Komîsyon dê di 26ê Mijdarê de bi rojeva hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bicive.
Komîsyon Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîlî tê payin ku di 26ê Mijdarê de bi rojeva hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bicive. Ger komîsyon bicive, endamên komîsyonê yên ku çûne Îmraliyê dê di vê civînê de hûrguliyên hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re parve bikin.













