• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Otomatik taslak

    Mîhrîcana rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkir

    Li Stenbolê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê

    Li Stenbolê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê

    Muhîttîn Muguç: Mûsa Bendaş ji ber helwesta xwe ya Kurdewarî hat girtin

    Gel ji bo Mîhrîcana Rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Xelfetiyê kom dibe

    Ji Mehmet Ocalan banga tevlêbûna festîvalê

    Ji Mehmet Ocalan banga tevlêbûna festîvalê

    ROJEVA 16ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 3yê NÎSANA 2026an

    Bi skêç û dengbêjiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hat pîrozkirin

    Bi skêç û dengbêjiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hat pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Otomatik taslak

    Mîhrîcana rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkir

    Li Stenbolê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê

    Li Stenbolê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê

    Muhîttîn Muguç: Mûsa Bendaş ji ber helwesta xwe ya Kurdewarî hat girtin

    Gel ji bo Mîhrîcana Rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Xelfetiyê kom dibe

    Ji Mehmet Ocalan banga tevlêbûna festîvalê

    Ji Mehmet Ocalan banga tevlêbûna festîvalê

    ROJEVA 16ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 3yê NÎSANA 2026an

    Bi skêç û dengbêjiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hat pîrozkirin

    Bi skêç û dengbêjiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hat pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kolanên Wanê di bin qirêjiyê de ne: Şaredarî karê xwe baş nakin

Sema Gezîcî - Besna Edîş / AW

3 NÎSAN 2026 - 11:18
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET, TENDURISTÎ
A A
Wan – Li taxên Buzxane, Selîmbey û Rêya Kevin ya Kelehê yên girêdayî Rêya Armuşê ya Wanê di bin qirêjî û bermahiyan de mane. Welatiyên ku nerazîbûnên xwe anîne ziman, bang li rayedaran kirin ku berpirsiyariyên xwe bînin cîh.

 

Taxên Buzxane, Selîmbey û Rêya Kevin ya Kelehê yên Rêya Armuşê ya Wanê di bin qirêjiyê de mane. Ev tax di navbera navçeya Artemêtan û Rêya Armûşê de ne û girêdayî Rêya Armuşê ne. Lê tê dîtin ku şaredariyên van navçeyan xebateke paqijiyê yê hevpar nakin. Aliyê Artemêtan carna baqijiya giştî tê kirin, lê mixabin Rêya Armûşê ev demeke dirêj e li van taxan paqijî nekiriye. Her wiha tê ditîn ku dema xebatkar tên jî hemû çop û bermahiyan kom nakin. Li hawirdorê rûbar û derdorê rêyan bermahiya ku bi mehane e hatine avêtin nehatine rakirin. Li ber li pêşiya deriyê gelek malan konteynirên bermehiyan nîn in. Ji ber vê rewşê welatî neçar dimînin ku bermahiyên xwe diavêjin erdê an jî disojin. Li gelek cihan komên bermahî û çopê hene ku bêhna wan li ser taxan dikeve. Welatiyên taxê her çiqas ji bo çareseriyek were dîtin gilî û gazinên xwe anibin ziman jî ev rewş heya îro jî berdewam dike. Welatiyên ku li taxên bermahî nayên komkirin ji ajan me re axivîn.

‘Dema kursîyê dibînin xizmet nayê bîra wan’

Welatiyê bi navê Fehim Guneş bi lêv kir ku ne muxtar ne jî hevşaredar tu kes wan napirse û got: “Tu kes bila ne bêje cihê min xweş û paqij e. Bajêr hemû di heman rewşê de ye. Rast e, Şaredariya Rêya Armuşê di destê DEM Partiyê de ye, lê karê xwe baş nakin. Nav yê DEM Partiyê ye lê kirinên wan dişibin kirinên partiyên din. Tenê kesên ku li jor dê bikaribin vê rewşê çareser bikin. Yên din hemû ji berpirsiyariyê direvin, karê xwe pêk naînin.” Fehîm Guneş bal kişand ser têkoşîna gelê hilbijartinê ya di ddemehilbijartinê de û wiha got: “Gelê Wanê her dem ji bo her tiştî amade ye. Dema hilbijartinê mal bi mal digeriyan lê dema di hilbijartinê de bi ser ketin û çûne ser qûrsiyê, xizmetê nakin. Ka ev gel birçî ye, têhnî ye, qet napirsin. Halê taxê tê ditîn, heke berpirsyar hatibana li taxa me niha ev qirejiyê paqij kiribûn. Çima nayên?”

Bi dehan caran daxwazname dane

Şêniyê taxa Bûzxaneyê Nected Kiliç jî da zanîn ku bi dehan caran daxwazname dane lê dîsa jî qonteynireke gilêşî neanîne û wiha axivî: “Gilêş li ber deriyê malên me û li nava kolanan dimînîn. Dû re kûçîk tên hemûyê belav dikin. Ez jî mecbûr mame ku gilêşan bişewitînim. Piştî sotinê jî ev qirêjî li vir dimîne û kes ranake. Li ber deriyê me konteynir nîne, berpirsan gotin em ê binîn lê hêj jî neanîne. Li taxa me zêde qirêjî heye. Em dixwazin taxa me paqij be. Heke şaredarî ya me be bila werin vê qirêjiyê paqij bikin. Em tiştekî din naxwazin.”

‘Hewldanên me bê encam dimînin’

 

Şêniyê taxa Selîmbeyê Îshan Gezîcî jî diyar kir ku xebatkarên şaredariyê hatine taxa wan û got: “Xebatkaran gilêş kom kirin û konteynirên zirar dîtî birin. Gotin êm ê bînin lê meheke bi ser re derbas dibe kesê tu konteynir neanîn. Ez jî çûm cem zabitên şaredariyê û min ji wan re got ‘ev du mehe konteynira me tinne ye’. Wan jî got ‘me îhale daye şîrketê’. Piştî wê bi zorî yek anîn danîne nêzî mala me. Piştre dîsa çar, pênc caran ez çûme şaredariyê, lê gotin ‘ îro ne sibe, îro ne sibe’ û ti encam dernektin. Halê taxa me hûn dibînin. Ji serê taxê heya binê taxê rewş ev e. Beriya çendekê jî zabita ji ber pez xwedîkirina min hatin, lê min ew şermezar kirin. Min ji wan re got ‘hûn ji ber pezê min tên lê hûn çima ji bo qirêjiya taxa me nayên? Ev pênç mehe konteynir nînin.’ Ez çûme cem gelek kesan, lê encam negirt. Min dikarî biçim def berpirsyarê herî jor jî, lê diyar e ku têkildarî qîrêjiya bajêr berpirsiyarên jor berpirsiyariyê nagirin ser xwe. Ez jî şaredariyê re tiştekî nabêjim, lê gelek xebatkarên ku tê de dixebitin rast tevnagerin.”

Rayedarên Şaredariyê: Wê xebatên xurt ên paqijiyê bên destpêkirin

Li ser rewşa taxan, em bi rêya telefonê rayedarên Şaredariya Rêya Armûşê geriyan û me sedema nepaqijkirinê pirsî. Rayedaran diyar kir ku ji ber zivistanê û hebûna berfa zêde wan nekariye paqijiyeke giştî li taxan û derdorê bikin û dan zanîn ku bi destpêka biharê ve ew ê li ser vê mijarê xebateke xurt bidin meşandin. Raredaran destnîşan kir ku her çend di qadê de kêmasiya konteynirên çopê yên hesinî hebe jî, di çarçoveya hêza darayî ya şaredariyê de hefteya bê 500 konteynirên ku hatine kirîn dê werin belavkirin. Rayedaran anî ziman ku li dijî qirêjiya jîngehê ya li taxan jî xebatên paqijiya dewrûberê (mintiqa), şûştina rêyan û xebata malîna taxan dê demeke kin de dest pê bikin.

Etîket: BermahîçopKolan û rubarKonteynerên ÇopêParastina Hawîrdorê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di warê ekolojiyê de rewşa 62 şaredariyên DEM Partiyê

Di warê ekolojiyê de rewşa 62 şaredariyên DEM Partiyê

28 ADAR 2026
‘Serweta herî mezin paqijî ye’

‘Serweta herî mezin paqijî ye’

7 TÎRMEH 2025
Ne Çemê Reş e, şerma reş e!

Ne Çemê Reş e, şerma reş e!

5 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji zindanê heta derve bi ser ketin

    Ji zindanê heta derve bi ser ketin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • AVA TVyê wêneyê Abdullah Ocalan sansur kir!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aydin Adiyaman piştî 32 sal û nîvan hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Demokratîkbûna’ saziyên Îzmîrê li Kurdî qelibî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Mehmet Ocalan banga tevlêbûna festîvalê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahiya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd: Statuya Serok Apo qebûl bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • AVA TV piştî bertekan ji DEM Partiyê lêborîn xwest

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Temel: AVA TV divê demildest lêborînê bixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (107)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne