Komên Paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li bajarokê Til Eranê yê gundewarê başûrê Helebê 11 welatî revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku komên paralîmîter ên girêdayî Tirkiyeyê li bajarokê Til Eranê yê gundewarê başûrê Helebê bi ser malan de girtine û 11 kes revandin. Li gorî rêxistina mafên mirovan, komên paramîlîter welatiyên bi navê Mistefa Ebû El Bîr, Omer Ebû El Bî, Îbrahîm Nasîf, Hesen Hermîs, Îsamîl Tenbel (40), Ehmed Tenbel, Mihemed Eto, Ehmed Eto (22), Mistefa Silêman (45), Mihemed Îsamîl Mihemed (17). Nasnameya revandiyê din nehat zanîn.
Rêxistinê destnîşan kir ku komên paralîmîter di 8 Mijdarê de bi ser gund de girtin û 11 kes ku li pêşiya malên xwe rûniştibîn revandin. Rêxistinê da zanîn ku çeteyan kesên revandî birin girtîgeha El Waha ya bajarê Sifêrayê.
Rêxistinê diyar kir ku ji bo zêdebûna binpêkirin û revandinê de di demên dawîn de gelek ciwanan neçar man biçin Lubnanê.













