Komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê, welatiyekî 65 salî kuşt.
Komên paramîlîter ên girêdayîe Tirkiyeyê, şevê din li ser welatiyê bi navê Şukrî Ehmed Oso (65) ku bi navê Bavê Ebdo tê naskirin gule reşandin. Welatî Şukrî Ehmet Oso piştî êrîşê jiyana xwe ji dest da.
Şukrî Ehmed Oso tu ji gundê Keferzîtayê ye, şevê din dema bi terektora xwe ya çandiniyê ji kargeha guvaştina zeytûnan vedigeriya, li ser rêya gundên Firêriyê-Kefezîtay ji aliyê çekdaran ve hat gulebarankirin û birîndar bû. Şukrî Ehmed Oso piştî birîndar bû rakirin venxweşxaneya Cindirêsê. Lê ji ber birîna giran jiyana xwe ji dest da.













