• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Koçyîgît: Me dît ku siyaseta demokratîk çiqas girîng û watedar e

Enqere / AW

5 TEBAX 2025 - 16:02
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna ewil a komîsyona Meclîsê de axivî û diyar kir ku Abdullah Ocalan siyaseta demokratîk weke rêya çareseriya pirsgirêkan nîşan dide û got: “Ev yek careke din nîşan dide ka rêyên siyaseta demokratîk çiqas girîng in.”

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna komîsyona li Meclîsê de axivî ku bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê anî ziman ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke sereke ye ku bi sala ye çareseriya wê tê taloqkirin û got: “Di esasê xwe de ji bo çareseriya demokratîk, siyasî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd em li vir in. Dixwazin destnîşan bikim ku ev civîn dê ji bo jiyana hevpar, hiqûq û pêşerojeke demokratîk a tevahiya hemwelatiyên Tirkiyeyê sûdewer be.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît axaftina xwe wiha domand:

“Pirsgirêka Kurd divê ne tenê pirsgirêka gelê Kurd a azadî û hemwelatiya wekhev de were nirxandin, di heman demê de divê weke çalakkirina rêgeza hiqûq, siyaseta azad, hiqûqa biratiyê û dewleta hiqûqê jî gavekî adilane û sereke ye. Divê weke avakirina jiyaneke wekhev a li ser bingeha adilane were nirxandin. Di vê çarçoveyê de xebatên komîsyona me ji bo çareseriyeke mayinde, rêyên çareseriyeke berfireh û hêsankirina qonaxên çareseriyê firsendeke dîrokî pêşkeş dike.

Polîtîkayên ewlekariyê çareseriyê nayîne

Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên tendurist û çêker were çareserkirin, ji bo diyarkirina rêbazên çareseriyê girîng e. Di serî de nasnameya Kurd, ji ber redkirina piranîparêz, nasname û baweriyên cuda û ji ber ferzkirina yekperestinê ev pirsgirêk derketin holê û ev serhildan, şer û tundî heta roja me hat. Cihêkariya li dijî nasnameyan, pergala yekperest pirsgirêkeke cidî li ber demokrasiyê vekir û nehişt komar bigihije demokrasiyeke xurt û hiqûqeke li ser bingeha maf, demokrasî, edalet û hemwelatîbûna wekhev were avakirin. Di halê hazir de tê dîtin ku di serî de pirsgirêka Kurd, tu pirsgirêkên me yên sereke bi nêzikatiyên ewlekariyê çareser nabin.

Perspektîfeke piralî lazim e

Pêdiviya sereke ya welat, gel û civaka me bi çanda demokrasiyê ya mizakerevan ku aliyên hiqûqî, siyasî, çandî û aboriyê jî digire nav xwe heye. Bêguman pirsgirêka Kurd bûye çavkaniya gelek pirsgirêkan. Ne pirsgirêka hemwelatiya wekhev a Elewiyan, ne mafê kedkaran ê tê xwarin ne jî pirsgirêka jinan ji pirsgirêka Kurd cuda nayê destgirtin. Bi vê wesîleyê em dibêjin ku hewceye êdî her mesele bi perspektîfeke demokratîk, wekhevîparêz û piranîparêz bê destgirtin.

Meclîs xwedî rolek dîrokî ye

Di vê çarçoveyê de em wisa bawer dikin ku komîsyona me hem ji bo xurtkirina zemîna mitabeqeta siyasî hem jî pêşxistina rêyên mizakereyan de dê gelek sûdewer be. Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe yên neçareseriyê rizgar bibe û di rêya veguherîna demokratîk de pêş bikeve, meclîs xwedî roleke dîrokî û girîng e. Gelek girîng û biqîmete ku ev pêvajo li ser zemîna meclisê hate destpêkirin.

Feraseta çareseriyê

Weke DEM Partiyê em di ferqa vê berpirsyartiya xwe ya dîrokî de ne. Em ê bi nêzikatiyeke çêker xebatên xwe bidomînin. Tecrubeyên dîrokî nîşan didin ku bêpevçûniya yekalî nayên wateya aştiyê. Aştiyeke mayinde, bi pêvajoyeke çareseriyê ya demokratîk a li ser zemîneke rewa ya siyasî pêkan e.

Birêz Ocalan, siyaseta demokratîk weke rêya çareseriya pirsgirêkan nîşan dide. Ev yek careke din nîşan dide ka rêyên siyaseta demokratîk çiqas girîng in.

Divê çi were kirin?

Em di wê baweriyê de ne ku ev komîsyon jî dê bi perspektîfeke ku zimanê aştiyê û zemîna siyaseta demokratîk xurt dike bixebite. Di vê çarçoveyê de, hewceye beşdariyeke demokratîk di nav xwe de mafên kolektîf û derfetên nûnertiya siyasî jî bihewîne. Beşdarbûn divê tenê bi hilbijartinê bisînor nemîne; tevlibûna wekhev a di pêvajoyên biryardayînê de, rêveberiyên xwecihî, xurtkirina rêveberiyên herêmî û rêzgirtina li hemberî îradeya gel jî divê di nav de bin. Tayînkirina qeyûman, pêvajoyeke ku mafên demokratîk ên hemû welatiyan bisînor dike ye.

Hewldana entegrasyona demokratîk

Her wiha, mafê zimanê dayikê jî ne tenê pedagojîk, meseleyeke hebûnê ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê, xwegihandina xizmetên cemaweriyê, afirandina derfetên çandî, bingeha hemwelatiya wekhev a jiyana gelê Kurd e. Misogerkirina van mafan, ji bo derbasbûna pergaleke hiqûqê ya piranîparêz girîng e. Bi vê boneyê, diyarkirina gavên gelê Kurd bi awayekî xurt tev li siyaseta demokratîk dikin dê demokrasiya destûra bingehîn jî xurtir bike. Civaka demokratîk, hêmaya sereke ya jiyaneke azad û demokratîk e. Gavên ji bo pêşxistina civaka demokratîk, rêxistinbûn û azadiya siyasetê dê lez bide veguherîna demokratîk û derî li entegrasyona demokratîk jî veke.

Mîna birêz Ocalan jî hatiye, ev welat dê êdî bibe welatê kesên demokrasiyê hem weke mafê xwe hem jî peywira xwe dibînin be.”

Etîket: Abdullah OcalançareserîGulistan Kiliç KoçyigîtkomîsyonKomîsyona Meclîsêpêvajopirsgirêka kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

31 ADAR 2026
Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

31 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

31 ADAR 2026
Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

30 ADAR 2026
Li Amedê panela jinan: Jin dikarin di aştiyê de roleke diyarker bilîzin

Li Amedê panela jinan: Jin dikarin di aştiyê de roleke diyarker bilîzin

28 ADAR 2026
‘Tevgerên heyî ne li gorê ruhê pêvajoyê ne’

‘Tevgerên heyî ne li gorê ruhê pêvajoyê ne’

26 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (6)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne