Komela Şoreşgerên Zehmetkêşan Kurdistan a Îranê ragihand ku ew ê bi tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bibin û got; “Me ji bo berjwendiyên gelê xwe biryar da ku tevlî hevpeymaniyê bibin.”
Deftera Siyasî ya Komela Şoreşgerên Zehmetkêşan Kurdistan a Îranê têkildarî tevlîbûna xwe ya nav Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye;
“Her kes ji têkoşîna me ya bi salan ji bo yekîtiya gelê Kurd û hevkariya hêzên siyasî yên Kurdistanê haydare. Di çarçoveya van hewldanan de bû ku em di mehên dawî de bi awayekî berfireh beşdarî Navenda Diyalogê kir.
Ev yek jî ji we veşartî nîne ku me israr kir ku du mijaran, ango hêza yekgirtî ya Pêşmergeyên Kurdistanê û rêveberiya hevbeş a Kurdistanê di serdema veguhêz de, zelal bikin û me xwest mekanîzmayên pratîkî ji bo birêvebirina van mijaran diyar bikin. Em van mijaran niha û di pêşerojê de girîng dibînin û emê ji bo wan wekî armancek hewl bidin.
Lê em hemû dibînin ku di rojên dawî de qonaxek bi temamî nû derketiye holê. Pêla guhertinê ji her demê bêhtir berê xwe daye herêma me û Rojhilatê Kurdistanê xistiye rewşek pir hesas û dîrokî ku ji her demê bêhtir yekîtî, yekrêzî, têkoşîn û xebata hevbeş hewce dike.
Her wiha gelek heval û dilsozên Komele û Tevgera Kurdistanê jî di vê demê de bi me re têkilî danîne û li ser rol û bandora Komeleyê di xurtkirin û bibandortirkirina yekîtiya gelê Kurd de axivîne û daxwaza beşdarbûna me di hevpeymaniyê de kirine.
Bi berçavgirtina van hemûyan û bi wê perspektîfê ku Komele her tim erkên dîrokî û berjewendiyên netewî li ser her tiştî datîne; Deftera Siyasî ya Deftera Siyasî ya Komela Şoreşgerên Zehmetkêşan Kurdistan a Îranê biryar da ku ji îro pê ve tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bibe , di nav hevpeymaniyê de pirsgirêkên ku ji bo tevger û pêşeroja Kurdistanê girîng dibîne û bi diyaloga dostane çareser bike.”













