• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hikûmeta Şamê agirbest binpe kir û êrîşî Siwêda kir

    Li Siwêdayê şer û bombebaran: Hêzên Hikûmeta Demkî êrişî girtîgehê kir

    Piştî xistina du balafirên şer Îranê daxwaza agirbestê red kir

    Piştî xistina du balafirên şer Îranê daxwaza agirbestê red kir

    Şarê Êlihî seba Rojava rayra şono

    Bi deh hezaran dimeşin Amarayê ZINDÎ

    Îsraîl û DYA Sineye giran bombebaran kenê

    Li Besra û Mûsilê êrîşên bi balafirên bêmirov: Depo bûn hedef

    Ver bi Amara rayîrşîyayîşo girseyî dest pêkerd

    Meşa Amarayê bi beşdariya hezaran dest pê kir

    Gundê Amarayê ji bo pîrozbahiya ‘rojbûnê’ amade ye

    Gundê Amarayê ji bo pîrozbahiya ‘rojbûnê’ amade ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hikûmeta Şamê agirbest binpe kir û êrîşî Siwêda kir

    Li Siwêdayê şer û bombebaran: Hêzên Hikûmeta Demkî êrişî girtîgehê kir

    Piştî xistina du balafirên şer Îranê daxwaza agirbestê red kir

    Piştî xistina du balafirên şer Îranê daxwaza agirbestê red kir

    Şarê Êlihî seba Rojava rayra şono

    Bi deh hezaran dimeşin Amarayê ZINDÎ

    Îsraîl û DYA Sineye giran bombebaran kenê

    Li Besra û Mûsilê êrîşên bi balafirên bêmirov: Depo bûn hedef

    Ver bi Amara rayîrşîyayîşo girseyî dest pêkerd

    Meşa Amarayê bi beşdariya hezaran dest pê kir

    Gundê Amarayê ji bo pîrozbahiya ‘rojbûnê’ amade ye

    Gundê Amarayê ji bo pîrozbahiya ‘rojbûnê’ amade ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KJARê rojbûna Abdullah Ocalan û damezirandina PJAKê pîroz kir

Navenda Nûçeyan / AW

2 NÎSAN 2026 - 11:23
Kategorî: CIVAK, ROJANE
A A
Koordînasyona KJARê, 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezirandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê bi daxuyaniyekê pîroz kir û balkişand ser pêşketinên siyasî, civakî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn.

Koordînasyona KJARê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) pîroz kir. Di daxuyaniyê de salvegera ji dayîkbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin û wiha hate gotin: “Em di serî de 4ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ku dikeve 77 saliya xwe û sala 22yemîn a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) pîroz dikin û hemû şehîdan bi bîr tînin. Damezrandina PJAKê di rojeke wiha pîroz de bêguman nîşan dide ku ev tenê rojbûnek biyolojîkî nîne. Di heman demê de rojbûn û vejîna gelek hebûnên ku careke din pênaseyên jiyanê bi xwe dîtinê ye.”

‘Caran keseyatek rêveçûna dîrokê diguherîne’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku caran ferdek dikare tevahiya rêveçûna dîrokê biguherîne û wiha hate gotin: “Carnan ferdek dikare wer bike ku civak bi wê re were pênasekirin. Her ferd, her hebûn di heman demê de dikarin gelek guhertinên mezin û bingehîn di serî de di xwe de û pey re di civaka xwe de çêbikin. Bêguman her hebûnek bêyî civaka xwe guhertinan çênake. Hebûna ku wateyên mezin û bedew li xwe bar kiriye, dikare wateyên mezin bide civaka xwe jî. Ferdek bi şertekî ku kariye di xwe de guhertinên mezin di warê hişmendî de çêbike, ango di nêrîn û têgihiştina xwe ya jiyanê de cuda bifikire, ew dem e ku civaka wê jî dibe civakek cuda. Em vê hewldan û keda ferdek pêşeneg re dibêjin xwe fedakirina di oxira nirxên civaka xwe de. Wê demê her hebûn wateyên mezin di nava xwe de nahewînin. Her hebûn nirxên pîroz çênake û mayînde nake. Ferdên ku xwe fedayî civaka xwe dikin, ji xwe derbas dibin û barê civakbûna xwe bi fedakarî radikin, kesên rêber û pêşeng in.”

‘Hîmê hemû zanistan bi destê dayîkê hatiye danîn’

KJARê balkişand ser kevneşopiya jiyana azad û wiha domand: “Rêber Apo xelateke ji dayik-xwedawendane ku dixwazin şopên wan ên wekhevî, hezkirin û jiyana azad her tim li ser van xakan dewam bike. Rêber Apo lawikê herî bi xêr û hêja yê jin-dayik e ku bi hiskirina berpirsyartiya mezin li beramber civaka xwe, ev çanda qedîm bi hebûna xwe carekedin îspat û zindî kir. Derketina Rêber Apo ji bajarê Urfayê ku dergûşa çand, zanist û baweriyane ji xwe ber nîne. Xîmê yekemîn ê van hemû zanistan bi destê dayik- xwedawendan hatiye hûnandin. Ji bo wê jî ewqas bi dijwarî jî rastî êrişan hatiye. Di dirêjahiya dîroka vê xaka kevnar de desthilatdaran hewl dane vê şopê ji binî ve rakin û tine bikin. ji bîr û hafizeya gelan jê bibin. Lê derketina Rêber Apo îspat kir ku ti caran bîr û hafizeya civakî tine nabe. Dibe rastî gelek êrişan were, ji rê were derxistin lê her tim cewhera xwe ya civaka Polîtîk Exlaqî berdewam dike û dijî. Di gelek lêkolînên dîrokî de em rastî şerê di navbera başî û xirabiyê de tên.”

‘Derfet da ku civaka Kurd li ser koka xwe şîn bibe’

Daxuyaniya KJARê wiha didome: “Em di serdema desthilatdarên bê maske de ne. Hîn jî dixwazin bi rêbazên xwe yên cuda hafizeya civakê bi ferasetên xwe yên dije-civak tije bikin. Têgînên nû yên nijadperest û cinsiyetparêz her roj wek jehrê empozeyî civakan dikin. Xafil ji wê ku civak hebûnek gelekî zindî ye. Ger hişk jî bibe wek gihayekî dikare li ser koka xwe şîn bibe. Fikir û felsefeya Rêber Apo derfet da civaka Kurdistanê ku li ser koka xwe ya dîrokî û kevnar carekedin şîn bibe. Di serî de ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê Rojbûna Rêber Apo wek bi xwe hesînê ye. Jin bi fikir û felsefeya azadiya ya Rêber Apo bi hebûna xwe hesiya. Felsefeya Rêber Apo deriyê hemû qefesên bi ser jinê ve hatibûn daxistin, vekir û jin gihiştin wateya firînê. Di çanda jinan de firîn tê wateya zanîn û bi xwe hesînê.

Jinên Kurd pêşengiya mirovahiyê dikin

Jin di cendereya şer, talan û dagirkeriyê de li pey wan kêliyên azadiyê digerin. Îro desthilat ji bo cîhanê reştir û tarîtir bikin dîsa bi hev ketine. Êdî jinên Kurd wek berê mehkûmî van şeran nîne û wê nebe jî. Sekna bi wêrek û tije zanist a jina Kurd li beramber her cûre desthilatdariyên paşverû yên herêmî û cihanî, bi saya fikir û ramana Rêber Apo ye. Jinên Kurd bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî sînorên di navbera xwe de şikandin û xwe gihandin her jinekê ku dilê wan ji azadiyê re lêdide. xwe gihandin jinên İranî jî, Jinên bi firînê bawer dikin.

Jin jiyan azadî dawiyê li hikûmdariya xwînmêj tîne

Jin Jiyan Azadî li her derê guhertinek çêkir. Li Îranê Jin jiyan Azadî textê dîktatorekî hilweşand. Wa dawî li hikumraniya hezarê salan a dewletek xwînar û dije jin tîne. Jin li Îranê bi fikir û felsefeya Rêber Apo dikarin Îrana bedew, Îrana tije zanist û felsefeyê, Îrana bawerî û çandan careke din ji destê zaliman derxînin. Jin bi hevgirtin, bi xwe parastin û xwe rêxistinkirinê dikarin bermahiyên mayî yên vê rejîmê jî di bin lingê xwe de bipelçiqînin. Ji bo wê jî em wek KJAR di vê serdema ku em gavên dîrokî ber bi Şoreşa Mezin a Jin Jiyan Azadî ve davêjin; Bang li hemû jinên Îranî dikin, Werin em di vê roja pîroz a 4 Nîsanê de ku di heman demê de roja xweza û jîngehê ye, bi rihê jinên ku di zivistana bihorî de canê xwe feda kirin, tevna jiyana azad ji niha ve daynin û dest bi neqişandina wê bikin. Werin paşeroja xwe em bi xwe ava bikin û bihara Îranê bedewtir bikin. Bi vê bîr û baweriya ku wê jinên Îranî bi destê xwe Îranek azad û demokratîk ava bikin, têkoşîn û berxwedana hemû jinan silav dikin. Careke din Rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina PJAK’ê li hemû jinên Kurd, Lor, Azerî, Belûç, Fars, Ereb, Tirkmen û Mazî pîroz dikin.”

 

 

 

 

 

 

Etîket: Abdullah OcalanKJARPJAK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şarê Êlihî seba Rojava rayra şono

Bi deh hezaran dimeşin Amarayê ZINDÎ

4 NÎSAN 2026
Ver bi Amara rayîrşîyayîşo girseyî dest pêkerd

Meşa Amarayê bi beşdariya hezaran dest pê kir

4 NÎSAN 2026
Li Pênciwênê pîrozbahiya 4ê Nîsanê

Li Pênciwênê pîrozbahiya 4ê Nîsanê

4 NÎSAN 2026
Bi wêneyan Festîvala Amarayê

Bi wêneyan Festîvala Amarayê

4 NÎSAN 2026
Ji bo 77 saliya Abdullah Ocalan 77 meşale pêxistin

Ji bo 77 saliya Abdullah Ocalan 77 meşale pêxistin

3 NÎSAN 2026
Veysî Aktaş: Divê êdî qanûn bên çêkirin û Rêber Apo azad bibe

Veysî Aktaş: Divê êdî qanûn bên çêkirin û Rêber Apo azad bibe

3 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Kolanên Wanê di bin qirêjiyê de ne: Şaredarî karê xwe baş nakin

    Kolanên Wanê di bin qirêjiyê de ne: Şaredarî karê xwe baş nakin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Divê derxistina zagonan heta Hezîranê biqede

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala Amara bi coşeke mezin bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi dimenên dronê mîhrîcana rojbûna Rêberê Gelê Kurd

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meşa Amarayê bi beşdariya hezaran dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan Festîvala Amarayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojbûna Abdullah Ocalan li Salihliyê hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bavê nivîskara Azadiya Welat jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (153)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne