Komên hikûmeta demkî ya Şamê li gundekî Kobanê 2 ciwanên Kurd îşkence kirin û ber bi bajarê Girê Spî ve revandin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji herêmê dane, îro saet 14.00an, 2 ciwanên bi navên Casim Neqşî Îbrahîm û Mervan Mihemed Mehmûd ên ji gundê Korikê yê bajarê Kobanê ji aliyê komên hikûmeta demkî ve tên îşkencekirin û revandin.
Çavkaniyan da zanîn ku her du ciwan ji bo nan û xwarinê bikirin, ji gundê xwe diçin gundê Zinarê Kurdan, lê li wir komên hikumetê telefonên wan dibin û îşkence dikin. Piştî îşkenceyê wan her du ciwanan dibin bajarê Girê Spî yê dagirkirî.













