• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Malabadê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

    Li Malabadê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

    Li Dêrazorê gorên şervanan hatin xerakirin

    Li Dêrazorê gorên şervanan hatin xerakirin

    Li Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin

    Li Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin

    Hevpeymaniya Rojhilat: Kîmyabarana Helebceyê nekariye îradeya gelê Kurd têk bibe

    Hevpeymaniya Rojhilat: Kîmyabarana Helebceyê nekariye îradeya gelê Kurd têk bibe

    ‘Ji 28ê sibatê ve 307 caran êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin’

    ‘Ji 28ê sibatê ve 307 caran êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin’

    Bafil Talabanî: Divê em aramiya gelê xwe biparêzin

    Bafil Talabanî: Divê em aramiya gelê xwe biparêzin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Malabadê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

    Li Malabadê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

    Li Dêrazorê gorên şervanan hatin xerakirin

    Li Dêrazorê gorên şervanan hatin xerakirin

    Li Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin

    Li Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin

    Hevpeymaniya Rojhilat: Kîmyabarana Helebceyê nekariye îradeya gelê Kurd têk bibe

    Hevpeymaniya Rojhilat: Kîmyabarana Helebceyê nekariye îradeya gelê Kurd têk bibe

    ‘Ji 28ê sibatê ve 307 caran êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin’

    ‘Ji 28ê sibatê ve 307 caran êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin’

    Bafil Talabanî: Divê em aramiya gelê xwe biparêzin

    Bafil Talabanî: Divê em aramiya gelê xwe biparêzin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kobanî di salvegera rizgarkirina bajarê xwe de meşiyan

Navenda Nûçeyan /AW

27 ÇILE 2026 - 16:27
Kategorî: ROJANE
A A
Şêniyên Kobanê bi boneya 11emîn salvegera rizgarkirina bajarê xwe ku ji çeteyên DAIŞê, hat rizgarkirin meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de bênavber diruşmên berxwedanê hatin berzkirin.

 

Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê ji bo salvegera 11emîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞê, bi dirûşma “Bi rihê berxwedan û serkeftina Kobanê, em ê êrişên çeteyan têk bibin” meşekê li dar xist. Meş li Qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de wêneyên birîndaran û alên YPG û YPJê hatin hildan û dirûşmên “Berxwedan jiyan e”, “Bijî berxwedana YPG û YPJê” û “Na ji qetlîamên sivîlan re” berz kirin. Meş heta Qada Şehîd Egîd berdewam kir. Li wir cîgira Encûmena Cîbicîkar a Kantana Firatê Mizgîn Xelîl salvegera rizgarkirina Kobanê û damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pîroz kir.

‘Herkes deyndarê Kobanê ye’

Mizgîn Xelîl anî ziman ku gelê Kobanê li hember terora herî xeternak li ber xwe da û wiha got: “Em silavên xwe ji şervanên YPG, YPJ û QSDê û ji hemû gelê her çar parçeyên Kurdistanê yê dilê wan ji bo Kobanê lê dide, dişînin û em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em 11emîn salvegera Rêveberiya Xweser û rizgarkirina Kobanê li hemû gelê azadîxwaz pîroz dikin. Gelê Kobanê û şervanên YPG û YPJê bi hemû hêza xwe li hember çeteyên DAIŞê li ber xwe da û çete li Kobanê têk birin. Ji ber vê yekê her kesê li çar parçeyên Kurdistanê denydarê Kobanê ye.”

‘Şervanan got em hene û emê wan têk bibin’

Paşî fermandarê HSDê Cemîl Mazlûm axifî. Cemîl Mazlûm diyar kir ku di 2014an de rûmeta mirovahiyê hate parastin û wiha got: “Eynî vê rojê di 2014an de roja serkefina Kobanê me bi hev pîroz kir. Ji ber ku şervanên YPG û YPJê çeteyên herî hovane bi hemû hêza xwe têkoşîn kir û ew têk birin. Hemû dewletên ku xwe bi hêz bibînin, wê demê nikarîbûn çeteyên DAIŞê têk bibin. Lê şervanên azadiyê di 2014an de got em hene, şervanên ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kir. Şervanan got em hene û em ê Ii hember çeteyan tê bikoşin û wan têk bibin. Bi rastî şervanên me bi hemû hêza xwe li ber xwe da û çeteyên hovane di Kobanê de têk birin.”

Cemîl Mazlûm anî ziman ku ew têkçûna çeteyên DAIŞê û avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kobanê pîroz dikin û got: “Em bi berxwedana Kobanê bi serbilindî dijîn. Îro jî êrişî Kobanê dikin û dijminatiya Kobanê dikin. Lê em ê bi rihê 2014an li ber xwe bidin, çawa ku me di 2014an de çeteyên herî xeternak têk birin, em ê careke din dijmin têk bibin û wê her tim Kobanê bi ser bikeve.’

Meş bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

 

Etîket: Mizgîn XelîlPîrozkirinSalvegera 11emîn a Rizgarkirina Kobanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Malabadê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

Li Malabadê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

16 ADAR 2026
Bi hezaran Kobanî li dijî êrişan meşiyan

Bi hezaran Kobanî li dijî êrişan meşiyan

16 ÇILE 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jiyan Hewraman: Ezmûna têkoşîna Kurdan demokrasî û azadiyê hêsan dike

    Jiyan Hewraman: Ezmûna têkoşîna Kurdan demokrasî û azadiyê hêsan dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li Efrînê Kurd dê di ewlehî û rêveberiyê de cih bigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çalenga Newrozê Rahşan Demîrel: Bi lastîkan nebe em dê bi bedena xwe pîroz bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên ji bo Helebceyê: Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bayram Bozyel: Kurd bi tifaqeke neteweyî dikarin bigihîjin azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelengên Newrozê Ronahî û Bêrîvan: Bila beden û fikrên me diyarî gelê Kurd be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê peyama Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Îdirê: Em ê tim ji bo serkeftinê têbikoşin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (623)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne