• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 10ê SIBATA 2026an

    Heyva Sor a Kurdistanê: 175 hezar kesî koçî Kantona Cizîrê kir

    Heyva Sor a Kurdistanê: 175 hezar kesî koçî Kantona Cizîrê kir

    KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

    KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

    Senator Graham: Divê DYA bertekê nîşanî tevgerên li dijî kurdan bide

    Graham: Mayîna rejîma Îranê xeteriyek siyasî û exlaqî ye

    Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

    Mazlûm Ebdî: Saziyên Rêveberiya Xweser dê hebûna xwe bidomînin

    Asayîşa Kobanê û Ewlekariya Giştî ya Helebê li hev civiyan

    Asayîşa Kobanê û Ewlekariya Giştî ya Helebê li hev civiyan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 10ê SIBATA 2026an

    Heyva Sor a Kurdistanê: 175 hezar kesî koçî Kantona Cizîrê kir

    Heyva Sor a Kurdistanê: 175 hezar kesî koçî Kantona Cizîrê kir

    KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

    KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

    Senator Graham: Divê DYA bertekê nîşanî tevgerên li dijî kurdan bide

    Graham: Mayîna rejîma Îranê xeteriyek siyasî û exlaqî ye

    Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

    Mazlûm Ebdî: Saziyên Rêveberiya Xweser dê hebûna xwe bidomînin

    Asayîşa Kobanê û Ewlekariya Giştî ya Helebê li hev civiyan

    Asayîşa Kobanê û Ewlekariya Giştî ya Helebê li hev civiyan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komeleya Lêkolînên Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li dar xist

Amed / AW

21 KANÛN 2025 - 16:45
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe ya asayî ya 1emîn li dar xist. Di kongreyê de peyama biryardarî û têkoşîna ji bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî û statuya Kurdî hate dayîn. 

Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî (KOZA-DER) li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kongreya xwe ya asayî ya 1emîn li dar xist. Rêveberên partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Amedê, Baroya Amedê, TUHAY-DER, Endamê Komeleya DUKETê ya Zanîngeha Dicleyê, MED-DER, TJA, nûner û endamên rêxistinên sivîl û gelek kes tevlî kongreyê bûn. Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir û temaşekirina sînevîzyonê berdewam kir. Piştî sînevîzyonên rêveberên saziyan axaftinên xwe kirin.

‘Bajarê Amedê bajarê rewşenbîriyê ye’

Endamê Komîteya Amadekar û Endamê Komeleya Lêkolînên Zanistên Civakî ya Kurdî Rifat Ronî ewilî axivî û di axaftina xwe de bal kişand li ser têkoşîna ziman Kurdî û got: “Bi rastî tekoşîna ku hatiye meşandin di nav gelê Kurd de jî hişmendiyek ava kiriye. Bajarê Amadê, bajarê rewşenbîriyê ye, ji bo wê yekê divê di aliyê ziman de em serweriyê bigrin dest.”

Divê malên me bibin dibistanên Kurdî

Li ser navê Dayîkên Aştiyê Murvet Demîr anî ziman ku kes êdî di mala xwe de bi Kurdî naxive, lê divê her kes di malê de bi Kurdî biaxive û wiha axivî: “Rastî dibistana zimanê Kurdî di malên me bi xwe ne, kesî negotiye di  mala xwe de kurdî neaxivin. Divê em di malên xwe de Kurdî biaxivin. Piranî saziyên medi axaftinên xwe de bi Kurdî silav didin piştre axaftina xwe Tirkî didomînin. Li her derê li kolanan, zilm û zordestî li ser zimanê me heye. Em di malên xwe de, di saziyên xwe de xwedî li zimanê xwe derkevin, kes nikare zimanê me bide ji bîrkirin.”

‘Statuya Kurdî, perwerdehiya Kurdî’

Hevseroka Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê Elîf Turanê jî di axaftina xwe de diyar kir ku di salên 2015-2016 de gelek bedelên mezin ji bo zimanê Kurdî hatiye dayîn û axaftina xwe wiha domand: “Hûn dizanin di salên 2015-2016an da gelek mafê mirovan hatine binpêkirin, enstîtuya me jî hate girtin. Hevalên me di malên xwe de ne rûniştin, her malek wek dibistanekî didît. Dayika me jî got heya îro zimanê kurdî li ser piya mabe di saya dayikên me yên berxwedêr e. Zimanê me dîsa li ser pîya ye. Pêvajoya Aşti û Civaka Demokratîk ji bo civakeke demokratîk hate destpêkirin.  Niha entegrasyon tê axaftin, divê ji bo entegrasyonê tu vî gelî nas bikî, di serî de ziman nas bikî û statûyê bidî ziman. Dema tu zimanê min qebûl nakî tu hebûna min jî qebûl nakî. Em her tim dibêjin statuya Kurdî, perwerdehiya Kurdî.”

‘Kesên ku Tirkî nizanin zarokên wan Kurdî nizanin’

Li ser navê Însîyatîfa Yekîtîya Demokratîk Hasan Ozguneş axivî û got: “Em dibêjin zimanê me rumeta me ye, hebûna me ye lê belê em dikevin nav qada siyasi, heya saziyên demokratîk em zimanê xwe kar naynin. Em siyasetmedarên Kurd in, dayikên me, bavên me Kurd in, kesên ku Tirkî nizanin tu îro lê dinerî zarokên wan Kurdî nizanin. Hevalno gelê Kurd di nav bişaftineke mezin de ye, divê em bixwînin, binivîsin, bidin axaftin, bidin nivîsandin em hêviya dewletê nemînin.”

‘Divê zimanê Kurdî bibe Zimanê jiyanê’

Nivîskar û endamê Komeleya Wêjekarên Kurd Orhan Sakçi ku 30 salan di zindanê de mabû, li ser giringiya ziman axivî û siyasetmedarên Kurd rexne kir û di axaftina xwe wiha domand: “Me têkoşineke pir dijwar da, lê belê mixabin di qada me ya siyasî de axaftina bi Kurdî pir kêm e, divê qada me ya siyasî bi zimanê xwe biaxive. Di sala 1993yan de dema şerê dijwar de ez li Amadê bûm. Piştî bi salan ku ez li girtîgehê derketim hatim Amedê min dît ku di aliyê çand û ziman de bişaftineke pir kur hatiye kirin. Têkoşîna me divê bingehina xwe li ser ziman ava bike. Lê dinêrim ku ziman çûye, em bûne biyanîyê zimanê xwe. Em bi civakî dikarin hebûna xwe biparêzin, divê zimanê kurdî li Bakur jî bibe zimanê jiyanê.”

‘Qada tenduristiyê ji bo ziman gelek girîng e’

Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen di axaftina xwe de wiha got: “ Îro jî wî barî em hildigirin, em ê çawa bi hev re hilbigirin em ê wê nîqaş bikin. Ziman her rengî hembêz dike û wisa zêde dibe. Qada tenduristiyê ji bo ziman gelek girîng e. Yên ku tên nexweşxaneyan dixwazin bi zimanê xwe biaxivin, êşên xwe bi zimanê xwe bînin ziman.  Em dixwazin li gel saziyên zimanê Kurdî bixebitin û barê wan sivik bikin.”

‘Ziman azad bibe mirov azad dibe’

Hevseroka DEM Partiyê ya Bajarê Amedê Gulşen Ozerê ji bo neaxaftina bi zimanê Kurdî xwe û siyasetê rexne kir û ev yek anîn ziman: “ Em di serî de rexnedayina xwe didin, me ew qas ked daye lê em hemû li gel zarokên xwe tirkî diaxivin. Zimanê Amedê, zimanê civîna bi  Tirkî ye, divê em li ser bisekinin. Ziman azad bibe mirov azad dibe. Îro divê em aştiyeke mayînde li ser zimanê dayika xwe pêkbînin.”

‘Divê em ji nifşên nû re zimanê dayikê bihêlin’

Siyasetmedar Mulkiye Bîrtane anî ziman ku hejmara jinên ku Kurdî diaxivin zêde bûne, ji bo wê kêfxweş e û wiha got: “Bi rastî jî hemû hevalên ku axaftina xwe pêşkêş kirin li ser xalên girîng sekinîn. Me gelek rê derbas kir. Di vê rêyê de tenê tişta ku em bêjin hejmara hevalên me yên jin ên ku Kurdî diaxivin zêde bûye, hejmara nivîskaran zêde bûye, ev ji bo min serbilindiyeke pir mezin e. Min bi israr, bi rik Kurdî xist zimanê xwe de. Divê em biaxivin, binivîsin û ji nifşên ku tên re zimanê dayikê bihêlin.“

‘Kesên ku dewlemendiya zimanê xwe dizanin ji hestên bindestiyê rizgar bûne’

Rêvberê MED-DERê Îbrahîm Taş jî di axaftina xwe de wiha got: “ Gilî û gazinc pir in, pirsgirêkên me Kurdan bi rastî pir in. Di her civînan de dubare dibêjim; pirsgirêka me ya Kurdan gelek sazî û dezgehên me li hemberî bişaftinê têdikoşin,  lê zimanê me hemûyan dîsa piranî bi Tirkî ye. Lazim e em di civaka xwe de jî hişmendiyekî ava bikin. Pirsgirêka me ya herî mezin hestên xwe biçûk dîtin e. Em Kurd bindest in, ev hest bi me re heye, yê kurahiya, dewlemendiya zimanê xwe dîtiye ev hest derbas kirine. Mixabin dema mirov li civakê dinêre ev hest nav gel de heye û divê em şiyar bikin. Du problem hene; yek polîtikayên dewletê ne, ya duyem divê em xwe rexne bikin. Ji xwe politikayên dewletê, her kanûn û xalên wan rêya pêşketinê nade çand û ziman. Pirsgirêka me ya herî sereke jî çand û ziman e.”

Piştî axaftinan pêşniyaznameya kongreyê hat diyar kirin, pêşniyazname wiha ye:

Ji bo Lîjneya Rêveberiyê ya Esîl: Murat Bîlgîç, Nesrîn Hîlal, Şanlî Akgonul, Oktay Şamiloglu, Suzan Vejan Tatli, Abduselam Uslu, Meral Zeytûn û Faîke İşik hatin diyar kirin.

Ji bo Lîjneya Rêveberiyê ya Şûngir: Eyup Sûbaşi, Sorgul Aytek Avşar, Arda Efe, Berîvan Matyar, Mehmet Rauf Kocaman, Nesrîn Soydan, Mehmet Ozbey hatin diyarkirin.

Kongre bi pîrozkirina kesên ku ji bo rêveberiyê hatine bijartin bi dawî bû.

 

 

Etîket: Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civkî ya Kurdîkongreya asayî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Lazim e em Serokatî bi tenê nehêlin, yekîtiya xwe pêk bînin’

‘Lazim e em Serokatî bi tenê nehêlin, yekîtiya xwe pêk bînin’

25 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (361)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne