Silêmanî – Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Silêmaniyê ji bo piştevaniya berxwedana Rojava, çalakî li darxist. Di çalakiyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku bêdeng nemîne û helwestek ciddî nîşan bide.
Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ya Silêmaniyê ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bi beşdarbûna endamên Komeleyê, çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Silêmaniyê Cemîl Hewramî destnîşan kir ku êrişên komên çete yên Sûrî ku bi fermana Colanî li ser Rojavayê Kurdistanê tê kirin, bi armanca qirkirina gelê Kurde.
Serokê Komeleyê Cemîl Hewramî diyar kir ku bi tundî êrişên çeteyên Colanî li ser gelê wan ê Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin.
Cemîl Hewramî her wiha bêdengiya civaka navneteweyî ya beramberî êrişan şermezar kir û banga helwestek ciddî kir.













