Li gorî agahiyên ji Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê hatin girtin dê komeke nû ya ji 200 malbatan pêk tê, 8ê nîsanê ber bi warê xwe ve bikeve rê.
Amadekariyên ji bo vegera koma sêyemîn a koçberên Efrînê yên li herêma Cizîrê berdewam dikin. Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê ya li bajarê Qamişloyê ragihand ku piştî vegera du komên pêşîn, niha dor hatiye koma sêyemîn. Ev koma nû ku ji nêzî 200 malbatên Efrînî pêk tê, tê payîn ku roja çarşemê ango 8ê Nîsana 2026an ji bajarê Qamişloyê ber bi Efrînê ve bi rê bikeve.
Karwanên vegerê berdewam dikin
Duh karwanê duyemîn ê koçberan ku ji 200 malbatan pêk dihat, ji saetên sibehê ve ji herêma Cizîrê bi rê ketibû û di saetên êvarê de gihîştibû navenda bajarê Efrînê. Beriya wê jî, koma yekemîn a ku ji 400 malbatan pêk dihat, di 9ê adara îsal de vegeriyabû ser mal û milkên xwe.
Bi vegera vê koma sêyemîn re, hejmara malbatên ku di nava mehekê de vegeriyane Efrînê digihe 800 malbatan. Hat diyarkirin ku piştî salên dûr û dirêj ên koçberiyê, xelkê Efrînê bi daxwazeke mezin berê xwe dide xaka bav û kalan.













