Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi nûner eşîran û kesên siyasî yên kantona Cizîrê re civînek pêk anî. Di civînê de piştgirî ya hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk anîn ziman. Nûneran bang li gelê Kurd kir ku yekbûneke neteweyî ji bo parastina maf û destkeftiyên xwe, ava bikin.
Di pêvajoya ku rejîma Esad ket û li Sûrî geşedanên nû pêş dikevin de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi serokeşîr û rûspiyên eşîrên Kurdî re civînek pêk anî. Cîvîn li avahiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Hesekê pêk hat. Nêzî 200 kes beşdarî civînê bûn. Di serî de endama Desteya Rêveber a Seroketiyê ya PYDê Foze Yûsif û endamê Desteya Rêveber a KNKê Ekrem Hiso rewşa siyasî û leşkerî ya qonaxê, gavên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ên di dema dawîn de nîqaş kir û bal kişand ser metirsiya li dijî herêmê û gelê wê û erkê Rêveberiya Xweser û yê gelên herêmê.
Beşdarên civîne ewil Berxwedana HSDê ya li hemberî çeteyên dewleta Tirk a li bendava Tişrînê û pira Qereqozaq silavkirin û diyarkirin ku pêwist e di vê qonaxê de gelên herêmê tecrûbeya xwe ya berê ya berxwedanê dubare bikin, tax û herêmên xwe ji êrişan hewldanên têkbirina aramiyê biparêzin. Ewil Foze Yûsif axivî û diyar kir ku ji bo diyaloga navxweyî ya Kurdî bê şert û merc amade ne, banga avakirina yekbûnê ji bo parastina xakê û destkeftiyên şehîdan, kir. Rûspî û kesayetên siyasî yên beşdar jî teqezî bi girîngiya yekbûna hevgirtinê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destekdayîna HSDê û Rêveberiya Xweser, da.