Enqere – Komîsyona Meclîsê ya di çerçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de hatiye damezrandin tê gotin dê îro bi civîna xwe ya 21an xebatên xwe bi dawî bike. Di civîna îro ya komîsyonê de li bendeyê ye rapora hevpar jî bi awayê halê wê dawî were amadekirin û bi raya giştî re bê parvekirin.
Komîsyona Meclîsê ya di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di 5ê Tebaxa 2025an de li Meclîsê hatibû avakirin. Komîsyona heta niha 20 civîn li dar xistin. Komîsyon îro jî bicive û civîna xwe ya 21emîn li dar bixe û tê gotin ku wê xebatên xwe bi dawî bike. Di civîna komîsyonê de li ser rapora hevpar nîqaş û nirxandin dê bên kirin û piştî şikl û halê dawî yê raporê dê xebata li ser wê bi dawî bibe. Bi derketina rapora hevpar re êdî xebatên komîsyonê jî dê bi dawî bibe. Êdî ew rapora hevpar dê ji Desteya Giştî ya Meclîsê re weke pêşnûmaneyên qanûnî dê bê şandin û di Desteya Giştî de jî dê qanûn bên çêkirin.
Komîsyonê ji dema ava bûye heta niha 20 civîn li dar xist. Di van 20 civînan de li gelek kesayet, nûner û rêveberên gelek sazî, dezgehan guhdarî kir. Di 5 meh û 13 roj in xebatên komîsyonê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek geşedanên girîng jî qewimîn.
Komîsyonê 20 civîn li dar xist
Komîsyonê di van 20 civînan de li li malbatên lêşker û polîsan, komele û waqfên lêşker û polîsên birîndar û jiyana xwe ji dest dane, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), komele û waqfên maf û hiqûqê, Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Baro, saziyên hiqûqê, serokên berê yên Meclîsê, sendika, ode, komele, akademîsyen, waqfên lêkolînî û siyasî, Komeleya Piştgirî û Yekitiyê ya ji bo Kesên Xizm û Nasên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirinê re (MEBYA-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), komele, sazî û dezgehên jinan û ciwanan, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Dadê yê bêrê Yilmaz Tunç, Wezîrê Karê Navxweyî yê berê Alî Yerlikaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎTê İbrahim Kalin guhdarî kir.
Komîsyonê di 17emîn civîna guhdarkirinê de êdî merhaleya guhdarkirinê bi dawî kir. Di civîna 18emîn de biryara çûyina Girava Îmraliyê hat dayîn. Di civînên 19 û 20an de jî xebatên komîsyonê hatin nirxandin û herî dawî jî di 24ê Kanûnê de komîsyonê civîna 20an li dar xistibû û li akademîsyenên hatibûn guhdarîkirin daxwazên derketine pêş ji endamên komîsyonê re parve kirin.
Di civînan de mafên hiqûqî û destûrî yên gelê Kurd derket pêş
Di civînên komîsyonê de sazî, dezgeh, komele û hiqûqnasên li wan hate guhdarîkirin bi gelemperî destnîşan kirin ku pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkeke ewlehiyê ye û çareserî bi naskirina maf û hiqûqa Kurdan pêkan e ku mafên wan di destûrê de werin bicihkirin. Di civînan de gelemperî daxwaza maf û hiqûqa gelê Kurd derket pêş. Li rex vê yekê kîjan sazî û dezgeh di komîsyonê de li wan hate guhdarîkirin bal kişandin ser qedexeya li dijî ziman û nasnameya Kurdî û xwestin ev qedexe bi dawî bibin. Ev xwestek ne tenê ji aliyê sazî, dezgeh û komeleyên nêzî Tevgera Kurd ve di heman demê de ji aliyê gelek derdorên cuda ve jî hat ziman. Weke mînak serokên berê yên Meclîsê di komîsyonê de axivîn jî daxwaza azadiya Kurdan anîn ziman. Serokê berê yê Meclîsê û Alîkarê Serokwezîrê demê Bulent Arinç daxwaza azadiya ziman û nasnameya Kurdî kir. Her wiha saziyên karmend, hiqûq û ciwanan jî heman daxwaz di komîsyonê de anîn ziman.
Xitimandina pêvajoyê û înîsiyatîfa Abdullah Ocalan
Di 5 mehên xebatên komîsyonê de gelek geşedanên dîrokî rû dan. Yek jî ji van di 26ê Cotmeha 2025an de Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê bi daxuyaniyeke dîrokî li Qandîlê ragihand ku ew ji bo pêşiya pêvajoyê vekin hemû hêzên xwe ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vedikişînin. Daxuyaniya Tevgera Azadiyê li hemû cihanê deng veda û weke gaveke dîrokî ji bo pêvajoyê hate nirxandin. Piştî vê gava dîrokî ji çavkaniyên di nava pêvajoyê de ne da zanîn ku di pêvajoyê de xitimandin pêk hatiye û li ser vê xitimînê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan înîsiyatîf girt û li ser daxwaza wî Tevgera Azadiyê ew gava dîrokî avêtiye. Li ser vê yekê endamên komîsyonê Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz û ji AKPê Huseyîn Yayman di 24ê Mijdarê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtin pêkanîn.
Abdullah Ocalan: Divê maf û hiqûqa Kurdan bê naskirin
Endama Komîsyonê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyigit piştî li Girava Îmraliyê vegeriya derbarê hevdîtinê de pirsên JinNews, Ajansa Welat û Ajansa Mezopotamyayê bersivand. Rêberê Gelê Kurd di hevdîtinê de li ser têkiliya Kurd û Tirk a dîrokî rawestiyaye û ji dîrokê mînakan daye. Her wiha Abdullah Ocalan ji endamên komîsyonê re gotibû divê maf û hebûna Kurdan ne tenê li Tirkiyeyê li hemû dewletên Kurd lê dijîn bê naskirin. Abdullah Ocalan li ser pirsên komîsyonê derbarê Rojava û Hezên Sûriya Demokratîk (HSD) de jî destnîşan kiribû ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin û entegrasyona demokratîk ku her du alî hevdu qebûl bikin pêk were. Abdullah Ocalan çareseriya entegrasyona demokratîk ji bo Tirkiyeyê jî pênase kiribû û gotibû divê dewlet Kurdan bi awayekî hiqûqî qebûl bike.
Krîza girtikên hevdîtinê
Komîsyona Meclîsê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re di civîna 19an de bi rojeva nirxandinên xebatên komîsyonê civiya. Di civîna 19an a Komîsyonê de girtek ango zabitên hevdîtina Îmraliyê jî bi raya giştî re hat parvekirin. Daxwaza DEM Partiyê ew bû ku zaibt hemû bên weşandin û fikir û rêmanên Abdullah Ocalan bi awayekî şênber bi raya giştî re bên parvekirin. Her wiha ji bilî AKP û MHPê partiyên siyasî yên din jî xwestin girtek bi awayekî zelal bên parvekirin. Lê Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş daxwaza partiyan red kir û destnîşan kir ku dê tenê sernavên hevdîtinê bên parvekirin. Li ser vê yekê DEM Partiyê jî bertek nîşan da û got ku ew vê yekê qebûl nakin. Bi vî awayî fikir û rêmanên Abdullah Ocalan ji raya giştî re hate veşartin û kurtasiya zabitên hevdîtinê bi krîzekê ji raya giştî re hat parvekirin.
Avakirina tîma nivisîndina raporê
Komîsyonê piştî bidawîbûna guhdarîkirinê û çûyina Girava Îmraliyê, di civîna 20an a 24ê Kanûna 2025an de li dar xist û biryar girt ku xebatên xwe 2 mehan dirêj bike. Piştî dirêjkirina xebatên komîsyonê ji bo nivisîndina rapora hevpar ji her partiyeke endamek hat diyarkirin û partiyên siyasî dest bi amadekirina raporan kirin. Ji bo di navbera partiyan de li hevhatinek pêk were û raporeke hevpar derkeve ji her partiyê endamek hate peywirdarkirin. Tîma nivisîndina raporê jî heta niha 6 civîn pêk anîne û li ser rapora hevpar nirxandin û nîqaş kirin.
Raporên partiyên siyasî û pênaseya ‘ewlehiyê’
Partiyên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd raporên xwe teslîmî komîsyonê kirin. Piştî rapor ji raya giştî re hatin parvekirin li ser raporan taybet ji aliyê raya giştî ya Kurd û demokratan ve bertek derketin pêş. AKP û MHPê pirsgirêka Kurd di raporê de weke “pirsgirêka ewlehiyê” pênase kirin û cih nedan mafê heviyê yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi sedan girtiyên zêdetirî 25 sal in di girtîgehê de ne. DEM Partî jî pirsgirêk di çerçoveya wekhevî û azadiyê de pênase kir û ji bo mafê heviyê, mafê perwerdehiya zimanê dayikê, rêveberiyên xwecihî pêşniyaz kirin.
Mafê hêviyê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek sermuzakerevan pêvajoyê di şert û mercên girtîgehê de bi rê ve dibe. Daxwaza raya giştî ya Kurdistanê û Tevgera Azadiyê ew e ku Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite. Derbarê Mafê Hêviyê de herî dawî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17ê Îlonê de ji Tirkiyeyê xwest “gavên pêwîst ên bi lezgînî” biavêje û ji bo ku bi lez pêş ve biçe, herî dereng divê Tirkiye heta dawiya Hezîrana 2026an bersiv bide. Her wiha Komîteya Wezîran a Ewropa vê carê îşaret bi Komîsyona Meclîsê kir û û ji komîsyonê xwest ji bo pêkanîna mafê hêviyê gavên pêwîst biavêje. Cîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz jî bi lêv kir ku mêfê hêviyê weke sernav tune ye û bi pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê mafê hêviyê dê pêk were. Mafê hêviyê dê di rapora hevpar de cih bigire an na, di Desteya Giştî de weke qanûn dê bê çêkirin an na ji aliyê raya giştî ve jî tê meraqkirin. Li bendê ye ku mafê hêviyê bi awayekî berdana bi şert di raporê de cih bigire û ev yek ji bo Abdullah Ocalan jî pêk were.
Merhaleya entegrasyona demokratîk
Abdullah Ocalan di 16ê Sibatê de li gel Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê hevdîtin pêk anî û diyar kir ku merhaleya yekem a pêvajoyê bi dawî bûye û ew derbasî merhaleya duyemîn bûn e. Abdullah Ocalan merhaleya nû ya pêvajoyê weke entegrasyona demokratîk pênase dike û bingeha wê jî Komara Demokratîk bi nav dike. Di pêvajoya dntegrasyona demokratîk de Abdullah Ocalan destnîşan dike ku divê qanûnên hemwelatîbûna azad bên çêkirin.
Rapora hevpar û xebatên komîsyonê
Komîsyona Meclîsê ku xebatên xwe 2 mehan dirêj kiribû tê gotin dê bi civîna 21emîn a îro xebatên xwe bi dawî bike. Tîma nivîsîndina raporê jî di 6 civînên pêk anîbûn de li ser gelek xalan gotûbêj û nîqaş kirin. Di dawiyê de li ser çend xalan li hev kirin tune be jî raporek hevpar hat amadekirin. Ew rapora hevpar di civîna îro de wê ji aliyê partiyên siyasî ve were nîqaşkirin û piştî civînê li bendê ye ku rapora hevpar ji raya giştî re jî were parvekirin. Piştî derxistina rapora hevpar tê payîn komîsyonê xebatên xwe bi dawî bike û rapora hevpar jî bişîne Desteya Giştî ya Meclîsê. Piştî rapora hevpar derbasî Desteya Meclîsê bû li bendê ye pêşniyazên qanûnî yên di rapora hevpar de cih girtine weke qanûn werin çêkirin.













