• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hemwelatiyên Amedê bûyerên di nav civakê de nirxandin

    Hemwelatiyên Amedê bûyerên di nav civakê de nirxandin

    Gardiyanan êrişî girtî kirin û damara destê wî qetandin!

    Gardiyanan êrişî girtî kirin û damara destê wî qetandin!

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 12ê KANÛNA 2025an

    Parlamentoya Gallerê: Pêvajoya aştiyê derfeteke dîrokî ye

    Parlamentoya Gallerê: Pêvajoya aştiyê derfeteke dîrokî ye

    Bi tîfaqa Kurd û Tirkan wê demokrasî were Rojhilata Navîn

    Bi tîfaqa Kurd û Tirkan wê demokrasî were Rojhilata Navîn

    Rapora 9 girtîgehan hat eşkerekirin

    Rapora 9 girtîgehan hat eşkerekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hemwelatiyên Amedê bûyerên di nav civakê de nirxandin

    Hemwelatiyên Amedê bûyerên di nav civakê de nirxandin

    Gardiyanan êrişî girtî kirin û damara destê wî qetandin!

    Gardiyanan êrişî girtî kirin û damara destê wî qetandin!

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 12ê KANÛNA 2025an

    Parlamentoya Gallerê: Pêvajoya aştiyê derfeteke dîrokî ye

    Parlamentoya Gallerê: Pêvajoya aştiyê derfeteke dîrokî ye

    Bi tîfaqa Kurd û Tirkan wê demokrasî were Rojhilata Navîn

    Bi tîfaqa Kurd û Tirkan wê demokrasî were Rojhilata Navîn

    Rapora 9 girtîgehan hat eşkerekirin

    Rapora 9 girtîgehan hat eşkerekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kolanên Cizîrê bi xwînê hatine avdan

Mahmût Altintaş / AW

11 KANÛN 2024 - 08:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Hizniye Arslan ku di dema qedexeyên derketina derve de 2 zarok û birayê wê hat kuştin bi lêv kir ku tevî 9 sal derbas bûye jî cenazeyê keça wê nediyar e daxwaza cenazeyê keça xwe kir. Hizniye Arslan bi lêv kir ku ew wan rojan tu carî ji bîr nakin û got: “Her bihosteke kolanên Cizîrê xwîna zarokên me ne.”

Li navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê di 14ê Kanûna 2015an de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Qedexeya derketina derve ya Silopiyayê 37 rojan a Cizîrê jî 79 rojan berdewam kir. Di qedexeya derketina derve de li Silopiyayê 28 kesan û li Cizîrê jî zarok û pîr jî di nav de 288 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji van kesan 177 jê li jêrzemîna avahiyeke li Taxa Cûdî ku lê asê mabûn, di encama çekên giran de hatin qetil kirin. Li gorî daneyên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER); hêj jî aqûbeta Ferîde Yildiz, Mardîn Çelebî, Hacer Aslan, Osman Gokhan, Huseyîn Dervîş, Servet Aslan, Îdrîs Susîn, Alî Aslan, Cemal Purlek, Emrah Aşkan, Sercan Ugan, Mûstafa Keçanlu, Emrah Aşkin û Sakîne Durmîş nayên zanîn. Lê tê gotin ku piraniya van kesan di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dane.

Gelek malbat hê jî li zarokên xwe digerin. Yek ji van jî Hizniye Arslan e. Hizniye Arslan di qedexeya derketina derva de keça wê Hacer, kurê wê Mehmet Saît û birayê wê Mehmet Selîm Turgay hatin qetilkirin. Hizniye Arslan cenazeyê bira û kurê xwe defîn kir. Lê tu agahî jî keça xwe ya 19 salî negirtiyê. Tevî 9 sal di ser qedexeyan re derbasbûye jî aqûbeta keça wê ne diyar e û hemû hewldan û serîledanên Hizniye Arslan bê encam ma ne.

‘Nehiştin tevlî cenazeyê birayê xwe bibim’

Hizniye Arslan ku di qedexeyan de 2 zarok û bireyê xwe winda kiriyê wiha qala rojên qedexeyan kir: “Dema şer dest pê kir em jî li vê taxê bûn. Şerê yekem ji taxa me ya Çemkurkê dest pê kir. Wê demê ez jî nexwaş bûm. Ez li ber derî çûm parqê. Wê demê ez nekarîbûm vêgerim malê. Zarok li min geriyan gotin top li xanî ketiyê. Edî ez nekarîbûm biçim malê. Zarok li malê bûn. Ceyran û av tune bû. Piştî 44 rojan birayê min hat qetilkirin. Min nedikarî xwarinê jî bixwim. Zarokên min li mal bûn ez jî cihekî din bûm. Hertim di fikara wan de bûm. Me cenazeyê birayê xwe nedît. Em li cenazeyê birayê min digeriyan. Piştî çend rojan me cenaze dît û defîn kir. Ji ber qedexeyan nehiştin ku em tevlî defînkirin cenazeyê bibin.”

‘Min ji diranan cenazeyê kurê xwe naskir’

Di berdewama axaftina xwe de Hizniye Arslan destnîşan kir ku ji ber topbaranê Cizîr bi tevahî xira bibû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku qedexe rabû em vêgeriyan Cizîrê. Dema em li ser pirê derbas bûn, min xwest xwe ji pirê bavêjim. Ji ber ku Cizîr xira bibû. Min jî digot zarokên min di nava vê xirabûnê de sax derneketinê. Dema ez hatim şûna xanî min dît ku xaniyê me tevahî bû ye kavil. Xanî hilweşiya bû. Piştî 2 hefteyan em çûn ser gora birayê min. Li ser gora birayê xwe agahiya kurê min ji min re hat. Min li ser goristanê hîn kir ku kurê min jî hatiyê qetilkirin. Li wir ez ji ser heşê xwe çûm û ez rakirim nexweşxaneyê. Piştrê me hîn kir ku cenazeyê kurê min birinê Rihayê. Wê şevê em çûn Rihayê. Kurê min li wir defîn kiribûn. Lê min dema cenaze dît min nezanî cenazeyê kurê min e. Min wisa dizanî ku cenazeyê keça min e. Min dema darbest rakir min dît ku kurê min Mehmet Saît e. Piştî 40 rojan me kurê min anî Cizîrê. Cenaze nedihat naskirin. Min ji diranan ew naskir. Me li Cizîrê cenazeyê xwe veşart.”

‘Ez cenazeyê keça xwe dixwazim’

Hizniye Arslan bi lêv kir ku ew 9 salan li pêy cenazeya keça xwe ne û ev tişt got: “Me piştre ji bo keça xwe jî xwîn da. Me gelek caran serîledan jî kirin. Bersiva xwînê ji me re hat û gotin cenazeyê keça we ne di destê me de ye. Ew 9 sal in ku em li cenazeya keça xwe digerin. Ez cenazeyê keça xwe dixwazim. Bila cenazeyê keça min radestî min bikin û bila goreke wê hebe. Ne tenê ya keça min jî cenazeyê gelek kesan ku di bodruman de hatinê şewitandin tune ye. Hemû malbat maxdurin. Divê cenaze radestî malbatan bikin. Ez dixwazim ku ji Hacera xwe re tirbekê çêbikim.”

Hizniye Arslan bal kişand ser bêcezahiştina kujerên ku welatiyên sivîl qetilkirin û wiha bi dawî kir: “Edalet tune ye. Heke edalet hebûna niha min jî keça xwe spartibûya axê. Heke edalet hebûna li pêş çavê hemû dinyayê zarokên me di bodrûman de nedişewitandin. Lê tu kesî tiştek nekir. Heke edalet hebûna welatiyên sivîl bi çekên kîmyevî nedihatin kuştin. Tu heviya me ji edaletê tune ye. Lê em dixwazin ku yên sivîl kuştin, bên cenazakirin. Her bihosteke kolanên Cizîrê xwîna zarokên me ne. Tu biçe li kijan kolanên Cizîrê bîranîna zarokên me ne. Em tu carî wan rojan ji bîr nakin. 9 sal derbas bûn lê ji bo min wekî do ye.”

Etîket: Alî AslanCizîrHizniye AslanSercan UganServet AslanTaxa Cûdî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Cizîrê fuara pirtûkan a bişaftinê!

Li Cizîrê fuara pirtûkan a bişaftinê!

27 MIJDAR 2025
Kujer Remzî Kayaalp bi cezayê muebeta giran hat cezakirin

Kujer Remzî Kayaalp bi cezayê muebeta giran hat cezakirin

20 MIJDAR 2025
Şîna endamê HPGê Yasîn Garan bi girseyî hat ziyaretkirin

Şîna endamê HPGê Yasîn Garan bi girseyî hat ziyaretkirin

18 MIJDAR 2025
Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

15 MIJDAR 2025
Li Cizîrê 2 kes rastî êrîşa çekdarî hat

Li Cizîrê 2 kes rastî êrîşa çekdarî hat

12 MIJDAR 2025
Parka qeyim daye weqfa cendirmeyan di nava çopê de ye

Parka qeyim daye weqfa cendirmeyan di nava çopê de ye

8 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (193)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne