Kombenda Efrîn a Civakî ya li Kantona Cizîrê bi boneya salvegera 7emîn a destpêkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê daxuyaniyek da bang li saziyên rêxistinên mafên mirovan kir ku daxwaz û mafên rewa yên koçberên Efrînê pêk bînin û vegereke ewle ya li warê wan misoger bikin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Kombenda Efrîn a Civakî li Kantona Cizîrê bi boneya salvegera 7emîn a destpêkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê (20 Çileya 2018an) li Çerxerêya Efrînê ya bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da.
Endamên Kombenda Efrîn a Civakî Rola Mihemed û Îmad Îbrahîm bi zimanên Erebî û Kurdî daxuyanî xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev 7 sal in koçberên Efrînê ji warê xwe dûr in û di zor û zehmetiyan de dijîn û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20ê Çileya 2018an de êrişên dijwar ên hewayî û bejahiyê li dijî bajarê Efrînê û şêniyên wê pêk anîn.
Di daxuyaniya kombendê de hat bibîrxistin ku li dijî ewqas êrişên dijwar û hovane şervanên Efrînê tevî xelkê bajêr 58 rojan li ber xwe dan û ev tişt hate gotin: “Lê bêbextî û bêdengiya civata navneteweyî bû sedem ku Efrîn di 18ê Adara heman salê de were dagirkirin û sed hezaran welatiyên sivîl berê xwe bidin koçberiyê. Piranî Efrînê li Şehbayê bi cih bûn, beşek berê xwe da Helebê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Lê piştî 7 sal ji koçberî û bicihbûna li Şehbayê û berxwedana li hember dagirkeriya Tirk careke din ligel bêdengiya navneteweyî koçberên Efrînê di 2yê Kanûna 2024an de koçber bûn û berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku çavên xwe li dijî van sûcan vekin, daxwaz û mafên rewa yên koçberên Efrînê pêk bînin û vegereke ewle li warê wan misoger bikin.