezayên darvekirinê tên pêkanîn’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rejîma Îranê di demên ku bala cîhanê li ser şerên herêmî ye, dûrî çavên çapemeniyê cezayên darvekirinê pêk tîne. KJARê bang li rewşenbîr û raya giştî kir ku li hemberî van kiryarên nemirovane bêdeng nemînin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em li dijî darvekirinan in, ji ber ku em dadperweriyê di kuştinê de nabînin, di rizgariyê de dibînin.”
Banga gav avêtina lezgîn
KJARê ragihand ku ew ê li dijî mirinê her tim jiyanê biparêzin û daxwaz ji saziyên navdewletî kir ku ji bo rawestandina van cezayan gavên lezgîn û bi bandor bavêjin. Daxuyaniya KJARê bi diruşmeya “Jin, jiyan, azadî; Ji darvekirinê re na!” bi dawî bû.













