KJARê bi wesîleya Cejna Newrozê peyamek weşand û Newroz li hemû gelên azadîxwaz, bi taybetî li jinan, pîroz kir. KJARê bang li jinan kir ku bibin pêşengên avakirina Îranek azad.
Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya Cejna Newrozê peyamek belav kir û di serî de jin cejna gelê Kurd û gelan pîroz kir. Di peyamê de hate diyarkirin ku Newroz her tim li dijî zilm û dîktatoriyê sembola berxwedanê bûye û di heman demê de nirxekî hevbeş a gelên Mezopotamyayê ye. KJARê bi bîr xist ku Newroz bi rola xwe ya yekgirtin û bangkirina berxwedanê, cejna vejîna gelan e.
‘Newroz dê bibe destpêka eniyên berxwedana hevpar’
KJARê di peyama xwe de diyar kir ku herêma Rojhilata Navîn hîn jî di nava şer û pevçûnan de ye û Newroz dikare bibe destpêkek ji bo avakirina eniyên berxwedaniyê li dijî her cure zilm û desthilatdariyê. Di peyamê de hate ragihandin ku Newroz, ji mîtolojiya Kawayê Hesinkar heta îro, sembola rabûnê û serhildanê ye û li dijî hewldanên bêwatekirinê, her tim wateya xwe ya tekoşînê parastiye.
‘Newroz her tim sembola azadiyê bûye’
KJARê bal kişand ku jin di parastin û veguhestina çanda Newrozê de roleke girîng lîstine û beşdariya wan her tim sembola berxwedanî û azadiyê bûye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku peywendiya Newrozê bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” re, dikare bibe bingeha pêşxistina tekoşîna jinên Îranê û avakirina yekîtiyê.
Banga ‘bi pêşengiya jinan avakirina Îranek azad’
Di daxuyaniyê şerê li herêmê hate bi bîr xistin û bang li jinên Îranê kir ku bi beşdariya xwe ya pêşeng li qadên tekoşînê û pêxistina agirê “Newroza Azadiyê” pêşeroja Îranek azad û demokratîk ava bikin.













