• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gundî pirr ji rojnamegeriyê hez dikir û xwedî seknek şoreşger bû’

    ‘Gundî pirr ji rojnamegeriyê hez dikir û xwedî seknek şoreşger bû’

    Li Rojava alîkariyên Heyva Sor didomin

    Li Rojava alîkariyên Heyva Sor didomin

    Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

    Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 18ê ADARA 2026an

    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Gundî pirr ji rojnamegeriyê hez dikir û xwedî seknek şoreşger bû’

    ‘Gundî pirr ji rojnamegeriyê hez dikir û xwedî seknek şoreşger bû’

    Li Rojava alîkariyên Heyva Sor didomin

    Li Rojava alîkariyên Heyva Sor didomin

    Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

    Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 18ê ADARA 2026an

    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

Fexredîn Kiliç / AW

18 ADAR 2026 - 09:02
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Amed – Koma Agirê Jiyan ku dê piştî 23 salan li Newroza Amedê derkeve ser dikê wiha bang li gel kir: “Em dixwazin gelê me li dora agirê Newrozê bê ba hev û govenda xwe bi hev re bigerînin. Werin em bi ruhê Newroza Azadiyê stranên xwe bibêjin.”

Newroza 2026an li Kurdistanê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û li Tirkiyeyê bi dirûşma “Newroza Azadî û Demokrasiyê” tê pîrozkirin. Newroza îsal li gelek tax, gund, navçe û bajaran tê pîrozkirin. Di van Newrozan de gelek komên muzîkê û hunermend jî cih digirin. Yek ji van koman jî Koma Agirê Jiyan e ku dê di 21ê Adarê de li Newroza Amedê derkeve ser dikê. Koma Agirê Jiyan bi navê xwe herî dawî di 21ê Adara 2003yan de li Amedê derdikeve ser dika Newrozê. Koma Agirê Jiyan piştî 23 salan careke din derdikeve ser dika Newroza Amedê ya dîrokî.

Zarok, ciwan, kal û pîr her kesê guhdariya stranên Agirê Jiyan kiriye. Agirê Jiyan komeke wisa ye ku nifşên salên 90î li ber deng û awazên wan mezin bûn. Agirê Jiyan heta niha albumên bi navê “Adarê” , “Hêlîn” , “De Were” û “Aştî” derxistine û piştî demekî dirêj dîsa kom bûn û weke kom dê xebatên xwe bidomînin. Kom piştî ku dîsa berhev bû stranek ji bo Amedsporê û Newrozê çêkirine. Dê strana xwe ya “Newrozê” cara ewil li ser dika Newroza Amedê bibêjin.

Endamên Komê Alî Geçîmlî, Şener Yildiz û Meral Tekçî li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê pirsên Ajansa Welat bersivandin.

* Koma Agirê Jiyan kengî bi çend kesan hate avakirin? We çima navê koma xwe kir Agirê Jiyan?

Alî Geçîmlî: Agirê Jiyan di sala 1992yan de li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya Stenbolê hate avakirin. Di serî de em sê kes bûn. Ez, Şener û Nayîl. Dû re jî Bêrîvan tev li bû. Me çar kesan kom ava kir. Dema me ewil kom ava kir, navê wê Çebaxçûr bû. Em tev li NÇMê bûn. Li NÇMê gelek kom hebûn. Koma Serhad, Koma Amed hwd. Me got ev nav herêmî ne. Ji ber wê yekê me hinek lêkolîn kirin. Me got navê Çewligê yê kevin çi ye? Ji ber vê yekê em çûn me navê Çebaxçûrê lê kir, ew jî navekî Ermen e. Dû re em li navan geriyan, me got em navekî nû li xwe bikin. Wê demê min pirtûka Nikolay Ostrovski ya bi navê “Silav! Agirê Jiyan” dixwend. Wê demê Kurdiya me jî ne baş bû. Em ciwan bûn li bajarê Stenbolê ji dayik bûn. Em hinek asîmîle bûbûn. Me di nava xwe de me ji jiyan re digot ‘yaşam’. Em jiyanê ji NÇMê hîn bûn. Dû re me got navê “Agirê Jiyan” çawa ye ku em li koma xwe bikin. Hevalan nav rast kir û me jî ew nav li koma xwe kir. Me îlham ji pirtûka Nikolay Ostrovski girt.

* Gel di salên 90î de bi stranên we yên weke Adarê, Rehşan û Hêlîn hûn nas kirin. Weke Agirê Jiyan we çend album çêkirin?

Şener Yildiz: Wê demê em hatin bahev, ez û Elî û Nayîl li ser klamên xwe dixebîtin. Wê demê hevalên me yên din jî hebûn, me di NÇMê de hevdû nas dikir. Alîkariya me dikirin. Koma me hebû, Koma Azad li vir bû dihat û diçû. Hevalên din li Stenbolê hebûn. Mahmût Yamalak klama Adarê nivîsandibû, dabû me, em jî li ser klama Adarê xebitîn. Me jî gelek tişt tev li klamê kirin. Me bi hev re çêkir. Ahmet Koç hebû wê demê em bi hev re xebitîn. Adarê xebitîn, Rehşan jî me bi hev re çêkir. Zêdetirî klaman de keda me hebû. Ez bûm, Alî bû Nayîl û Bêrîvan bûn. Wê demê me albuma yekemîn çêkir.

Alî Geçîmlî: Piştî albuma “Adarê” Şener cuda bû. Me pişt re jî berhemên xwe domandin. Albumên “Hêlîn”, “Dê Were” û “Aştî” derxistin. Çar albumên Agirê Jiyan hene.

Şener Yildiz: Ji bo me jî wê demê fikra muzîka modern muhîm bû. Em li ser muzîka modern dixebitîn. “Gelerî”, “Şemamê”, “Di golê de” hebûn dîsa “Zer Mircan” hebû. Agirê Jiyan fikrê muzîka modern anî xist nav albuma xwe. Ev tişt ji bo me ji bo folklor û çanda me gelek muhîm bû.

* Xebata we ya di salên 90î de çawa bû? Hûn bi zextên çawa re rû bi rû diman?

Alî Geçîmlî: Di salên 90î de hunermendên Tirk tenê ‘lê lê û lo lo’ digotin, ji ber van gotinên wan her kes radibû li çepikan dixist. Me wê demê stranên Kurdî digotin û me gelek tişt jî dîtin. Mesele di konserekê de dema em li ser dikê bûn gelek caran polîs dihatin mîkrofon digirtin, konserên me qut dikirin, em binçav dikirin, gef li me dixwarin. Ew demeke zor bû. Di wê demê de hunermendên navdar ên weke Hozan Hogir hebûn, wê demê ji ber zextên heyî neçar ma ji welat derket û pişt re şehîd ket. Ji ber vê yekê gelek hunermendên NÇMê ji ber zilm û zora dewletê neçar man ji welat derkevin û çûn sirguniyê. Me jî di demeke wiha de stran digotin. Em hatin îşkencekirin jî doz jî li me vekirin. Hin ji wan dozan ên berdewam dikin hene. Beriya du salan jî ez hatim welat. Ji min re doz vekirin. Derketina min a derveyî welat qedexe kirin. Ez bi zorî çûm. Piştî ku doz ket ez dîsa hatim welat. Hêj jî pirsgirêk hene.

Şener Yildiz: Li aliyê din jî dema em niha behsa salên 90î dikin gotin ji me re rehet tê lê di salên 90î de evqas rehet nebû. Em jî zarok bûn xwestekên me pir bûn, me dixwest daxwazên xwe bianiya ziman me dixwest tembûr û gîtara xwe bigirta li her cihî klamên xwe bigota. Wê demê em jî hêdî hêdî hînî fikra siyasî dibûn û fikrên siyasî û klamên folklorîk me dianî bahev. Klamên xwe xurt bikirana. Ew wext zehmet bû. Ji bo zarokan niha rehet e lê tevgera Kurd ji wan re rêyek vekir.

Alî Geçîmlî: Wekî din me di salên 90î de tenê huner çênedikir, me peyam jî didan. Roleke me ya wiha jî hebû. Me ne tenê rola hunermendan roleke siyasî jî girtibû ser xwe.

* Di salên 90î de çanda koman zêdetir bû. Lê di van salên dawî de hunermend bêtir li ser navê xwe derdikevin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Alî Geçîmlî: Hinek vê yekê weke takekesî û egoîstî penase dikin. Ez vê yekê weke takekesiyê nabînim. Ew jî heye, bandora wê jî heye lê wisa difikirim ku di bingeha vê de sedemên polîtîk jî hene. Mînak nedixwestin NÇM bi tena serê xwe bimîne. Li hemberî sekna me ya siyasî bûn. Hunermendên derve li hemberî çand û hunera Kurdî li hemberî NÇMê gotin belav kirin. Gotin “Ew Kurd in lê Kurdî nizanin. An jî Kurd in lê di nava gel de nînin.” Xwestin NÇMê di çavên gel de biçûk bixin.

Şener Yildiz: Elî jî behs kir. Mîna ku Elî dibêje li aliyekî ew tişt hebûn li aliyê din jî em di nav komê de çend kes hebûn. 4-5 kes bi hev re bûn. Yek jê derkeve yên din bi tenê dimînin. Kesên din bi ku ve çûn. Ez di Koma Agirê Jiyan de bûm çend salan em bi hev re xebitîn. Paşê ez çûm Almanyayê. Ji vir ez çûm Almanya belku ne bi zorê bû lê li vir jî nedibû. Meseleya leşkerî hebû doz hebûn ji ber sedemên polîtîk jî me nekarî bi hev re xebatên xwe berdewam bikira. Koma me jî belav bû. Me nekarî li cihekî muzîka xwe biafiranda. Ev tişt jiyana Kurdan e tesîra xwe li ser komê jî kir. Weke ku heval Alî jî got komên din jî bi tenê man. Em li koma Koma Azad Koma Amed dinêrin ew jî belav bûn her yek bi cihekê ve çûn. Çûn dewletên din. Hevalek li wir hevalek li vir bimîne nabe. Her kes bi cihekê ve çû û tenê man.

* Niha ew çanda koman weke Koma Amed, koma we dîsa bi paş ve vedigere. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Alî Geçîmlî: Di salên 90î de guhdarvanên me zana bûn. Wate û armanca tiştên me digot dizanîn. Îro ez li ciwana dinêrim zimanê Kurdî kêm e, naaxivin. An jî wate û armanca wê nizanin. Polîtîkbûna stranan nemaye. Kesên wiha fikrên ciwanên me jehrî dikin. Ji ber vê yekê me got em ê dikê ji hunermendên populîst re nehêlin. Em ê dîsa weke Koma Amed, Koma Agirê Jiyan, Koma Çiya werin bahev bi sekna xwe, fikrên xwe, nêrînên xwe yên ji bo pêşerojê bi stranên nû dîsa nîşanî ciwanan bidin. Me çawa ji salên 90î çand û hunera xwe anî heta vê merheleyê em ê dîsa xwedî li dika xwe derkevin. Ji ber vê yekê em dîsa hatin bahev. Em hene û em ê dîsa vê rola xwe bilîzin.

Şener Yildiz: Elî heval ji xwe li vir bû. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê bû. Ez 25-26 sal in li derve me. Zarokên min hene, karê min heye li wir. Hevalên min pişt re hatin. Hinek çûn Îngilistan, Almanya û hinek jî li vir man. Dema em tên bahev em dibêjin em kal bûne lê em kal nebûne. Em careke din hatin bahev. Me dîsa xwe fêm kir. Me çi kir. Dibêjin ya me ked da, di salên 90î de em xebitîn me bi xwe çêkir. Dîsa gotinên xwe ji zarokan re ji gelê xwe re digihînin. Belku ciwan û xortên me, me weke mînak bigirin muzîkên me bibêjin. Em dixwazin destê xwe bidin wan ji bo klam, ziman û welatê xwe alîkariya wan bikin. Klamên xwe bêjin û em klamên xwe hînî wan bikin û ji wan jî hîn bibin. Em bi hev re klaman bibêjin. Klamên me Rehşan, Adarê, Aştî ji bo me muhîm in. Ji bo gelê me jî muhîm in. Li ser dikê em dibînin klamên me bi hev re dibêjin.

* Piştî ku hûn weke kom ji hev veqetiyan we çi kir?

Alî Geçîmlî: Min dîsa demekê li NÇMê xebatên xwe domandin. Lê ez nêzîkî 6-7 salan derveyî welat bûm. Di nava van salan de min dîsa muzîka xwe berdewam kir û min bi saziyên xwe re xebatên xwe domandin. Ez derketim Ewropayê bi navê Elî Jiyan min albumek derxist. Piştî çar albumên Agirê Jiyan min bi navê “Arîn Mîrkan” albumek derxist. Pişt re albumek jî min li ser Youtubeyê çêkir. Navê wê jî “Dayê Can” bû.

Şener Yildiz: Di sala 2000î de çûm Almanyayê. Wê demê bi serê xwe albumek çêkir. Piştî Agirê Jiyan min got çima ez stîla Agirê Jiyan berdewam bikim? Agirê Jiyan heye. Dewam dike. Ez jî li ser popa Kurdî bixebitim. Albuma min li ser muzîka popê ye. Ne tenê zazakî, zaravayên kurmancî û soranî jî hebûn. Her wiha dibêjin ya single min çêkir. Çend klam çêkirin.

Meral Tekçî: Min di albuma Agirê Jiyan a “Dê Were” de cih girt. Beriya wê min di Koma Çiya de cih girt. Di Koma Asmîn, projeya Şahiya Stranan û di Dîwana Dubeytî de cih girt. Herkes dibêje Meral di pir koman de geriya. Lê albumeke min tenê heye. Navê wê “Vejîn” e. Ez ji xebatên komê hez dikim. Bi tenê naxwazim bişuxilim lê demekê wisa bû.

* Niha jî piştî demekî dirêj hûn li Bakur derdikevin Newroza Amedê ya dîrokî. Ev ji bo we hesteke çawa ye?

Alî Geçîmlî: Bi taybetî Amed Kurdistan ji bo hemû hunermendên Kurd xeyaleke. Ez bawer im ev yek di dilê wan de kelecaniyekê çêdike. Em bi hestiyar in, kelecan in. Ez tev li maça Amedsporê jî bûm. Me stranek ji bo Amedsporê nû çêkir dema li stadyûmê lêxist û em derketin pêşberî gel dest û lingên min lerizîn. Tevî ku 30 sal in derdikevim pêşberî gel. Ji ber wê jî niha difikirim di 21ê Adarê de ez ê li qada Newrozê li hemberî gel çawa biaxivim çawa stranan bibêjim nizanim. Ji ber demeke dirêj e ez nehatibûm Amedê herî dawî em bi Şahiya Stranan re hatibûn. Teoman jî hatibû lê dîrok nayê bîra min. Lê zêdetirî 20 salan e ez li ser navê Agirê Jiyan nehatime Newroza Amedê. Lê em li ser navê Şahiya Stranan hatin. Wê demê jî em bi kelecan bûn. Dizanî ku li hemberî me çi heye. Mirov li qada Newroza Amedê dinêre jiyana Kurdan dibînî. Bîranîn tên bîra te. Ji ber wê jî niha dema qala wê jî dikim hestiyar dibim. Ne pêkan e ku mirov hestiyar nebe. Ji ber gelek hevalên te yên te pê re xebat kir bûn cangorî. Tu dizanî ku ev heval jî li cem te ne. Tu li ser dikê bi tenê nînî. Wê derê tenê Agirê Jiyan nîne. Temsîliyeta hemû hevalan e. Tu bi vê hestê li ser dikê stranan dibêjî, axaftinan dikî ne pêkan e ku bi kelecan nebî. Ez ê bi vê kelecanê stranan bêjim.

Şener Yildiz: Kelecana me jî heye. Nêzî salekê em li heman cihî man. Me çar heb konser dan. Em bi hevalan re axivî bûn. Gotin ‘werin em ji we re konserekê amade bikin’ Me ji wan re got na em naxwazin. Heke Newroz pêşiya me de hebe em dixwazin em klamên xwe di Newrozê de bêjin. Ji bo vê kelecanê em hatin vê derê. Rast e duh em bi hev re bûn, sibê were em belav bikin. Me li ser Amedsporê klamek çêkir lê me li ser Newrozê jî klamek çêkir, em ê biweşînin. Sê çar roj ji me re lazim in. Klamên nû hene li cem me. Em ê bi van klaman Newrozê pîroz bikin. Em van klaman diyarî gelê xwe dikin.

Meral Tekçî: Ez jî pir bi kelecan im. Niha ji ber kelecan im. Nikarim bersiva pirsan jî bidim. Ez bawer im li qada Newrozê nikarim stranan jî bêjim. Ewqas bi kelecan im. Em dixwazin weke Agirê Jiyan li qada Newrozê bi gelê Kurd re stranên xwe bibêjin. Daxwaza me ev e.

We weke Agirê Jiyan ji bo Amedsporê stranek çêkir û we maça Amedsporê ya roja yekşemê jî temaşe kir. Ev ji bo we hesteke çawa bû?

Alî Geçîmlî: Me ji Serokê Amedsporê pirs kir, got 20 hezar kes hene li vir. 20 hezar kes ji bo qada Newrozê pir kêm in. Ez bawer im wê milyonek mirov li wir bin. Lê li hemberî 20 hezar kesan her derê me dilerizî. Ji ber wê jî em li qada Newrozê gelek bi kelecan dibin. Gel bi hatina me gelek keyfxweş bû. Ji me re gotin bi xêr hatin. Me ev germahî dît. Ji ber vê yekê em bi keyfxweşî ji wir derketin. Me bo Newrozê jî stranek çêkir. Em dixwazin di roja Newrozê de bi gel re parve bikin.

* Banga we ji bo Newrozê ji gelê Kurd re çi ye?

Şener Yildiz: Îsal ji bo Kurdan saleke muhîm e. Li Rojava Rojhilat gelê me gelek tişt dîtin. Em jî li Bakur in. Li bajarên Bakur Newrozê pîroz dikin. Em bên bahev em bibin yek. Bi zimanê xwe zazakî, soranî, goranî, kurmancî stranan bibêjin. Wexta ku em bên bahev em dibin yek. Em bi hev re klamên xwe bêjin heman helwestê nîşan bidin. Em dixwazin li ser sahneyê li dora agirê Newrozê bên bahev govenda xwe bi hev re bigerînin.

Alî Geçîmlî: Armanc û daxwaza me ew e ku di nava Kurdan de yekîtiyek çêbibe. Serokatî deriyek vekir. Divê em jî ji bo aştî û azadiyê bixebitin û bi xebatên xwe yên saziyî em ê vê fikrê bidomînin. Banga me ya ji bo vê Newrozê ew e ku em ê di pêşerojê de di nava jiyaneke aştiyane û wekhev de û bi hev re bijîn. Hêdî hêdî gav bi gav em ê bigihin azadiya xwe. Ji bo wê jî bila gelê me bi vî ruhî were qada Newrozê em bi dirûşma “Newroza Azadiyê û Yekîtiya Demokratîk” stranên xwe bi hev re bêjin.

Meral Tekçî: Newroz azadî, aştî û jiyan e. Newroz agirê jiyanê ye. Werin em li qada Newrozê stranên xwe bi hev re bêjin.

Niha li Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr hin geşedan diqewimin. Divê hunermend di pêvajoyên wiha de bi roleke çawa rabin?

Şener Yildiz: Em dengê gelê xwe ne. Deng û rengê welatê xwe ne. Em klamên xwe li ser jiyana gelê xwe û ji bo gelê xwe dibêjin. Em klamên folklorîk dibêjin govend digerînin lê Rojhilat tiştekî dijî. Em hunermend çawa ku di salên 90î de me klam û gotinên xwe li ser jiyana Kurdan digot niha jî klamên xwe ji bo Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr dibêjin. Klamên xwe ji bo zaravayên xwe tînin cihekê. Klamên xwe, gîtara xwe, dahola xwe li ser çanda xwe bilind dikin.

Alî Geçîmlî: Gotineke Qazî Mihemek heye. Dibêje “2 û 2 ne çar e, yek e.” Wekî din dirûşmeke gelê me jî heye dibêje “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e.” Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat yek in. Kurdistan in. Em ê ji bo her çar aliyan stranên xwe dîsa bibêjin. Em ê berhemên xwe ji bo wan cangoriyan çêbikin. Em li cem gelê xwe ne. Li ku berxwedan hebe em li cem gelê xwe ne. Em hunermendên gelê xwe ne.

Şener Yildiz: Divê hunermendên ku soranî, goranî, zazakî, kurmancî dibêjin bên bahev û klamên xwe bi hev re bêjin. Ji bo hunermendan baş dibe. Projeyeke me ya wisa heye. Belku di nava salek du salan de em pêk bînin.

Alî Geçîmlî: Di sala 90î de dema albuma “Adarê” derketibû yekî rojnamevan got “Agirê Jiyan di albuma ‘Adarê’ de ji bo heft salî û heftê salî dibêje. Bi rastî jî herkesê guhdar kir. Îro jî em di konserên xwe de dibînin. Me li Dusseldorfê konser da û em ê li Amedê jî bibînin zarok, ciwan û kal û pîr stranên me guhdar dikin. Ev ji bo me hesteke pîroz e. Em ê vê rola xwe dîsa berdewam bikin. Em ê stranên xwe ji bo pêşeroja xwe bibêjin.

Şener Yildiz: Me di konsera xwe de bi mevanên xwe re gotibû. Zehf xweş bû. Heke videoya me li ser medyaya dîjîtal hebe hûn temaşe bikin pir xweş bû. Klamên xwe em careke din bi hev re dibêjin ya pir keyfxweş im.

Alî Geçîmlî: Weke gotina dawî. Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî serbikevin. Çiqas salên me derbas bibin jî ruhê me ciwan e, me bi vî ruhî dest pê kir, em ê bi ciwanî bigihin azadiya xwe.

Etîket: Alî GeçîmlîFexredîn KiliçKoma Agirê JiyanMeral TekçîNewrozNewroza Azadî û Yekîtiya DemokratîkŞener Yildiz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

18 ADAR 2026
Li Stenbolê amadekariyên Newrozê: Hedef milyonek kes e

Li Stenbolê amadekariyên Newrozê: Hedef milyonek kes e

18 ADAR 2026
Cudahî û hemaniyên Newrozên Kurdistanê: Li Rojhilat dîrok û çand e

Cudahî û hemaniyên Newrozên Kurdistanê: Li Rojhilat dîrok û çand e

18 ADAR 2026
Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

17 ADAR 2026
Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

17 ADAR 2026
Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

17 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malbata Dîlan Karaman daxuyanî da: Em dixwazin heqîqet derkeve holê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dijminatiya li dijî bîranîna Rahşan Demîrelê: Wê zirara darekê bigihîje kê?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navçeyên Amedê Newroz tê pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Dêrsimê: Ji mîmarê aştiyê Abdullah Ocalan re hezar silav

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Erziromê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Êdî divê birêz Ocalan azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (669)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne