DOSYA: Rêwitiya çapemeniya Kurd 127 sal in didome – 1
Navenda Nûçeyan – Ji rojnameya Kurdistanê heta Serbestî, Riya Teze, Serxwebûn, Azadiya Welat, Ozgur Gundem, Med TV, DÎHA, ANF, JINHA û heta Ajansa Welat berxwedan û şopgeriya çapemeniya azad didome. Li dijî hemû astengiyan, qedexeyan û komkujiyan jî rêwîtiya çapemeniya Kurd 127 sal in dewam dike.
Di dîrokê de, rojnamegeriya Kurdî di dawiya sedsala 19emîn de bi rojnameya Kurdistanê dest pê dike. Rojnameya Kurdistanê di 22yê Nîsana sala 1898an de, bi pêşengiya Mîqdad Mîdhed Bedirxan li paytexta Misrê Qahîreyê tê çapkirin. Armanca rojnameyê ne tenê ragihandina nûçeyan di heman demê de perwerdekirin û hişyarkirina gelê Kurd bû. Rojname di demeke ku li Împaratoriya Osmanî nasnameya kurdî dihat înkarkirin de, derheqê çand, ziman, wêje, dîroka Kurdan, mafê gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê de agahiyan bi xwînerên xwe re parve dike. Di vî warî de rojnameya Kurdistanê ne tenê di rojnamegeriyê de, di pêvajoya avakirina hişmendiya neteweyî ya kurdî de jî bûye amûreke girîng.
Têkoşîna rojnamegeriya li sirgûnê
Mîqdad Mîdhed ku ji malbata Bedirxaniyan bû, ji ber zextên dewleta Osmanî li Misrê dest bi xebatên weşangeriyê kir. Lê ev serpêhatiya rojnamegeriya sirgûnê bi dawî nebû. Di salên paşerojê de rojnameya Kurdistanê derbasî bajarên Ewropayê yên wekî Cenevre, London û Folkestone bû. Rojnameya ku bi giştî 31 hejmar derket, ji bo ku ji sansura Osmaniyan rizgar bibe gelek caran cih diguhert. Hejmara wê ya dawiyê hejmara 31emîn e û 14ê Nîsana 1902an de hatiye çapkirin. Tîrajê rojnameyê herî zêde gihiştiye 2000an. Rojnameya ku ji aliyê Osmaniyan ve hatibû qedexekirin, bi dizî li herêmên kurdan, li herêmên Şam-Edeneyê û li Ewropayê dihat belavkirin.
Piştî îlankirina Meşrutiyeta 2emîn Rojnamegeriya Kurdî
Di 23yê Tirmeha 1908an de li Împaratoriya Osmanî bi îlankirina Meşrutiyeta 2yemîn, di qada rêxistinî, çapemenî û weşanê de rihetî û serbestiyeke qismî derket holê û di 5ê Mijdara 1908an de ji aliyê Komeleya Hevkarî Pêşketinê ya Kurdan ve, “Rojnameya Alîkarî û Pêşketinê ya Kurdan” dest bi weşanê kir. Rojname bi zaravayên Kurmancî û Soranî derdiket.
Rojhilat û Kurdistan
Di van salan de ku kêm be jî dema derfet çê dibin kurd gelek rojname û kovar derdixin. Ji van rojnameyan yek jî “Rojhilat û Kurdistan” di 20ê Mijdara 1908an de li Çagalogluyê, li Stenbolê dest bi weşana xwe dike û di rojnameyê de mijarên têkildarî rewşa Kurdistanê cih digirin.
Yekemîn rojnameya rojane: Serbestî
Rojnameyeke din a ku di çapemeniya Kurdî de xwedî cihekî girîng e, rojnameya Serbestî bû. Rojnameya Serbestî ji aliyê Mevlanzade Rifat (1869 – 1930) ve ku Kurdekî ji Silêmaniyê bu tê avakirin. Di dîroka çapemeniya kurdî de yekemîn rojnameya rojane ye û di 13ê Kanûna 1908an de li Stenbolê dest bi weşana xwe dike. Xwediyê vê rojnameyê Mevlanzade Rifat bû, sernivîskarê wê jî Hesen Fehmî bû.
Di wê demê de heta roja îro hişmendî eynî ye
Hesen Fehmî yê ku rexneyên tund li rêveberiya Îtîhad û Terakiyê dikir, di 6ê Nîsanê de hate qetilkirin. Piştî kuştina Hesen Fehmî rojnameyê li Parîs û Misrê dest bi weşana xwe kir. Rojnameya ku li vir derdiket rexneyên tund li Komîteya Îtîhad û Terakiyê dikir. Mevlanzade Rifat ku piştî efûyê hat Tirkiyeyê, di 29ê Tirmeha 1912an de dîsa dest bi weşana Serbestiyê kir û bi giştî 770 hejmar derket. Rojname heta 5ê Nîsana 1920an derket, bêalîbûn, parastina destkeftiyên monarşiya qanûnî, li dijî Komîteya Îtîhat û Terakî ya tund û parastina ‘nemerkezîbûnê’ bû.
Di sala 1996an de ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Tirkiyeyê ve 6 Nîsanê roja kuştina rojnameger Hesen Fehmî wek “Roja Şehîdên Çapemeniyê” hat qebûlkirin, lê di sala 2005an de ev nav wek “Roja Rojnamegerên ku Hatine Kuştin” hat guhertin.
Stenbol navenda rojnamegeriya Kurdî bû
Piştî Meşrûtiyeta 2emîn hin kovarên wek Jîn, Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Rojnameya Tealî Kurdistan, li Stenbolê, ji rojnamegerî û weşangeriya Kurdî zêde bûn. Di wan salan de rojname û kovaran çand û ziman û folklora Kurdan derxistin pêş û daxwaza statu û xweseriya gelê Kurd xistin rojevê.
Dengê Kurdî li Welatên Sovyetê: Rojnamegeriya Kurdî ji Radyo heta Rojnameyan
Rewşenbîrên Kurd ên ku ji zext û zordariya Osmaniyan reviyan, bi xebatên çandî û rojnamegeryê zimanê kurdî li Yekîtiya Sovyetê zindî hiştin. Salên 1920-1930 di dîroka çapemeniya kurdî de serdemek awarte bû. Yekîtiya Sovyetê ya wê demê, dema ku siyaseta teşwîqkirina ziman û çandên gelên cihê dimeşand, piştgiriya rojnamegerî û edebiyata kurdî jî dikir.
Riya Teze: Rojnameya herî demdirêj
Di weşangeriya kurdî de rojnameya herî demdirêj rojnameya Riya Teze ye. Riya Teze ku di sala 1930î de li Yêrîvanê bi 3 Ermeniyên ku ji aliyê Partiya Komunîst ve hatibûn tayînkirin û bi kurdî baş dizanibûn dest bi weşana xwe kir, piştî sala çaran ji aliyê rojnamegerên kurd ve dest bi weşanê kir. Di heyama rêveberiya Stalîn de ziman, çand û muzîka kurdî hate qedexekirin, di sala 1937an de rojname jî hat girtin.
Riya Teze, ku di sala 1955an de dîsa dest bi weşana xwe kir, wek tekane rojnameya kurdî ya ku di serdema Yekitiya Sovyetê de derdiket, di dîrokê de cihê xwe girt. Rojnameya Riya Teze ku demekê tîpên Kîrîlî û di salên xwe yên dawî de jî tîpên Latînî bi kar dianî, weke yek ji rojnameyên herî demdirêj derbasî dîrokê bû. Rojnameyê têkoşîna sosyalîzmê, foklara kurdan, helbest, çand û hunera kurdî dikir mijarên nivîsên xwe. Rêya Teze di sala 2003an de ji ber şert û mercên aboriyê hat girtin.
Radyoya Erîvanê: Ji Sovyetan belavî hemû Kurdistanê bû
Radyoya Erîvanê Beşa Kurdî ku di sala 1955ê de hat avakirin, ne tenê ji bo kurdên li Sovyetan, ji bo hemû kurdan bû çavkaniyeke nûçe, muzîk û çandê.
Di dîroka çapemeniya kurd de girîngiya Hawarê
Kovara Hawarê di 15 Gulana 1932an de li paytexta Suriyeyê Şamê bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan tê derxistin. Kovara Hawarê di dîroka çapemeniya kurdî de xwedî cihekî taybet e. Wê di aliyê nivîsê de şoreşeke zimanî afirand û di avakirina nasnameya edebiyata kurdî ya nûjen de bi roleke sereke rabû.
Hawar yek ji wan kovarên pêşîn bû ku kurdî bi alfabeya latînî nivîsandibû. Îro standarda nivîsandina kurdî ya ku alfabeya latînî bi zaravayê kurmancî bi kar tîne, bi piranî sîstema ku di Hawarê de hatiye avakirin e. Hawar heta sala 1943yan weşana xwe didomîne û bi giştî 57 hejmar derdikeve.
Kovareke siyasî, wêjeyî û çandî
Di kovara Hawarê de tenê mijarên siyasî na, di heman demê de mijarên wek; rêziman û ferhenga kurdî, çîrok û helbestên gelêrî yên kurdî, analîzên zimanî, mîtolojî, gotinên pêşiyan û nalînên kurdî tê de hebûn.
Apê Mûsa û helbesta Qimil
Apê Mûsa ango Mûsa Anter zanyar û rojnamegerê Kurd di sala 1959an de di rojnameya Îlerî Yurt a Stenbolê de helbesteke bi navê ‘Qimil’ bi kurdî weşand. Ev helbest bû sedema hestiyariyê, lê di heman demê de bû sedema girtin û dadgehkirina wî. Ev bûyer bû yek ji sembolên girtina komî ya rewşenbîrên kurd ku bi navê “Doza 49an” tê naskirin. Ji salên 1960î û pê de hem di kovarên tirkî û hem jî di kovarên kurdî de dinivîse.
Kovarên Dîcle-Firat û Dengê Kurdistanê
Di kovarên wekî Dîcle-Firat û Dengê Kurdistanê de li ser dîrok, ziman, çand û vegotinên gelêrî yên kurdî gotar nivîsandin. Armanca van weşanan zêdekirina hişmendiya ziman û çandî ya gelê kurd bû.
Nivîsên Apê Mûsa ne akademîk û ne jî elîtîst in; ew sade bûn, bi zimanê gelêrî dihatin nivîsandin, rasterast bi gel re dipeyivîn. Li gundan, li qehwexanan û heta li zindanan jî dihat xwendin. Ji ber vê yekê di nav gel de bê nasîn û hezkirin. Apê Mûsa di 20 Îlona 1992an de, di 72 saliya xwe de, li Amedê ji aliyê JÎTEMê ve hate kuştin.
Sibê: Rojnamegerên Kurd li dijî zextan dîroka berxwedanê nivîsandin