Komîsyona Meclîsê ya têkildarî pirsgirêka Kurd ava bûye, pêşnûmeya rapora dawî ya ku ji aliyê koma nivîsandinê ve hate amadekirin ji partiyên siyasî yên li nava komîsyonê re şand.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, tê plankirin ku metna çarçoveyê ya pêşnûmeyê bi partiyên endamên Komîsyonê re hate parvekirin. Paşê wê di bin sîwana Komîsyonê de bi berfirehî bê nirxandin û piştî nirxandina partiyan û tevkariya wan, wê şiklê dawî ji bo raporê bê amadekirin. Hate ragihandin ku pêşnûmeya rapora dawî pêşkêşî partiyên siyasî hatiye kirin.













